A- Qur’an Qur’ana pîroz serkhenî ya zelala zelaltirîn zanînên ilahî ye û ew hkmet û zanînên ku beşer muhtacê wa ne têda hene, kitabeke seraser rastî û duristî ku xeberên bûrî û hêj bêyan têda hatine û qe çi heqîqet negotî niheştine, elbet ronahî ye ku heqîqetên berfrehên ‘alemê hemî di kwîratî ya ayetên ilahî da veşartî ne û tinê ewên kwîratî ya m’ena wan zanin dikarin bi va heqîqetan bihesin, ew jî ehlê Qur’anê û mufesrên wê yên heqîqî ne ku Pêxemberê ekrem (s.a) û binemala wî ya pakin. Rabûn û şûrişa axirîn sefîrê ilahî ji mezintirîn heqîqetên cihanê ye ku di gelek ayetên Qur’ana kerîm da jê hatîye behs kirin û riwayetên zehfî di tefsîra wa ayeta da hatine ku emê işare bikîn bal çendeka ve: Di ayeta 105 ya sûretê enbîya da hatîye: « bê şik di pey zikirê da (tewrat) me di zebûrê da nivîsîye ku bendeyên min yên qenc mîratberên ‘erdê ne» . Imam Baqir (s) kerem kirîye: Mexsed ji ‘evdên qenc ku mîrasa ‘erdê ji wara ye, Imam Mehdî (s) û yaranên wî ne. Ayeta 5 ya sûretê qeses kerem dikê: « we nrîdu en nemunne ‘ele llezîne istez’efu fî al erz we nec’elehum eimmeten we nec’elehum el warisîn – me irade kirîye ku em qencîyek zehfî li mustez’efa bikîn û ewa bikîn Imam û mîratberên ‘erdê». Imam ‘Elî (s) kerem kirîye: Mexsed binemala Pêxemberin wî ne (s.a) wê Xudê te’ala piştî xebat û zehmetê wan Mehdî, ewê ji vê binemalê rakê û ewa bighênê bilindtirîn dereca ‘ezîzî û qûet û qudretîyê û dujminê wan bi şiklek dijwar zelîl bike. Di qetek ji ayeta 86 ya sûretê eûd da hatîye: «, , bqîة alle xîr lkm an kintm mؤminîn – beqîyetullah ji hewe ra baştire eger hûn mumin bin». Imam Baqir (s) kerem kirîye: Dema Mehdî (s) eşkere bibê wê pala xwe bidê dîwarê ke’bê û ewilîn gotina ku bêjê ev ayete. Vêca paşê dibêjê: Ezim beqîyetullah di ‘erdê wî da û ezim cîgir û hucceta wî li ser hewe, vêca heçî kesê bixazê selamê bidîyê, dibêjê: alslam ‘lîk ya bqîة alle fî arze. Di ayeta 17 ya sûretê hedîd da hatîye: Bizanin ku brastî Xudê wê piştî mirina ‘erdê ewê sax ve bikê, muheqeq eve me ayet ji hewere beyan kirin da belkî hûn bidin ‘eqlê xwe». Imam Sadiq (s) kerem kirîye: Mexsed eve ku piştî mirina ‘erdê ji ber zulma serûkên li rê xelet, wê Xudê te’ala ‘erdê sax bikê pê ‘edaleta Hezretê Mehdî (s) di dewrana eşkere bûna wî da. B- Riwayat Behsa Imam Mehdî (s) ji wa behsa ye ku wê derheqê da gelek riwayet di destê me da hene û besaberûkên muxtelifên jîyana wî dikin, wek ji dayk bûna wî, dewrana zarukî ya wî, veşartina wî (xeybeta wî) ya kurt û dirêj (suxra û kubra) nîşanên der ketin û eşkere bûna wî û hukmeta wî ya cihanî, ev rwaye ji pêşkarên dînî hatine riwayet kirin, her wiha kûmek riwayet hene ku derheq taybetî yên bedenî û exlaqî daxivn û ji taybetî yên zemanê veşartina wî û seratî û kirha wayên hêvîya hatina wî behsê dikin, û ya xweş eve ku gelek ji va riwayetan hem di kitêbên sunîya da û hem jî di yên şî’a da hatine, her wiha gelek ji hedîsên derheq Imam Mehdî da (s) di dereca «tewaturê» da ne. Ev jî gereke bê gotin ku yêk ji taybetî yên ewî hezretî eve ku me’sûman hemî yan (s) axiftinên petî derheq wî da gotine ku derheq wî da kûmek ji zanîna berhevê serhef bîye û muhimî ya qîyam û rabîna ewî perçemvanê (aldarê) ‘edaletê nîşan didin, munasbe ku li vêderê em ji her yêk ji wa riwayetekî bînin: Pêxemberê ekrem (s.a) kerem kirîye: Xwezka wî kesê Mehdî (s) bibînê û xwezka wî kesê hej wî bikê û xwezka wî kesê Imameta wî bawer bike. Imam ‘Elî (s) kerem kirîye: Hêvîya [ferec u] berfireheyê bin [j âlê muhemmed (s.a) ra] û ji rehmeta Xudê bê hêvî nebin, brastî ku mehbûbtirînê kar û ‘emelan bal Xudayê mezin, intizara ferecê ye. Di lewha fatima zhera da (s) hatîye ku: Paşê ji ber rehmeta li ser cihanî yan ezê silsila wesîyan pê korê Imam hesenê ‘Eskerî (s) kamil bikm; ew kesê ku xweyê kemala mûsa (s) û mezinahî ya ‘îsa (s) û sebra Eyyûbe (s). Imam hesenê mucteba (s) kerem kirîye: - di riwayetekî da ku behsa zehmetî yên zemanê piştî Pêxember (s.a) dikê - Xudê wê di âxirê zeman da zelamekî rakê wê bi rêka melaiîketên xweve ârîkarîya wî bikê û yaranên wî biparêzê û wê ewî ser hemî runştî yên di ‘erdê da bêxê wê ew ‘erdê tejî bikê ji ‘edalet û ronahî û delîlên eşkere, , xwezka wî yê zemanê wî bibînê û gotina wî gohlê bibê. Imam huseyn (s) kerem kirîye: Wê Xudê pê wî ‘erdê mirî sax bikê û pê wî wê dînê heq ser hemî dîna bêxê herçend nel ser dilê muşrka bê, ji wî ra veşartinek heye ku di wê da wê kûmek ji dîn bizivirin û kûmek dî wê di dîn da qayîm bimînin, muheqeq ewê di zemanê xeybeta wî (veşartî bûna wî) da sebr bikê li ser ezîyet û inkaran, û xwe ragirê wek wî kesî ye ewê li berahîka resûlê Xudê da (s.a) pê şwîr cihadê bike. Imam secad (s) kerem kirîye: kesê di zemanê veşartî bûna qaimê me da li ser dustînî ya me sabt bmînê, Xudê xêra hezar şehîda ji şehîdên bedir û iuhudê didîyê. Imam Baqir (s): Wê zemanek ser xelkê da bê ku wê Imamê wan bê veşartin, vêca xwezka wa kesên di wî zemanî da li ser vî emirî [mesela ulayetê] sabt bimînin. Imam Sadiq (s): ji bona qaim (s) du veşartin hene, yêk kurte û ya dî dirêj. Imam kazim (s): Wê Imam ji ber çavê xelkê xef bibê, lêbelê bîra wî ji dilê mumina naçê. Imam Riza (s): Dema rabê wê ‘erd pê nûra wî ronahî bibê û wê ew terazu ya ‘edaletê xelkê ra deynê, vêca êdî kesî zulmê li kesî nakê, Imam cewad (s): qaimê me ewe yê ku di zemanê xeybeta wî da lazime xelk bimînin hêvîyê û dema rabî gohdarê wî bin. Imam hadî (s): Imamê paş min korê min hesene û piştî wî korê wî «qaim»e; ewê ‘erdê tejî zulm bûyî tejî ‘edalet dike. Imam hesenî ‘Eskerî (s): Hemd ji wî Xudayî ra ewê ez ji dinyayê nebrîm, heta cîgirê min nîşa min kirî, ew ji nezer xelq û xulq ve şebîh tirîn kese ji Resûlê Xuda ra (s.a).