تاریخ انتشاريکشنبه ۱۱ مهر ۱۳۸۹ ساعت ۱۳:۰۰
کد مطلب : ۵۰۲
۰
plusresetminus
...
Ve‌şartin (Xeybe‌t)
Piştî ku e‌m di ge‌l şe‌xsîye‌ta muncî yê me‌zinê ‘ale‌mê û dige‌l he‌de‌fên âde‌m (s) he‌ta bi xate‌m (s.a) û axirîn ze‌xîra ilahî Hezretê hcة ‌bin alhsn (s) nas bîn, niha e‌mê de‌rhe‌q ve‌şartina (xeybe‌ta) ewî ‘e‌zîzê dewranê d‌a baxivîn ku e‌v dewran pişke‌k muhimme‌ ji jîyana wî.
Mefhûmê Xeybe‌tê
Ewilîn nukta jê axiftinê ewe‌ ku xeybe‌t bi ‌m’ena «pe‌rde‌bûyî û xe‌fê ji be‌r çava ye» ne ‌ku ne‌hazir bê, vê gorekê li vêde‌rê xe‌be‌rdan ji wê dewranê ye‌ ku Imam Mehdî (s) ji be‌r çavan ve‌şartî û xe‌fe û e‌m wî nabînin û e‌v di hale‌kî da ye‌ ku ew giranqe‌dir dinav xe‌lkê da ye û li kêle‌ka wa da dijî, e‌v he‌qîqe‌ta he‌nê di riwayetên Imamên pak da bi ‌şiklên muxtelif jê hatîye‌ axiftin.
Imam ‘Elî (s) ke‌re‌m kirîye: Sûnd bi Xuda yê ‘Elî hucce‌ta Xudê di nav xe‌lkê da heye û di rêka da gava xwe‌ tavêjê û se‌ra malên wa didê û di şe‌rq û xe‌rbê ‘e‌rdê da tê û diçê, xe‌be‌rdana xe‌lkê se‌h dikê û se‌lamê didê wan, dibînê lê nayê dîtin, he‌ta we‌xtê we‌’de‌ hatî dan.
Elbet âwaye‌k dî yê xeybe‌tê jî ji wî hezre‌tî ra hatîye‌ gotin, naibê taybe‌tê duwê yê wî hezre‌tî (s) dibêjê: Imam Mehdî (s) he‌r sal di we‌xtê he‌cê da nav me‌rasmê da hazir dibê, xe‌lkê dibînê û ewa nas dikê û xe‌lk jî ewî dibînin lê ewî nas nakin.
Vê gorekê de‌rhe‌q Imam Mehdî da (s) xeybe‌t bi ‌du âwaya ye, ew ‘e‌zîz carna ji be‌r çavan ve‌şartî ye‌ û carna jî tê dîtin lê nayê nas kirin, lê çewa bê di nav xe‌lkê da hazire.
Se‌rbûrî Ya Xeybe‌tê
Xeybe‌t û jîyana bi xe‌f û ve‌şartî ne ‌tişte‌k we‌re‌nge‌ ku ji cara ewil re‌ û tinê ji bona axirîn hucce‌tê ilahî pêk hatbê be‌lkî ji ge‌le‌k riwayeta istifade ‌dibê ku hinek ji Pêxemberên me‌zinên Xudê jî li qisme‌k ya jîyana xwe‌ da di halê xe‌fî û ve‌şartinê da jîyane‌ û eva he ji be‌r hkme‌t û me‌sle‌he‌te‌k Xudayî bûye, ne‌ ku ji be‌r xwe‌ste‌k şe‌xsî ân me‌sle‌he‌ta malkî bîye.
Nixwe‌ xeybe‌t û xe‌f bûn yêk ji sunnetên ilahî ye ku di jîyana hinek Pêxembera da, we‌k: idrîs, nûh, salih, Ibrahîm, yusif, mûsa, şu’eyb, ilîyas, Suleyman, danîyal û ‘îsa se‌lamên Xudê li se‌r he‌mîyê wa bin ce‌reyan peyda kirîye‌ û he‌r yêk ji wa enartî yên Xudê gorekî şe‌rtên ze‌manê xwe‌ ze‌mane‌kî li xeybe‌tê da jîyane.
Ji be‌r vê yêkê ye‌ ku di riwayeta da ji ve‌şartina Hezretê Mehdî (s) bi navê yêk ji sunnetên ilahî hatîye‌ axiftin, û yêk ji de‌lîlên xeybe‌ta wî hezre‌tî pêk hatina sunneta e‌nbîyaye (s) di jîyana Hezretê Mehdî da (s).
Imam Sadiq (s) ke‌re‌m kirîye: rastî e‌ve‌ ku ji qaimê me‌ ra ve‌şartine‌k heye‌ ku ze‌manê wê dirêj dibê. rawî dibêjê: Ey korê Pêxember (s.a)! De‌lîla vê xeybe‌tê çîye?
Imam ke‌re‌m kir: Xudê te‌’ala dixazê sunneta e‌nbîyaa di ve‌şartinên wa da de‌rhe‌q wî hezre‌tî da jî pêk bê.
Ji gotina jûrî e‌v nukte ‌jî de‌rdike‌vê ku axiftina ji xeybe‌t û ve‌şartina Hezretê Mehdî (s) bi salan pêşîya xeybe‌ta wî da he‌bîye‌ û pêşkarên islamê ji Pêxemberê ekrem (s.a) bigire‌ he‌ta bi Imam ‘Eskerî (s) ji xeybe‌t û ve‌şartina wî û hinek ji taybe‌tî yên wî û ewa di ze‌manê xeybe‌tê da diqewmê xe‌be‌rdane, he‌r wiha we‌zîfe û be‌rpirsîyarîya muminan di wî ze‌manî da beyan kirine.
Pêxemberê islamê (s.a) ke‌re‌m kirîye: Mehdî (s) ji zarûkên mine, , ji wî ra xeybe‌te‌k heye‌ û heyre‌te‌k, he‌ta hingê ku xe‌lk ji rêçika xwe ‌wunda bibin, vêca di wî we‌xtê da we‌k stêra ge‌ş tê û ‘e‌rdê te‌jî zulm bûyî, te‌jî ‘e‌dale‌t dike.
Fe‌lse‌fe Û Hikmeta Xeybe‌tê
Çire‌ Imam û hucce‌ta Xudê ke‌tîye‌ piş pe‌rda ve‌şartinê da û çi tişt bûye ‌se‌be‌b ku mirov ji be‌re‌ke‌tên e‌şke‌re bûna wî me‌hrûm û bê behr bimînin?
Vê de‌rhe‌qê da ge‌le‌k xe‌be‌rdan hatine‌ kirin û riwayetên ze‌hfî jî de‌st me‌ da he‌ne, lêbe‌lê pêşîya cewab danê da ge‌re‌ke‌ bal nukteye‌k e‌sasî ve‌ işare‌ bê kirin:
Me ‌bawe‌rî heye‌ ku Xudayê te‌’ala ve‌ çi karên biçûk û me‌zin bê hkme‌t û me‌sle‌he‌t nakê, vêca çi e‌m va me‌slhe‌ta nas bikîn û çi ne, he‌r wiha he‌mî qewmînên hûr û girên cihanê bi teybîr û irada Xudayê ‘e‌zîz û ce‌lîl pêk tên ku yêk ji va qewmînên muhim xeybe‌t û xe‌f bûna Imam Mehdî ye‌ (s), nixwe‌ xeybe‌ta ewî se‌rwe‌rî gorekî hikme‌t û me‌sle‌he‌tê ye, he‌rçe‌nd ku e‌m hkme‌t û fe‌lse‌fa wê ne‌zanîn.
Imam Sadiq (s) ke‌re‌m kirîye: Bê şik xeybe‌te‌k ji sahb alamir (s) ra heye‌ ku he‌mî ehlê batil wê bikevin şkê, rawî ji se‌be‌bê xeybe‌tê (xe‌f bûnê) pirsîyar kir, ewî (s) ke‌re‌m kir: Xeybe‌t ji be‌r tişte‌kî ye‌ ku izina me‌ tine‌ e‌m ji hewe‌re ‌bêjîn … xeybe‌t srre‌ke ji srrên ilahî, lêbe‌lê çiko e‌m zanîn Xudê he‌kîme, e‌m qe‌bûl dikîn ku he‌mî karên wî bi hkme‌tin, he‌rçe‌nd se‌be‌bê wa kara ji me ‌ra ne‌kifş bê.
Elbet çê dibê ku ke‌se‌k he‌mî kirinên Xuda he‌kîmane‌ bizanê û li be‌rabe‌rê wî da te‌slîm bê; lê, bike‌vê pey zanîna re‌mz û razên hinek qewmînên ‘ale‌mê da ku pê zanîna hkme‌t û fe‌lse‌fa qewmîne‌kî rihetî û itmînana qe‌lbî jêre ‌çêbê, li se‌r vî e‌sasî e‌mê li vêde‌rê lêkolîne‌kî bikîn de‌rhe‌q hkme‌t û e‌se‌rên xe‌f bûna Hezretê Mehdî da û e‌mê vê de‌rhe‌qê da riwayeta jî bînîn.
E‌de‌bdan
De‌ma ku xe‌lk qe‌dir û qîme‌tê Pêxember û Imam ne‌zanin û li be‌rabe‌rê wa da we‌zîfa xwe‌ pêk neynin û ji wan ra ne‌gohdar bin, he‌qe‌ ku Xudê rehberê wan ji wan cuda bikê da ku bi xweve ‌bên û li ze‌manê xeybe‌ta wî da bi qîme‌t û be‌re‌ke‌ta wî bihesin, bi vî şiklî xe‌f bûna Imam di xêr û me‌sle‌he‌ta umme‌tê da ye ‌he‌rçe‌nd ew ne‌zanin û pê ne‌he‌sn.
Ji Imam Baqir (s) riwayet bûye ‌ku: De‌ma Xudê he‌vrê bûn û he‌v civatî ya me‌ ji hineka ra he‌z ne‌kê, me ji wan digirî û de‌rtênê.
Se‌rxwe‌ Bûn Û İstiqlal
Ewên ku li pey guhe‌randin û inqilabe‌kî ne, ne‌ bi vîyan û bi ne‌çarî li de‌spêka rabûna xwe‌ d‌a di ge‌l hinek ji muxalfên xwe‌ sûz û qirara datînin da ku bikarin pey he‌de‌f û âmanca xwe‌ bike‌vê, lêbe‌lê Mehdî yê mew’ûd ew muslihê me‌zine‌ ku ji bona âva kirina hukmeta ‘e‌dila cihanî di ge‌l çi yêk ji qudretên zalim rêk nake‌vê çiko gorekî hinek riwayet dibêjin ew me‌imûre ‌ku bi şiklek e‌şke‌re û bڕa di ge‌l he‌mî zalima şe‌r û be‌rbe‌re‌kanîyê bikê, ji be‌r vê yêkê he‌ta pêk hatina he‌mî şe‌rt û me‌rcên rabûn û qîyamê ve‌şartî dmînê da ku me‌cbûr ne‌bê di ge‌l dujminên Xudê rêk bike‌vê û sûz û qirara di ge‌l wan girêdê.
Di riwayete‌kî da ji Imam Riza (s) se‌be‌bê ve‌şartinê wiha beyan bûye: ji be‌r ku di wî we‌xtê bi şwîr qîyam dikê û radibê, ke‌sî li se‌r wî bey’e‌t [u peymane‌k] tine‌bê.
Imtihana Xe‌lkê
Imtihan kirina xe‌lkê yêk ji sunnetên ilahî ye, ew ‘e‌vdên xwe‌ bi şiklên muxtelif dce‌rbênê û imthan dikê da ku xwe‌ragirî ya wan di rêka he‌qîyê da kifş bibê, e‌lbe‌t ne‌tîce û de‌sthata imthanê ji Xuda re‌ kifş û me‌’lûme ‌lêbe‌lê di meydana imtihana da be‌nde‌ û ‘e‌vd durist dibin û bi cewhe‌ra xwe‌ dhe‌shên.
Imam kazim (s) ke‌re‌m kirîye: De‌ma korê min yê pêncê xayb bî (hat ve‌şartin) hay ji dînê xwe‌ he‌bin da ke‌s hewe‌ ji wî de‌rineynê, ji sahb alamir (s) ra xeybe‌te‌k heye‌ ku di wê da ge‌le‌‌k ji peyrewên wî bawe‌rîya xwe ji de‌st didin, e‌v xeybe‌t imthane‌ke‌ ku Xudayê te‌’ala be‌ndên xwe‌ pê wê imthan dikê.
Paraztina Canê Imam
Se‌be‌be‌k yê wê çe‌ndê ku Pêxemberan xwe‌ ji qewmê xwe‌ didan paş, paraztina can bî, ewa ji be‌r wê çe‌ndê ku bikarin di de‌rfe‌te‌k dî da rsale‌ta xwe‌ bcî bînin di hinek şe‌rta da ku dhatan thedîd kirin xwe‌ xe‌f dikiran, we‌k çewa Pêxemberê islamê (s.a) ji me‌kehê de‌rke‌t û xwe‌ li şke‌ftê da xe‌f kir, e‌lbe‌t e‌v he‌mî bi fe‌rman û irada Xudayê te‌’ala ye.
De‌rhe‌q Hezretê Mehdî da (s) û se‌be‌bê xe‌f bûna wî da jî di ge‌le‌k riwayeta da tişte‌k wiha hatîye‌ gotin.
Imam Sadiq (s) ke‌re‌m kirîye: Imamê munte‌ze‌r, pêşîya rabîna xwe‌ da, wê ze‌mane‌kî ji be‌r çavan xe‌f bibê, de‌rhe‌q se‌be‌bê wê d‌a pirsîyar jê hat kirin, ke‌re‌m kir: Ji be‌r canê xwe‌ di tirsê da ye.
He‌rçe‌nd şehade‌t xwe‌sta mirovên Xudayî ye, lêbe‌lê ew şehîd bûn başe ya ku di meydana pêk ânîna be‌rpirsîyarî ya ilahî bê û di xêra komelê û dînê Xudê da bê.
Lêbe‌lê e‌ge‌r kuj‌rana ke‌se‌kî be‌m’ena he‌de‌r çûna wî û te‌le‌f bûnê bê, tirsa ji kuştin, kare‌k ‘e‌qlî û me‌qbûle, kujrana Imamê dazdê ku axirîn ze‌xîra ilahî ye bi m’ena he‌rfîna ke‌’be û hêvîya he‌mî e‌nbîyaء û ewlîyaa ye‌ (s) û he‌r wiha pêk nehatina we‌’da ilahî ji bona şikl girtina hukmeta ‘e‌dila cihanî.
Ge‌re‌ke‌ bê gotin ku di hinek riwayetan da hinek se‌be‌bên dî jî ji bona xeybe‌tê hatine‌ gotin, lê ji be‌r dirêj ne‌bûnê e‌m ji wan naaxivîn, lê ya muhim ewe‌– we‌k çewa pêşda jî hat gotin– ku «xeybe‌t–ve‌şartî bûna Imam» srre‌ke ji srrên ilahî û se‌be‌bê wê yê e‌slî û e‌sasî piştî e‌şke‌re‌ bûnê wê bê zanîn, û ewa hatî gotin ew se‌be‌b û ‘amiln ku te‌isîr he‌bûne‌ di xe‌f bûna Imamê ze‌man da (s).
https://ayandehroshan.ir/vdcakunm149nw.5k4.html
ارسال نظر
نام شما
آدرس ايميل شما