تاریخ انتشاريکشنبه ۱۱ مهر ۱۳۸۹ ساعت ۱۲:۵۴
کد مطلب : ۴۹۶
۰
plusresetminus
...
Cihan Li Be‌rahîka Zahir Bûnê Da
Di pişkên bûryî da, me de‌rhe‌q xeybe‌t û xe‌f bûna Imamê dazdê û fe‌lse‌fa wê da xe‌be‌r da; ew axirîn hucce‌tê Xuda xe‌f bu d‌a ku piştî be‌rhe vbûna ze‌mîna e‌şke‌re‌ bibê û cihanê ji tîrojên hidayeta xwe ya muste‌qîm behre‌me‌nd bikê, be‌şe‌rîye‌tê dikarîya di dewrana xeybe‌tê da bi âwaye‌kî we‌re‌ng ‘e‌me‌l bikê ku di zûtirîn de‌ma da şe‌rt û mercên hazir bûna Imam cî bcî bikê lêbe‌lê ji be‌r peyrewî ya ji şeytan û hewayê ne‌fsê û dûr mayîna ji te‌rbîye‌ta durista Qur’anî û qe‌bûl ne‌kirina we‌laye‌t û rênimunî ya paka (s) ji rê de‌rke‌t û he‌r ruj âvahî yê siteme‌kî di ‘e‌rdê da deyna û zulm û xirabî berfireh kir, pê bijartina e‌vê rêkê giheşt de‌sthate‌k xirab, cihane‌k te‌jî zulm û ne‌he‌qî û xirabî û fe‌sad; rojên valeyê ji emnîyeta e‌xlaqî û rewanî, jîyane‌k dûrê ji me‌’newîye‌t û pakî yê û kûme‌k te‌jî ji zêde‌ gavî ya û ne‌dîtî gir‌tin û bin pî kirina he‌qê jar û be‌le‌ngazan bî hasilê kiryarên mirovên dewrana xeybe‌tê, e‌v he‌qîqe‌ta ku di ke‌lamê me‌’sûma da li se‌da salên pêşîyê da jê hatî axiftin û te‌swîrê wê yê re‌ş hatî kişandin:
De‌ma tu bibînî zulm û sitem berfireh bûye û Qur’an hatîye ji bîr kirin û bi hewayê ne‌fsê tê te‌fsîr kirin û ehlê batil pêşî ji ehlê he‌qî yê standi ne, mirovên xwey îman bê de‌ng bûne û girêdana mirovanî yê hatîye ‌brîn, ziman hulîtî pir bûye û rêkên qe‌ncî yê bê rêwingî û rêkên xirabî yê bûne ‌cihê tewe‌ccwhê û he‌lal hatîye ‌he‌ram kirin û he‌ram hatîye‌ caiz kirin û se‌rmayên me‌zin di rêka xe‌ze‌ba Xuda da hatine ‌me‌sref kirin, xarina rişwetê di nav de‌stbikarên dewle‌tê da berfireh bûye û se‌rge‌rmî û mijûlahî yên ne ‌salim we‌re‌ng berfireh bûne‌ ku ke‌s newêrê pêşîya wê bigirê, û guhlêbûna he‌qîqe‌tên Qur’anê li se‌r xe‌lkê giran bên, lêbelê se‌h kirina batil sehl û rihet bê, ji bona (xêncî)xeyrî Xudê biçî zîyare‌ta mala Xudê, xe‌lk dil re‌q bibê (de‌ma te ‌dît ku e‌v we‌z’e û halê xe‌lkê ye) hay ji xwe ‌he‌be û xilasî ya ji vî we‌z’î ji Xuda bixaze ‌(hingê fe‌re‌c, nêzîke).
Elbet e‌v te‌swîra re‌ş ji dewrana pêş zuhûrê, rûme‌tê (xalbê) zêdetirê wê dewranê ye, çiko di wî ze‌manî da jî ew dîn bawe‌rên he‌qîqî he‌ne‌ ku li se‌r sûza xwe di ge‌l Xuda qayîm mane û hay ji sînurên xwe yên bawe‌rîyê mane û ewa diparêzin û di fe‌sad‌a dûr û be‌ra d‌a na`helin û se‌r nivîsa xwe bi ‘aqibe‌ta xe‌rabên dî ve ‌girê nadin, e‌vênhe ji baştirîn be‌ndeyên Xuda û peyrewên Imamên nûrê ne, ku di riwayetên ze‌hfî da be‌hsa başî ya wan hatîye ‌kirin û pe‌snê wan hatîye ‌dayîn, e‌vênhe, he‌m ew bi xwe ‌pak jîyane û dijîn û he‌m yên dî jî ji pakî yê ra gazî dikin, çiko bi başî zanin ku bi rêka berfireh kirina qencîyan û âva kirina dûr û be‌re‌k bêhn xwe‌ş ji bêhna gulava îmanê mirov dikarê e‌şke‌re ‌bûna Imamê başîyan pêş bêxê û pêşe‌kî yên qîyama hukmeta wî hazir bikê, çiko ze‌mane‌kî qîyama di be‌rabe‌rê xirabîyan da mumkine ‌ku muslihê mew’ûd hinek ârîkar he‌bin. e‌v bîru hizr nuqta muqabila ewê hizra batila ne‌qe‌bûle ‌ku bilav kirina fe‌sadê ji bona zû ke‌tina zuhûrê lazim zanin, rastî ma gelo layiqe ehlê îmanê li be‌ra be‌rê kirêtî û xirabî ya da bê de‌ng bibin he‌ta ku fe‌sad berfireh bibê û ze‌mîna zahir bûnê bi vê rêkêve ‌pêk bê? gelo pêş êxistina başî û se‌ratîyan nikarê zahirbûna Imamê qe‌ncan nêzîk bikê?
fe‌rîza emrê bi me‌’rûf û nehya ji munke‌r ji te‌klîfa qe‌t’î ya he‌r musulmane‌kîye ‌ku di çi ze‌man û ciha da çav jê nayê gir‌tin , vêca nixwe ‌çewa çê dibê ku ji bona pêş ke‌tina zahirbûnê mirov bikar bê zulm û fe‌sadê berfireh bikê û pêş bêxê.
We‌k ‌çewa ku Pêxemberê giranqe‌dir (s.a) ke‌re‌m kirî:
Di xilase‌ka vê ummetê da wê qewme‌k he‌bê ku wê we‌k musulmanên ewilê islamê xêrdar bin, ew emrê bi me’rûf û nehya ji munke‌r di kin û di ge‌l ehlê fitnî (fe‌sadê) dikevin şe‌r.
Xêncî ji vê jî, ewa riwayetên ze‌hfî dibêjin, te‌jî bûna cihanêye ji zulm û sitemê û eva he‌ ne bi m’ena zalim bûna he‌mî mirovaye, be‌lkî he‌ma we‌k pêşda rêka Xudê wê peyrewên xwe ‌he‌bin û bêhna xwe‌şa qe‌ncî û başîyan wê di cîyên cûr bi cûr da li be‌r me‌şamê bikevin.
Vê gorekê, cihana pêşîya zuhûrê da e‌ge‌r çi dewrane‌k te‌hle (tale) lêbe‌lê wê pê dewrana şîrîna zahir bûnê xilas bibê, he‌rçe‌nd ku ze‌manê fe‌sad û zulmê ye ‌lêbe‌lê pak bûn û gazî kirina yên dî ji pakî yê ra ji we‌zîfe û be‌rpirsîyarî yên he‌tmî yên muntezira ne, û di zu ke‌tina fe‌re‌ca âlê muhe‌mme‌d (s.a) da te`sîre‌k ‌muste‌qîm heye.
Emê vê pişkê pî axiftine‌kî ji Imam Mehdî (s) xilas bikîn:
Me ji peyrewên me ‌dûr nakê xêncî ji wa kiryarên wan ku digihên me û li me ‌ne‌xwe‌ş tê û e‌m layiqê wan nizanîn,
https://ayandehroshan.ir/vdccaeq082bqo.la2.html
ارسال نظر
نام شما
آدرس ايميل شما