تاریخ انتشاريکشنبه ۱۱ مهر ۱۳۸۹ ساعت ۱۳:۰۴
کد مطلب : ۵۰۷
۰
plusresetminus
...
Taybe‌tî Yên Imam
Cîgirê Pêxember (s.a) ku dewamde‌rê heyata dînî û cewabde‌rê ihtîyacî yên be‌şe‌r e, ke‌saye‌tîye‌k ve‌qe‌thayî ye û gore‌kî me‌rte‌be‌ û rehberî ya xwe‌ hinek taybe‌tî he‌ne, hinek ji wa taybe‌tîyan ev in:
Te‌qwa û tirsa ji Xudê û he‌bûna me‌le‌ka ‘ismetê, bi âwaye‌k we‌re‌ng ku biçûktirîn gune‌h ji wî çênabin.
‘Ilm û zanîn ku ji se‌rkhenî ya ‘ilmê Pêxember (s.a) hatîye‌ girtin û bi ‘ilmê xudayî ve‌ girêdayî ye, û vê gorekê cewabderê he‌mîya ye li be‌hsên maddî û m’enewî û dîn û dinyayê d‌a.
Xe‌milandî ye‌ bi fe‌zîle‌t û se‌ratî û e‌xlaqên hêjayî û xe‌be‌rdanên bilind.
He‌bûna qudre‌t û karîna idara komela be‌şe‌rî û rêbe‌rî ya kar û barê wan li se‌r e‌sasê zanînên dînî.
Pê di ne‌ze‌r girtina taybe‌tî û sife‌tên jorî ku ji Imam ra he‌ne, kifşe‌ ku bijartina ke‌se‌kî bi vî awayî ji karîna xe‌lkê de‌re û tinê Xuda ye‌ ‌ku pê he‌bûna ‘ilm û zanîna bê xilase‌k dikarê cîgirên Pêxember (s.a) bibijêrê, vê gorekê ji muhimtirîn taybe‌tî yên Imam danîna wî ye‌ ji âlîyê Xuda ve, û ji be‌r muhimmî ya e‌va taybe‌tî yan bi ‌kurtî e‌mê ji he‌r yêkî baxivîn:
‘Ilm Û Zanîna Imam
Imam ku pêşkar û rehberê xe‌lkê ye, divê dîn nas bê û ji he‌mî âlîya ve‌ nas bikê û bi qanûnên wê âgahîye‌k tam û kamil he‌bê û he‌r wiha te‌fsîra âye‌tên Qur’an ê baş bizanê û bi sunneta Pêxember (s.a) jî tam âgah ‌bê û me‌’arifên dînî beyan bikê û he‌mî pirsîyarên xe‌lkê di he‌mî me‌se‌la da cewab bidê û bi baştirîn şikl ewa rênimûn bikê, e‌şke‌re ye ‌ku me‌rce‌’e‌k ‘ilmî yê bi vî âwayî cihê pê bawe‌rî ya xe‌lkê dibê û e‌v piştîvanî ya ‘ilmî tinê bi rêka girêdana bi ‘ilmê ilahî ve‌ çê dibê û ji be‌r vê ye‌ ku şî’e li se‌r vê bawe‌rîyê ne‌ ku ‘ilm û zanîna Imaman û cîgirên he‌qîqî yên Pêxember (s.a) ji ‘ilmê bê binî yê Xudayî hatîye‌ girtin.
Imam ‘Elî (s) de‌rhe‌q nîşanên Imamên xe‌lkê d‌a ke‌re‌m kirîye: «Imam zanatirîn ke‌se‌ bi he‌lal û he‌ramên Xuda û bi e‌hkamên muxtelif û ewamir û newahî yên wî û he‌çî ya xe‌lk muhtacê wê ne»
‘Ismeta Imam
Yêk ji sife‌tên muhim yên Imam û şe‌rtên e‌sasî yên Imame‌tê «‘ismete» û ew me‌le‌keye‌ke‌ ku ji zanîna he‌qîqe‌tan û irada wî ve‌ çê dibê, û ji be‌r ku e‌v he‌rdu di Imam da he‌ne, xwe ji kirina gune‌h û xe‌le‌tîyan paşda didê, Imam he‌m di nas kirin û beyankirina me‌’rîfe‌tên dînî d‌a û he‌m jî di ‘e‌me‌l kirin û kiryarê da û he‌m jî di nas kirina me‌sle‌he‌t û mexse‌da cami’a islamî da ji imtîna me‌’sûme,
Ji bona me‌’sûm bûna Imam de‌lîlên ‘e‌qlî û ne‌qlî (ji Qur’anê û ji riwayeta) he‌ne‌ û ji muhimtirîn de‌lîlên ‘e‌qlî, ev in:

A- Parastina dîn û rê û re‌sma dîndarîyê di girowa me‌’sûm bûna Imam da ye, çiko parastina dîn ji xwehrîyê û se‌rast kirina xe‌lkê bi hêvîya Imam ve ye û ne ‌tinê xe‌be‌rdana wî be‌lkî kiryarên wî û te‌’yîd û te‌’yîd ne‌kirina wî nisbe‌t bi ‌’e‌me‌l û kiryarên yên dî di kiryar û rabîn rûniştina komelê d‌a te‌’sîr heye, nixwe‌ ge‌re‌ke di fêhm kirina dîn û ‘e‌me‌l kirina di wê da ji he‌mî şimtîna (te‌hisîna) parastî bê da ku peyrewên xwe‌ bi âwaye‌k durist se‌rast bikê.
B- Yêk ji de‌lîlên ihtîyacî ya xe‌lkê ji Imam ra e‌ve‌ ku xe‌lk di nas kirin û ‘e‌me‌l kirina di d‌în d‌a ji xe‌le‌tîyê di êmnahîyê da nînin, vêca e‌ge‌r rehber bi vî âwayî xe‌lkê rê ve‌ bibê, wê çewa ji wa re‌ cihê pê bawe‌rîyê bê? Bi beyane‌k dî: E‌ge‌r Imam ne‌ me‌’sûm bê wê xe‌lk di peyke‌tina wî da û di pêk ânîna he‌mî de‌sturên wî da bikevin nav şik û dudilîyê ra.

Hinek âye‌tên Qur’anê jî dikin lazimê xwe‌ ku Imam ge‌re‌ke ‌me‌’sûm bê, yêk ji wan, âye‌t a 124 ya «Sûre‌tê Be‌qe‌re‌» ye, di vê ayeta pîroz da hatîye‌ ku piştî me‌qam û me‌rte‌ba Pêxemberîyê Xudê Te‌’ala me‌rte‌ba Imame‌tîyê d‌a Hezretê Ibrahîm (s); vêca hingê Hezretê Ibrahîm ji Xudê xwe‌st ku me‌qam û me‌rte‌ba Imame‌tîyê di nav ne‌sla wî (zu‌rrîye‌ta wî) da jî deynê, hingê Xudê Te‌’ala wiha ke‌re‌m kir: «‘Ehda min (Imame‌t) nagihê zaliman», yanî me‌rte‌ba imame‌tîyê taybe‌tê wê zurîye‌ta Ibrahîm e‌ (s) ku ne ‌zalim bin.
Di vî halî d‌a ku Qur’an a pîroz şirîk çêkirina ji Xudê re ‌zulma me‌zin zanîye‌ û he‌r wiha he‌m zêde‌gavî yên di de‌stûrên ilahî d‌a (=gune‌h) zûlm kirina li ne‌fsê he‌sab kirîye; he‌rke‌s di we‌xte‌k‌ yê jîyana xwe ‌d‌a gunehe‌k kirbê, ew zalim bûîye‌ û ne‌ layiqê me‌qam û me‌rte‌ba Imame‌tê ye.
Bi beyane‌k dî: Şik tinne‌ ku Hezretê Ibrahîm (s) ji wê de‌sta zurrîye‌ta xwe ‌re‌ ku di he‌mî ‘emrê xwe‌ d‌a gunehkar û ân ji ewil ve‌ qe‌nc û paşê gunehkar bûyîn, Imame‌t ne‌xwe‌stî ye; vê gorekê du de‌ste‌ dimînin:
1 – Ewên ewil gunehkar û paşê tewbe ‌kirîn û bûyîn ji qe‌ncan.
2 –Ewên qe‌t gune‌h ‌ne‌kirîn û Xudê Te‌’ala di vê ayeta Qur’anê d‌a de‌sta ewil cida kirîye û jê de‌ranîye, vêca ne‌tîce û de‌sthat dimînê e‌v ku me‌qam û me‌rte‌ba Imame‌tê tinê dighê de‌sta duwê.
Idare Kirina Kom û Cam’iê
Çiko mirov mewcûde‌k ictima’î ye‌ û kom û ictima’ê li se‌r rih û rewan û me’emleta wî te‌’sîre‌k pir zêde‌ heye‌ lazime‌ ku ji bona te‌rbîya durist û pêş ke‌tina wî bi âlîyê nêzîk bûna bal Xudê ve ‌ze‌mîne‌ û ‘e‌rdên munasibên komelaye‌tî çêbin û eva he ‌jî li bin sîbe‌ra hukumet û re‌jîme‌k ilahî d‌a mumkin dibê, nixwe‌ ge‌re‌ke‌ imam û pêşkêşê xe‌lkê karîna idare ‌kirin û rê ve‌ birina kar û barê komelê he‌bê û pê behre ‌girtina ji te‌’alîmên Qur’anê û sunneta ne‌bewî (s.a) û istifade ‌kirina ji we‌sîlên bikêrê xîmê hukumeta islamî diparêzê.
Xe‌mla Ke‌malatên Exlaqî
Imam ku pêşkêşê komelê ye ‌ge‌re‌ke‌ ji he‌mî xirabî û re‌zale‌tên e‌xlaqî dûr bê û xweyê he‌mî e‌xlaqên ke‌malê bin di bilindtirîn me‌rte‌bên wê d‌a, çiko ew bi navê insanê kamil ji peyrewên xwe‌ ra baştirîn nimune‌ tê he‌sabê.
Imam Riza (s) ke‌re‌m kirîye: «Imam hinek nîşan he‌ne: Ew zanatirîn, bi te‌qwatirîn, he‌lîmtirîn, ce‌sûrtirîn, me‌rde‌mêrtirîn û ‘abidtirînê xe‌lkê ye»
He‌r wiha ew di me‌rte‌ba cî girî ya Pêxember (s.a) da li pey hîn kirin û te‌rbîye‌t kirina xe‌lkê ye, nixwe ‌lazime‌ ew ji be‌rî he‌rke‌sî û ji he‌mî ke‌sî pitir xe‌milandî bi e‌xlaqên ilahî bê.
Imam ‘Elî (s) ke‌re‌m kirîye: «Ke‌sê ku xwe‌ ji pêşkêşî ya xe‌lkê ra ve‌da bê, lazime ‌pêşîya hîn kirina xe‌lkê de‌s bavêjê hîn kirina xwe‌ û lazime‌ pê me’emleta xwe, yên dî te‌rbîye‌ bikê pêşîya wê çe‌nd‌ê ku pê gotina xwe‌ ewa te‌rbîye‌ bikê »
D‌anîna Imam Ji Alîyê Xuda ve
Di ne‌ze‌ra şî’an da imam ku cîgirê Pêxembere (s.a) tinê bi fe‌rmana Xuda û bi bijartina wî tê danîn û piştî wê Pêxember (s.a) imam didê nasandin, vê gorekê çi ‌ke‌s ân kome‌kî he‌q nînin ku xwe‌ têke‌l vî karî bikin.
Lazimî ya danîna imam ji âlîyê Xudê ve‌ hinek ‌de‌lîl he‌ne, ji wan de‌lîlan ev in:
A- Se‌r gotina Qur’an a pîroz, hakim û me‌zinê bê qeyd‌ û şe‌rt li se‌r he‌r tiştî Xuda ye‌ û he‌mî lazime‌ ji wî tinê ita’e‌tê bikin û gohdarê wî bin, me‌’lûme‌ ku e‌v hakimîyet çê dibê ku ji âlîyê Xudê ve ji he‌r ke‌sî ra -gore‌kî layiqî û me‌sle‌he‌tê- bê dayîn, vê gorekê we‌k çewa pêxember bi rêka Xudê ve ‌tê bijartin, imam jî pê kifş kirina ilahî me‌zinahîyê (we‌laye‌tê) li se‌r xe‌lkê peyda dike.
B- Pêşda me‌ ji imam ra hinek taybe‌tî yên we‌k ‘ismet û ‘ilmê û … gotin; e‌şke‌reye‌ ku peyda kirin û nas kirina ke‌se‌kî ku e‌v sife‌t têda he‌bin -ew jî di bilindtirîn de‌re‌cê da- tinê bi rêka Xudê ve ‌ku xe‌f û e‌şke‌re yê mirov zanê, mumkine‌ û çê dibê, çewa ku Xudê Te‌’ala di Qur’an a pîroz da gotîye‌ Hezretê Ibrahîm (s): «Min tu ji xe‌lkê ra kirî imam û pêşkar »
Di dûmahîka vê pişkê d‌a munasibe‌ ku e‌m qisme‌te‌kî ji gotina pir spe‌hî û be‌dewa Imamê heştumîn ji ehlê beytê Hezretê Riza (s) bênîn ku de‌rhe‌q me‌qamê imam û taybe‌tî yên wî da ye: Ewa (ke‌sên imame‌t pê bijartinê he‌sab kirîn) ne‌zanî kirin … qey xe‌lk me‌qam û me‌rte‌ba imam di nav xe‌lkê d‌a nas dikin he‌ta ku he‌q bê ku intixab û bijartin a wî bi ‌hêvîya wa ve‌ bihêlê?! Rastî e‌ve‌ ku imame‌t, qe‌dr bilind û me‌rte‌be ‌me‌zin û me‌qam ‘alî û cîyê wê bilindtire û kûrtire ji wê çe‌ndê ku xe‌lk pê ‘e‌qlê xwe‌ bighênê û ân pê hizra xwe ewê bi de‌stve‌ bînin.
Imame‌t me‌rte‌beye‌ke‌ ku Xudayê ‘e‌zîz û ce‌lîl piştî rutba pêxemberîyê û xulle‌tê (me‌qamê xe‌lîlullahîyê) di de‌re‌ca sisê da Ibrahîm (s) … Imame‌t xilafe‌ta Xudê û xilafe‌ta Re‌sûlê Xudê (s) û me‌qamê Mîrê Bawe‌rdaran (s) û mîrasa He‌se‌n û Huseyn e‌ (s), rastî e‌ve ‌ku imame‌t se‌rpêşî ya dînî û se‌be‌bê he‌v girtina musulmana û se‌r bilindî ya mu’mina ye‌ … kamil bûna nimêjê, rojîyê, he‌cê û cihadê û … parastina sînûran bi wî ye.
Imam he‌lalê Xudê he‌lal û he‌ramê wî he‌ram dikê (hukmê wî hukmê Xuda ye) û hudûdên ilahî radigrê û pêk tênê û ji dînê Xudê be‌re‌vanîyê dikê û yê hukme‌t û wez’a qe‌nc û de‌lîla birra ji rêka Xuda ra de‌’we‌t dike.
Imam we‌k rojê ye‌ ku de‌rdike‌vê û ronahî ya wî ‘ale‌mê li be‌r xwe‌ digrê û ew bi xwe li ufuqê da ye‌ ku de‌st û çav nagihênê, imam heyva ronahî û çira ya ge‌ş û nûra ronahîke‌r û stêra rênimûnke‌re di tarîtîyan da û di rêkên bajara da û di çolan da û di âvên be‌hra da …
Imam bêhn firheke‌rê he‌vrê û babê dilovan û bira yê ji yêk dê û babê û deyka qe‌ncîke‌r e‌ ji zarokê xwe‌ yê biçûk ra, ew pe‌nahgeha be‌nda ye di we‌xtê be‌la yên me‌zin d‌a, Imam ke‌se‌ke‌ ku te‌mîze‌ ji gunehan û dûre‌ ji kêmasîyan, ewî zanîne‌k xas heye û bi nîşana ne‌rmîyê (he‌lîmî) hatîye‌ nîşan kirin … Imam te‌k mirovê ze‌manê xwe‌ ye‌ û ke‌s nikarê nêzîkê (me‌qamê) wî bibê û çi zana dige‌l wî be‌rabe‌r nabin, ne‌ ke‌se‌k cihê wî digrê û ne ‌jî ke‌se‌k e‌msalê wî peyda dibê.
Vêca kî ye‌ ku bikarê Imam nas bikê û ân bijartina wî jê ra mumkin bê?! Heyhat, heyhat! Êş li vêde‌rê wunda bûne û ‘e‌ql heyirî mane; çav, bê ronahî û me‌zin, biçûk û şhere‌za, mute‌heyîr mane … û xwe‌ş xe‌be‌r, ji kar ke‌tine ji wê çe‌ndê ku bikarin be‌‌hsa biratî û we‌sfe‌k yê wî bikin û ew he‌mî bi ne‌karîna xwe‌ i’tiraf dikin.
https://ayandehroshan.ir/vdcfiedtaw6dx.giw.html
ارسال نظر
نام شما
آدرس ايميل شما