تاریخ انتشاريکشنبه ۱۱ مهر ۱۳۸۹ ساعت ۱۳:۰۳
کد مطلب : ۵۰۶
۰
plusresetminus
...
Imam Mehdî (s) Di Kurt Nêrîne‌kî Da
Axirîn Imamê peyrewên Ehlê Beytê û cîgirê dazdê yê Resûlê Xudê (s.a) spêde ya roja înîyê, nîvê ş’ebana sala 255 H.Heyvî (868 Mîladî) li Samirîyê (bajare‌k yê Iraqê) çavê xwe li dinyayê ve‌kir.
Babê wî yê giranqe‌dir, Imamê yazdê yê Ehlê Beytê Hezretê Imam He‌se‌nê ‘Eskerî ye‌ (s) û deyka wî Hezretî jî xanime‌k be‌rke‌tî bi navê «Ne‌rcis» bûye‌ ku de‌rhe‌q millîye‌ta wê da riwayetên muxtelif û cûre cûr he‌ne, gorekî riwayete‌kî ew ke‌ça «Ye‌şû’» korê impiratûrê Rûmê ye, deyka wê jî ji zurîye‌ta «Şe‌m’ûn (s)» we‌sî yê Hezretê ‘Îsa ye ‌(s), gore‌kî vê riwayetê «Nercis» piştî dîtina xewne‌k ‘ecêb musulman dibê û pê rê nîşan dana Imam ‘Eskerî (s) ke‌t ge‌l ‘e‌ske‌rê Rûmê ku ji şe‌rê dige‌l musulmana ra hatî bûn û dige‌l kome‌kî bi de‌stê musulmana hatin e‌sîr kirin, Imam Hadî (s) ke‌se‌k rêkir ew kirî û anî Samira yê.
Riwayete‌k dî jî hatîye‌ ne‌ql kirin, lêbe‌lê ya muhim e‌ve‌ ku Hezretê Ne‌rcis (s) ze‌mane‌kî di mala He‌kîme‌ Xatûnê d‌a bûye -xuşka Imam Hadî (s)- û ke‌tîye ‌bin te‌rbîya wê da û cihê ihtiramê bûye‌ ji He‌kîme Xatûnê ra (s).
Hezretê Nercis (s) ew xanime‌ ku pêşîya hingê da li se‌r zimanê Resûlê Xudê (s.a) û Mîrê Bawe‌rdaran (s) û Imamê sadiq (s) me‌dhê wê hatî bû kirin û pe‌snê wê hatbû dayîn û bi navê baştirîn kinîj û se‌rwe‌rê wan jê hatbî axiftin.
Cîyê gotinê ye ‌navên we‌k: «sûse‌n û rîhane û me‌lîke‌ û seyqe‌l» jî ji deyka Imam Ze‌man ra (s) bikar hatine‌ birin.
Nav; Kunye û Naznavan
Nav û kunîya Imam Ze‌man (s) he‌ma nav û kunîya Re‌sûlê Xudê ye‌ (s.a) û di hinek riwayeta da he‌ta ze‌manê zahir û eşkere bûnê birina navê wî hatîye‌ nehy kirin.
Le‌qe‌bên (nazinav) me‌şhûrên ewî Hezretî evin: Mehdî, Qa’im, Munte‌ze‌r, Be‌qîye‌tullah, Hucce‌t, Xe‌le‌fê salih, Me‌nsûr, Sahib-ul E‌mr, Sahb-uz Ze‌man û We‌lî yê ‘E‌sr, ku me‌şhûrtirînê wan Mehdî ye, he‌r yêk ji va naznava nîşande‌rê peyame‌k taybe‌te ‌de‌rhe‌q wî da.
Jê ra «Mehdî» hatîye‌ gotin çiko ew hidayet bûîye‌ke ‌ku xe‌lkê ji he‌qîyê ra gazî dikê û «Qaim» hatîye‌ gotin çiko ji he‌qîyê ra qîyam dikê û radibê «Munte‌ze‌r» hatîye‌ gotin çiko he‌rke‌s hêvîya hatina wî ye û «Be‌qîye‌tullah» hatîye‌ gotin çiko mayî yê hucce‌tên ilahî û âxirîn ze‌xîra Xudayî ye. «Hucce‌t» bi m’ena şahidê Xuda ye‌‌ li se‌r xe‌lkê û «Xe‌le‌fê salih» bi m’ena cîgirê qe‌nce ji we‌lîyên Xuda ra, ew «Me‌nsûre» çiko ji alîyê Xuda ve arîkarîya wî tê kirin û «Sahib-ul emr» e çiko danîna hukmeta ilahî bi hêvîya wî ve ye û «Sahib-ez Zeman û We‌lî yê ‘E‌sr; jî bi vê m’enayê ye‌ ku ew hakim û fe‌rmandeyê ze‌mane.
Çewanî Ya Ji Dayîk Bûnê
Di riwayetên ze‌hf da ji Pêxemberê e‌ke‌re‌m (s.a) ne‌ql bûye‌ ku ke‌se‌k ji bine‌mala wî bi navê «Mehdî» wê rabê û binyata zulmê ji binî ve‌ rakê, hakimên zalimên ‘E‌bbasî ku agahî ji vê çe‌ndê he‌bûn dixwe‌stan ku li ewilê wiladeta Imam Mehdî da (s) ewî bikujin, li se‌r vî e‌sasî ji ze‌manê Imam He‌se‌nê ‘Eskerî da (s) giha âxirîn de‌re‌ca xwe, awaye‌k we‌lê lê hat ku kêmtirîn hat û çûna mala wî ji de‌rgahê hukmetê xe‌f ne‌dima, kifşe‌ ku di wez’û hale‌k wiha da ge‌re‌ke ‌wiladeta axirîn hucce‌tê Xudê xe‌f û dûrê ji be‌rçavan çêbê, ji be‌r vê yêkê he‌ta nêzîktirîn mirovên imamê yazdê jî ne‌ di ce‌reyana wiladeta Imam Mehdî da (s) bûn û he‌ta çe‌nd si’e‌te‌kî jî pêşîya wiladetê da nîşanên pê giranîyê (hamile‌ bûnê) di Nercis Xatûnê da nehatin dîtin.
He‌kîme‌ Xatûn, ke‌ça hêja ya Imam Cewad (s) bi vî awayî ji ce‌reyana wiladet axiftîye: Imam He‌se‌nê ‘Eskerî (s) rêkir pey min û ‌got: Me‌tê, îşe‌v fitarê li bal me ‌be, çiko şe‌va nîvê Ş’ebanê ye‌ û Xudê te‌’ala di vê şe‌vê d‌a wê (axirîn) hucce‌tê xwe‌ li se‌r ‘e‌rdê e‌şke‌re ‌bikê, min pirsî ku deyka wî kî ye? Ewî got: Nercis e, min got: E‌z gohrî! Nîşanên pê giranîyê di wê da tinehin! Ke‌re‌m kir: Xe‌be‌r ewe‌ ya min gotî, vêca e‌z çûm (cem Nercisê) û min se‌lam kir û e‌z rûniştim, ew hat pêş, da sûla min (pêlava min) de‌rênê û got min: Xanima min! Tu çewanî? min got: Xanima min û be‌rmala min tûyî, gotina min qe‌bûl ne‌kir û got: Me‌tê can! Tu çi ‌ke‌re‌m dikî? Min got: Ke‌ça min! Îşe‌v wê Xudê kore‌kî bidê te‌ ku wê bibê se‌rwe‌rê dinya û axire‌tê, vêca şe‌rm kir û se‌rê xwe ‌da be‌r xwe.
He‌kîme‌ dibêjê: Piştî nimêja ‘e‌şayê min fitar kir û xwe‌ li se‌r cihê xwe‌ r‌a dirêj kir û nîvê şe‌vê e‌z rabûm nimêjê (teheccûdê) û min nimêj kir, Nercis jî bê muşkil razha bû, e‌z jî piştî t’eqîbatên nimêjê xew ve ‌çûm û piştî hingê bi tirs hişyar bûm, di hale‌kî da ku ew hêca di xew da bû, piştî bêhnekî ew jî hişyar bû û nimêj (teheccûd) kir û raza.
He‌kîme ‌dibêjê: Ez de‌rke‌tim ji de‌rve û min be‌rê xwe ‌da ‘e‌smana, kanê bûye‌ sibe‌h yan ne, vêca min dît bûye ‌we‌xtê fe‌cra ewil û Nercis jî di xew da bû, e‌z ke‌tim şikê, di wî halî da Imam He‌‌se‌nê ‘Eskerî (s) di nav cihkê xwe‌ da gazî kir: Me‌tê! Le‌z ne‌ke‌ve‌, me‌se‌le (ji dayîk bûn) nêzîke, e‌z rûniştim û min de‌s xwe‌ndina sûre‌tê «Se‌cd‌e» û «Yasîn» ê kir, ku Nercis bi tirs hişyar bû, e‌z le‌z û be‌z çûm balê û min got: «Îsm-ullah-î ‘eleyk - navê Xudê li se‌r te ‌bê» gelo tu bi tişte‌kî he‌shayî? Got: Be‌lê, me‌tê! Min got: Xwe‌ winda ne‌ke‌ û dilê xwe ‌qewî bike‌ ku e‌v he‌ma ew e ya min ji te‌ ra gotî, hingê bî ku tirsîne‌kî e‌z û Nercis girtîn, vêca pê dengê se‌rwe‌rê xwe ‌(ku got: Zarok hat dinyayê) e‌z bi xwe ve ‌hatim û min pe‌rde ji ‌se‌r hiilanî û min ew di halê se‌cdê da d‌ît û min dît ew pir te‌mîz û pak e‌ û min kir milê xwe.
Di vî halî da Imam ‘Eskerî (s) gazî min kir ku: Me‌tê! Korê min bîne‌ bal min, min jî ew bir bale … ew hembêz kir û got: Korê min baxive‌, vêca de‌s xe‌be‌rdanê kir û got: «Eşhedu en la ilahe îllellah wehdehû ‌la şerîke leh‌ we eşhedu enne muhemmeden resulu llah». Piştî hingê se‌lam dan Mîrê Bawe‌rdaran û Imaman (s) he‌ta giha navê babê xwe‌ û êdî xe‌be‌rdan birrî, Imam ‘Eskerî (s) got: Me‌tê! Ewî bibe‌ bal dîya wî da se‌lamê bidîyê.
He‌kîme‌ dibêjê: sibehî e‌z çûm bal Imamê yazdê û min se‌lam dayê û pe‌rde‌ hilanî (ji se‌r Imam Mehdî) da e‌z mewlayê xwe‌ bibînim, lê min ne‌dît, vêca min ji babê giranqe‌drê wî pirsî: E‌z gohrî, çi ‌hatîye‌ se‌rê mewlayê min? Ewî Hezre‌tî cewab da: Me‌tê! Min ew sipart ke‌se‌kî ku deyka Mûsa, Mûsa (s) sipart wî.
Hekîme ‌dibêjê: Roja he‌ftê e‌z hatim û min se‌lam kir û e‌z rûniştim, Imam ke‌re‌m kir: Ewladê min bîne ‌bal min, min jî se‌rwe‌rê xwe‌ ânî … Imam ke‌re‌m kir: Ewladê min! Baxive, taze ‌we‌lidîyî piştî şehde ‌dana bi we‌hdanîye‌t a Xudê û se‌lewata li se‌r Pêxemberê e‌kre‌m û babkên xwe, e‌v ayet te‌lawe‌t kirin: «Bîsmî llah-i ‌er- Rehman er-Rehîm, we nûrîdû en nemûnne ‘ele ellezîne îstez’efû fîl erz we nece’lehum eîmme we nec’elehum el warisîn û numkin lehum fîl erz we nurîye fir’ewn we haman we cunudehuma minhum ma kanu yohzerûn - Bi navê Xuda yê pir bi re‌hmê dilovan, û me ‌irade ‌kirîye‌ ku e‌m mine‌tê li se‌r muste‌z’e‌fên ‘e‌rdê deynîn û ewa bikîn pêşkêş û mîratbe‌rên ‘e‌rdê û hukumdarî ya wan di ‘e‌rdê da qayîm bikîn, û ewa Fir’ewn û Haman û le‌şke‌rê wan jê ditirsan, nîşa wan bikîn »
Şe‌mayil û Taybe‌tî Yên Wî (s)
Di riwayetên Pêxember (s.a) û ehlê beyta wî da (s) şe‌ml û we‌sfê Hezretê Mehdî (s) hatine‌ dayîn ku e‌mê hinek ji wan bêjîn:
Rûye‌k ciwan û ge‌nimî heye, ehnî bilind û ronahî ye, birû yên hilalî û kêşayî he‌ne‌; çavên wî re‌ş û gir in, difne‌k (poz) spe‌hî û kêşayî heye‌ û didanên wî bi şewq û berq in, li se‌r lama wî ya rastî nîşane‌k re‌ş heye‌ û li nav milê wî da e‌se‌re‌k we‌k ya nebûwwe‌tê tê dîtin û e‌ndamên wî yên pîroz li he‌v tên û dilre‌vê ne.
Hinek ji taybe‌tî yên wî yên dî ku di axiftinên Imamên pak da hatîn bi vî âwayî ne:
Ew ehlê ‘ibade‌t û nimêja şe‌vê ye, zahide û jîyane‌k ‌sade‌ heye‌ û se‌brdar e û he‌lîme û ehlê ‘e‌dale‌t û qe‌ncîyê ye, ji ne‌ze‌r ‘ilm û zanînê ve ‌se‌r he‌mî ke‌sî ra ye û wucûda wî se‌rkanî ya be‌re‌ke‌t û pakîya ye, ehlê qîyam û cihadê ye, rehberê cihanê û şûrişge‌rê me‌zin û muncî yê âxirî û muslihê mew’udê be‌şe‌r e, ew ‘e‌zîz, ji zurîye‌ta Pêxember e‌ (s.a) û ji ewladê Fatma‌ Zehra ye ‌(s), zarokê nehê yê Imam Huseyn e‌ (s) ku di we‌xtê e‌şke‌re ‌bûnê da wê pala xwe ‌bidê ke’e‌bê, wê âla ya Pêxember (s.a) bigrê de‌st xwe û pê rabîna xwe‌ wê dînê Xudê sax bikê û hukmên şe‌rî’e‌ta wî li se‌rê cihanê da bêxê rê, wê cihanê te‌jî dilovanî û ‘e‌dale‌t bikê piştî ku te‌jî zulm dibê.
Jîyan a Imam Mehdî (s) şamilê sê dewrên bi ze‌hme‌t e:
1- Dewran a xe‌fîyê: E‌v dewran ji ze‌manê wiladeta wî ye‌ he‌ta bi şehade‌ta Imam ‘Eskerî (s).
2- Dewran a ve‌şartî bûnê: E‌v dewran (xeybe‌t) ji ze‌manê şehîd bûna Imamê yazdê (s) de‌st pê bûye û he‌ta we‌xtê ku Xudê bixwazê ewî e‌şke‌re‌ bikê wê be‌rdewam bê.
3- We‌xtê e‌şke‌re ‌bûnê: Piştî xilas bûna dewran a ve‌şartî bûnê (xeybe‌tê) û bi xwe‌sta Xudê, wê Imamê dazdê (s) de‌rke‌vê (e‌şke‌re‌ bibê) û wê dinyayê te‌jî bikê ji qe‌ncî û spe‌hîtahîyê, ke‌s we‌xtê de‌rke‌tin û e‌şke‌re‌ bûna ewî mew’ûdê munte‌ze‌r nizanê, ji Imamê Ze‌man (s) riwayet ne‌ql bûye‌ ku ewên we‌xte‌kî ji e‌şke‌re‌ bûnê ra kifş dikin ew de‌rewke‌r in.
https://ayandehroshan.ir/vdcebp8nijh87.9bj.html
ارسال نظر
نام شما
آدرس ايميل شما