تاریخ انتشاريکشنبه ۱۱ مهر ۱۳۸۹ ساعت ۱۲:۴۷
کد مطلب : ۴۹۰
۰
plusresetminus
...
Taybe‌tî Yên Hukmetê
Di pişkên pêşîyê da de‌rhe‌q he‌de‌f û bername û de‌sthatên hukmeta Imam Mehdî (s) axiftin hat kirin û di âxirîka vê ve‌birê da jî emê işare bikîn bal hinek xusûsîyet û taybe‌tî yên hukmeta wî ve, we‌k: Cihê hukmeta wî û me‌rke‌zê wê, ze‌manê hukmetê û rêçika kar bide‌stên wî û nasandina wan û sîre‌ta rêbe‌rê me‌zinê hukmetê.
‘E‌rdê Hukmeta Wî û Me‌rke‌zê Wê
şk tine ku hukmeta wî hezre‌tî hukmetek cihanî ye , çiko we‌’da wê ji he‌mî‌ insana ra hatîye dayîn, vê gorekê ew başî û qe‌ncî û spe‌hîtayî yên di hukmeta wî da çêdibin wê he‌mî ‘e‌rdî li be‌r xwe bigirê , e‌v he‌qêqeteke ku riwayetên ze‌hfî şahidîyê li se‌r didin û e‌mê işare bikîn bal hinek ji wa ve:
elif – riwayetên ze‌hfî hene ‌ku nave‌rûka wan e‌ve dibêjin: Wê Mehdî (s) ‘e‌rdê te‌jî ‘e‌dale‌t bikê , çewa ku pêşda te‌jî zulm û sitem bwyî ,
Ke‌lîma ‘e‌rd (alarz) he‌mî âxa ‘e‌rdê li be‌r xwe digrê û qe çi de‌lîl nîne ku m’ena wê pê hinek ji ‘e‌rdê me‌hdûd û sînûrdar bike.
b – hinek riwayeta behsa de‌sthe‌lata Mehdî (s) kirîye li se‌r nuqtên muxtelifên cihanê ku be‌rfirehî û muhimî û muxtelif bûuna ewa he‌rêman nîşandere ji wê ra ku de‌sthe‌lata wî li se‌r he‌mî cihanê ye, heçweku nav birina ji hinek dewle‌t û bajaran di riwayeta da ji bona nimuneye û mîzan û fêhma muxatebên riwayeta jî di wê d‌a be‌rçav hatîye girtin.
Di riwayetên muxtelif da ji rûm, çîn, deyle‌m ân çîyayên deyle‌mê , tirk, snd, end, quste‌nte‌nîye, kabul şah û xezerê behs hatîye kirin ku Imam Mehdî (s) wê bi des xwe‌ ve‌ bênê û ewa feth bikê ,
Cîyê gotinê ye ku he‌rêmên nav jê hatîn birin di dewrana Imama da ge‌le‌k be‌rfirehtir bûne nisbe‌t‌ ze‌manê me, bu nimune «rûm» şamilê âvrûpayê he‌mî yê û emrêka dibûya, û me‌xse‌d ji Çînê, rojhelata Asîya yê he‌mî bûye ku Japunê jî li be‌r xwe digrê, wek çewa ku «hind» şamilê pakistanê jî dibû ya.
Bajarê qustentînê, he‌ma istanbûle ku di cihana wê rojê da binavê xwe ragirtirîn bajar û he‌rêm jê dihata axiftin û di he‌qîqe‌t da feth û girtina wê se‌rke‌tinek ze‌hf me‌zin dihata he‌sab kirin, çiko yêk ji rêkên eslî yê çûna qarra ûrûpa bû ye.
We‌lhasil de‌sthe‌lata Imam Mehdî (s) li se‌r he‌rêmên muhim yên cihanê e‌vê çe‌ndê didê nîşan dan ku hukumdarî ya wî li se‌r cihana be‌rfireh he‌mî yê ye.
c – xêncî ji de‌sta ewil û duwê ya riwayeta hinek riwayet he‌ne ‌ku bê çe‌p û çwîr ronahî dikin hukmeta wî (s) cihanî ye.
Di riwayete‌kî da ji re‌sûlê Xudê (s.a) hatîye ne‌ql kirin ku Xudê te‌’ala ke‌re‌m kir: e‌zê pê de‌stê wan dînê xwe se‌r he‌mî dîna bêxim û bi de‌stê wan ezê emrê xwe cê bcê bikm û pê axirînê wan e‌zê se‌rase‌rê ‘e‌rdê ji dujminên xwe pak bikm, u e‌zê wî di şe‌rq û xe‌rbê ‘e‌rdê da bikm hakim.
Imam Baqir (s) ke‌re‌m kirîye: el qaimu minna … yebluxu sultanehu‌ el meşirqe wel mexrib we yezher ul lahu ‌’ezze we celle bihi‌ dînehu ‌’ela ed dîni kullihi welew kerihe ‌el muşrikun - qaim ji meye ‌( ji bine‌mala Pêxember (s.a) hukmeta wî wê şe‌rq û xe‌rbê ‘ale‌mê li be‌r xwe bigrê û Xudê wê pê de‌stê wî dînê xwe ‌se‌r dînên dî bêxê he‌r çe‌nd li muşrkan ne‌xwe‌ş bê.
‌Me‌rke‌zê hukmeta cihanî ya Hezretê Mehdî (s) bajarê tarîxî yê kûfayê ye ‌ku di wî ze‌manî da wê ge‌le‌k be‌rfireh ‌bibê bi âwaye‌k we‌re‌ng ku wê şamilê bajarê ne‌ce‌fê jî bibê ku di çe‌nd kêlû mtirî ya kûfayê da ye û ji be‌r vê çe‌ndê ye ‌ku di hinek riwayeta d‌a kûfe û di hinek dî da «ne‌ce‌f» ji bona me‌rkezê hukmeta wî (s) navê wan hatîye ‌birin,
Imam Sadiq (s) di nav riwayete‌k dirêj da ke‌re‌m kirîye: Me‌rke‌zê humke‌ta wî bajarê kûfê û cihê hukum d‌ana wî jî mizgefta (me‌zin ya) kûfê ye,
Cihê gotinê ye ‌ku bajarê kûfayê ji kevin da cihê tewe‌ccuha bine‌mala Pêxember (s.a) û cihê hukmeta Hezretê ‘Elî (s) bûye û mizgefta wê ya me‌zin êêk ji çar mizgeftên me‌şewrên cihana islamê ye ‌ku Imam ‘Elî di wê d‌a nimêj dida kirin û xutbe ‌dixwe‌nda, he‌r wiha di wê da hukum ‌daye û paşîra jî di mhraba wê da hatîye ‌şehîd ‌‌kirin,

Mudde‌tê Hukmetê
Piştî ku ‘ale‌mê dewreye‌k pir dirêj ji hakimîyeta zulm û sitemê paş xwe ‌ve hişt wê pê e‌şke‌re ‌bûna axirîn hucce‌tê‌ Xudê be‌rê wê bike‌vê qe‌ncî û başîyan û wê hukmet bike‌vê di de‌stê qe‌ncan da û eva he ‌we‌’eda he‌tmî ya Xuda ye‌.
Hukmeta qe‌ncan ku pê fe‌rmandeyî ya Imam Mehdî (s) de‌spê dibê, he‌ta âxirê ‘emrê dinyayê dewam dikê û êdî ze‌manê zulm û zaliman tikrar nabê.
Di xe‌be‌rdane‌kî da ku pêşûka niha me‌ ânî, Xudayê te‌’ala mizgînî ya hakimîyeta axirîn pêşkarê pak didê Pêxemberê islamê (s.a) û di âxirîkê d‌a dibêjê: ( piştî ku Mehdî (s) bighê hukmetê) e‌zê dewle‌ta wî bidim dewam dan he‌ta [roja] qîyame‌tê; e‌zê de‌st û de‌st ze‌man di nav we‌lî yên Xuda ‌bibûrînim,
Vê gorekê ew d‌ewle‌ta ‘adilane ya Imam Mehdî (s) dewle‌te‌ke ‌ku piştî wê êdî dewle‌t ji ke‌se‌k ‌dîra nîne û di he‌qîqe‌t da wê tarîxe‌k nû ji heyat û jîyana be‌şe‌r ra ve‌bê ku he‌mî pêkve ‌‌wê li bin hakimîyeta ilahî da bibin se‌rî,
Imam Baqir (s) ke‌re‌m kirîye: Dewle‌ta me axirînê dewle‌ta ye û çi bine‌malên xweyê dewle‌tî namînin ne ‌he‌ta pêşîya hukmeta me ‌da bibin hukumdar, ,
Vê gorekê mudide‌tê dewama nzaha ilahî piştî zuhûrê cuda ye‌ ji mudide‌tê hukmeta şe‌xsê Imam Mehdî (s) ku gorekî riwayetan wê ew mayî yê ‘emrê xwe ‌hukmet bikê û piştî hingê wê ji dinyayê biçê,
Şik tine ‌ku ge‌re‌ke ‌mudidetê hukmeta wî hezre‌tî ewqas tê he‌bê ku guhe‌rîna cihanî û cî bcî kirina ‘e‌dale‌tê di he‌mî me‌nte‌qên cihanê da çêbê, lêbe‌lê eva he ‌ku e‌v he‌de‌f di çe‌nd salan da pêk tê mirov nikarê te‌xmîn bidê ge‌re‌ke‌ mirov be‌rê xwe‌ bidê riwayetên Imamên pak (s), e‌lbe‌t pê di ne‌ze‌r da girtina qabilîyeta wî rêbe‌rê ilahî û tewfîq û mede‌d‌a xeybî ya ji wî ra heyî û e‌shab û yaranên wî yên layiq ku li balê he‌ne û di xizme‌ta wî da ne û hazirî ya cihanî ji bona qe‌bûlî ya hakimîyeta başî yan û spe‌hîtayî yan, çê dibê ku be‌rpirsîyarî ya Mehdî yê mew’ûd (s) di ze‌mane‌k kurt da pêk bê û ewa ku be‌şe‌r di ze‌manên dirêj da ne‌karî bênê çê dibê ku ew bikarê di ze‌mane‌k kêmtirê ji 10 salan da pêk bênê,
Riwayetên ku be‌hsa mudide‌tê hukmeta Imam Mehdî (s) dikin ge‌le‌k muxtelifn, hinek ze‌manê hukmeta wî 5 sal û hinek 7 sal û hinek 8 sal û hinek 9 û hinek jî 10 sal dibêjin, çe‌nd riwayet jî mudide‌tê hukmeta wî 19 sal û çe‌nd me‌h û a‌çe‌nde‌k ‌jî be‌hsa 40 sal û 309 sala dikin,
Se‌be‌bê vê ixtlafa ze‌hfî di riwayeta da ne ‌kifşe û peyda kirina mudide‌tê waqi’î yê hukmeta Imam jî di nav va riwayeta d‌a kare‌k dijware, lêbe‌lê hinek ji ‘alimên peyrewên ehlê beytê ji be‌r ze‌hfî ya riwayetên 7 sala, e‌v bîr û hizr bijartine, hineka jî gotine ‌mudide‌tê hukmeta Imam Mehdî (s) 7 sale, lêbe‌lê he‌r sal ji hukmeta Imam qasî de‌h ‌salên me‌ne, ku e‌v gotin jî di hinek riwayeta d‌a hatîye:
Rawî de‌rhe‌q ‌mudide‌tê hukmeta Imam Mehdî (s) ji Imam Sadiq (s) pirsîyar dikê, Imam di cewaba wî da ke‌re‌m dikê: He‌ft sala hukmet dikê ku be‌rabe‌rê 70 sala ji salên ze‌manê hewe ye,
Me‌rhûmê me‌clsî (re) dibêjê: Di bara riwayetên ku de‌rhe‌q mudide‌tê hukmeta Imam Mehdî da (s) gihayîn de‌stê me, ge‌re‌ke ‌me‌se‌lên jêrî be‌rçav bên gir‌tini: Hinek riwayet de‌rhe‌q he‌mî ze‌manê hukmeta Imam dane û hinek de‌rhe‌q ze‌manê istqrara hukmeta wî dane, hinek li se‌r e‌sasê wa sal û rojane ‌ku e‌m pê zanîn û hinek gorekî sal û mehên ze‌manê wî ne‌ ku dirêjtirin û he‌qîqe‌ta me‌se‌lê Xudê pê zanê,
Sîre‌ta Hukmetî Ya Imam
He‌r hakime‌k di âwayê idare ‌kirina hukmeta xwe‌da âwa û şiklek me‌xsus û taybe‌t heye ‌ku hukmeta wî ji yên dî ve‌dqe‌tênê , Imamê mew’ûd; Mehdî yê munte‌ze‌r (s) jî de‌ma hukmeta cihanî bide‌st xwe ‌digrê di rêve ‌birina wê d‌a teybîr û me‌tude‌k taybe‌t heye, he‌rçe‌nd di be‌hsên bûryîda me ‌işare ‌kir bal hinek guşên rêçika wî ve‌ ‌lêbe‌lê jbe‌r muhimî ya me‌se‌lê, di cî da ye ‌ku e‌m bi şiklek muste‌ql û se‌rbixwe e‌vê me‌se‌lê bavêjîn be‌r lêkolînê û pê be‌rçav kirina beyvên ze‌lal yên Pêxember (s.a) û Imamên pak âwayê‌ rêve ‌birina hukmeta Imam Mehdî (s) baştir nas bikîn,
Ewa ku li de‌spêkê da lazime e‌m li se‌r bisekinîn e‌ve‌ ku riwayeta şiklek kullî û giştî ji sîre‌t û rêçika ewî giranqe‌dirî daye ‌de‌stê me, ew jî e‌ve‌ ku sîre‌ta Imam Mehdî he‌ma sîre‌ta Pêxemberê islamê ye‌ (s.a) û bi wî âwayê‌ ku Pêxember (s.a) di ze‌manê xwe ‌da di ge‌l caelîye‌ta be‌şe‌r bi he‌mî şiklên wî ve‌‌ be‌rbe‌re‌kanî kir û islama xals ku be‌xtewe‌rî ya dinya û âxire‌ta be‌şe‌r li xwe ‌girtîye li ‘e‌rdê dûr û be‌rê xwe ‌d‌a ‌kir hakim, Hezretê Mehdî jî (s) wê di ge‌l caelîye‌ta nu uku bi iêştire ji caelîye‌ta kevin be‌rbe‌re‌kanî yê bikê û bihade‌rên islamî û Xudayî li se‌r kavlên caelîye‌ta mude‌rin âva bikê,
Ji Imam Sadiq (s) de‌rhe‌q sîre‌ta Imam Mehdî da pirsîyar hat kirin, ewî ke‌re‌m kir: Wê ew we‌k re‌sûlê Xudê (s.a) ‘e‌me‌l bikê, we‌k çewa re‌sûlê Xudê (s.a) kar û barê caelîye‌tê he‌dm kir û ji nav br wê ew ‌jî ewî karî bikê û wê ji nûve ‌de‌s (ava kirina) islamê bikê
Sîyase‌ta ku‌llî ya Imamê mew’ûd (s) di ze‌manê hukmeta wî da e‌ve‌, e‌lbe‌t şe‌rt û me‌rcên ne wek he‌v wê bibê se‌be‌bê guhe‌rîna di icra kirin û hukmet darî yê da ku di riwayeta d‌a jî jê hatîye axiftin û e‌mê di pişkên se‌rbixwe da jê baxivîn,
Sîre‌ta Cihadî
Imam Mehdî (s) pê şûrişa xwe ya cihanî wê kufr û şirkê ji se‌r‌ ‘e‌rdê rakê û wê he‌mî ke‌sî ji dînê muqedde‌sê islamê ra gazî bike.
Vê de‌rhe‌qê da Pêxemberê ekrem (s.a) ke‌re‌m kirîye: rêçika wî rêçika mine û wê xe‌lkê bêxê se‌r dîn û şe‌rî’e‌ta min.
Elbet ew wê di wa şe‌rt û me‌rca d‌a de‌rke‌vê ku he‌q ji xe‌lkê ra e‌şke‌re bûye‌ û hucce‌t li se‌r xe‌lkê cihanê te‌mam bûye, di vî halî da gorekî gotina hinek riwayetan wê Hezretê Mehdî (s) tewrat û incîla he‌qîqî û xwehr ne‌bûyî ji şke‌fte‌kî li e‌ntakîyê de‌rînê û bi rêka wêve ‌wê ji cuhî û filehên cihanê ra de‌lîla bênê ku ze‌hfê wa wê musulman bibin, di vê navbeynê da ewa dibê se‌be‌bê wê çe‌ndê ku milletên muxtelif be‌rê xwe ‌didin islamê, ewe ‌ku dibînin Imam Mehdî (s) pê ârîkarîyên xeybî û ne‌dîyar ârîkarîya wî tê kirin û nîşanên Pêxemberan (s.a) we‌k ‘e‌sayê mûsa (s) û gustîrka (gustîlk) Suleyman (s) û zirh û şwîr û âlaya re‌sûlê Xudê (s.a) di ge‌l wî ne û ji bona pêk ânîna he‌de‌fên Pêxemberan û ‘e‌dale‌ta cihanî rabîye, vê gorekê ronahî ye ‌ku di we‌z’û hale‌k wiha da ku he‌q û he‌qîqe‌t ji xe‌lkê cihanê ra e‌şke‌re bûye ‌tinê ew ke‌s di nav ce‌bhên batil da dmînin ku bi kullî eûîye‌ta xwe ya ilahî û insanî ji de‌st dabin, û e‌vênhe ew kesin ewên xêncî fe‌sad û xirabî û zulmê ji wan çênabin û lazime ‌dewle‌ta Mehdî (s) ji wan bê te‌mîz kirin, li vêde‌rê ye ‌ku wê şwîrê ‘e‌dale‌ta mehdewî ji kalan de‌rke‌vê û bhêz û qudret li zalimên riku bê vewe‌şandin û ke‌sî ji wan nehêlê, e‌v rêçika Pêxember (s.a) û mîrê bawe‌rdara jî (s) bûye.
Sîre‌ta Hukum Dana Imam
Ji wê d‌e‌rê ku mew’ûdê munte‌ze‌r ji bona ragirtina ‘e‌dale‌tê di ‘e‌rdê he‌mî yê da hatîye ‌ze‌xîre ‌kirin, ji bona pêk ânîna be‌rpirsîyarî ya xwe ‌muhtacî sîstme‌k qewî ya hukum danê ye, vêca ew hezre‌t vê de‌rhe‌qê da âwayê ce‌ddê xwe yê giranqe‌dir Imam ‘Elî (s) didê be‌r xwe û bi bratî û qudret li pey de‌stve‌ ânîna huqûqê ji de‌st çûyî yê xe‌lkê ye û he‌q li kîde‌rê he‌bê wê bigirê û bidê xweyê wê, wê we‌re‌ng bi ‘e‌dale‌t rabê ku yên sax ârzû bikin ku xwe‌zî yên mirî sax bîbîyan û ji be‌re‌ke‌ta ‘e‌dale‌ta wî behre‌me‌nd bîbîyan.
Hinek riwayet be‌hsa vê çe‌ndê dikin ku ew hezre‌t di qe‌zawe‌t û hukum danê da we‌k hezretê Suleyman û Dawûd (s) ‘e‌me‌l dikê û pê zanîna Xudayî ya ku heye we‌k wa hukum didê û ne ‌pê pal dana bal şahida ve.
Imam Sadiq (s) ke‌re‌m kirîye: De‌ma qaimê âlê muhe‌mme‌d (s) rabê wê we‌k Dawûd û Suleyman (s) hukum ‌bidê, yanî şahida naxazê.
Be‌lkî hukum dana bi vî âwayî ji be‌r ‌wê palgeha ‘ilmê ilahî ye ‌ku pê wê ‘e‌dale‌ta he‌qîqî tê ragir‌tin halhale ‌we‌xtê ku i’tmad li se‌r şahidan û xe‌be‌rdana wa bê ‘e‌dale‌ta zahirî (rûme‌tî) tê cî çiko li he‌r hal û karî da şahid ji mirovane û ihtimala xe‌le‌tê heye, e‌lbe‌t fêhm kirina çewanî ya hukum dana wî (s) bi âwayê hatî gotin dijware, lêbe‌lê mirov dikarê fêhm bikê ku e‌v âwayê hukum danê rêk ke‌tîye di ge‌l wez’û halê ze‌manê wî.
Sîre‌ta Mudîrîye‌tî Ya Imam
Yêk ji e‌rkanên muhim yên hukmetê, de‌stbikarên wê ne. de‌ma de‌stbikarên hukmetê mirovên layiq bin wê kar û barê millet û dewle‌tê se‌r he‌v d‌a bê û gehana he‌de‌fên hukmetê wê rihettir bibê.
Hezretê Mehdî bi navê reîsê hukmeta cihanî ji bona ‘e‌rdên muxtelif yên ‘ale‌mî hakiman ji nav baştirîn yarên xwe ‌dibijêrê, ewa he‌mî taybe‌tî yên lazim ji hakime‌k islamî ra he‌ne, taybe‌tî yên we‌k: Zanîna mudîrîye‌tî, te’ehhud û pakîya di nîye‌t û ‘e‌me‌lda û ce‌sare‌t û biryardana li kar û ‘e‌me‌la d‌a, di ge‌l vê jî dîsa Imam ku fe‌rmandeyê me‌zine û me‌rke‌zê idare ‌kirina ‘ale‌mê ye ‌ileh ‌çavdêrî yê dikê li se‌r kiryarên wan û bêy çav girtinê de‌rhe‌q karê wan da he‌sabê ji wan dixazê, e‌v taybe‌tî ku pêşîya hukmeta wî da hatîye ‌jbîr kirin di riwayetan da êk jinîşanên wî (s) hatîye‌ beyan kirin
Pêxemberê ekrem (s.a) ke‌re‌m kirîye: nîşana Mehdî (s) ewe ‌ku di ge‌l karbide‌stên xwe ‌dijware, danke‌re û de‌rhe‌q jar û be‌le‌ngaza d‌a dilovane.
Sîre‌ta Iqtisadî Ya Imam
Rêçika Imam Mehdî (s) de‌rhe‌q e‌mwalê hukmetê da li se‌r e‌sasê be‌rabe‌rî yê ye û eva he ‌he‌ma ew rêçika me‌qbûle di ze‌manê Pêxemberê Xudê da (s.a) û piştî wî e‌v rêçik guhe‌rîn ke‌tê û pîve‌kên ne durist ji bona danên bê he‌sab ke‌tin şûna wê da û bû se‌be‌bê fasla te‌be‌qatî di kwe‌me‌la islamî ya wê rojê da, e‌ge‌r çi Imam ‘Elî (s) û Imam he‌se‌n (s) di we‌xtê xilafeta xwe‌ da hay ji be‌rabe‌rî yê di dana e‌mwalê musulmana da he‌bîn, lêbe‌lê piştî wan benî umeyye ‌malê musulmana we‌k malê xwe yê şe‌xsî û tibqê me‌sle‌he‌ta xwe‌ istifade ‌jê dikiran û pê wê ruknên hukmeta xwe ya ne durist qewî dikiran, ewa ‘e‌rdên çandinê û se‌rwe‌t û malê giştî didan nêzîkên xwe, e‌vî karî ku nexasma di ze‌manê xe‌lîfê sisê û dewrana be‌nî umeyye‌ da bi ‌rewac ke‌tbî, re‌smîye‌t peyda kir.
Imam Mehdî (s) ku me‌zhe‌rê ‘e‌dale‌tê ye ‌beytul mala xe‌lkê bi çavê se‌rwe‌te‌k giştî lê dinêrê û êdî be‌xşîna ‘e‌rdê bi te‌mamî radibê‌ Pêxember (s.a) ke‌re‌m kirîye‌: Dema ku qaimê me ‌rabê qe‌tayi’ (ew ‘e‌rdên ku hukumdarên zalim kirîn bin milkê xwe‌da an dayîn hineka) ji nav diçin û êdî qe‌tayi’ tinehin.
Yêk ji taybe‌tî yên rêçika malî ya Imam ji bona rakirina ihtîyaca madî û çêkirina berfirehîye‌k me’iqûl ji bona jîyana he‌mî ke‌sî ewe ‌ku malê ze‌hfî didê xe‌lkê û di hukmeta wî da he‌çî ke‌sê ji wî bixazê mal û se‌rwe‌te‌k ze‌hfî didîyê‌.
Pêxember (s.a) ke‌re‌m kirîye: Ew mal bi berfirehî didê.
E‌v âwa ji bona çêkirina ze‌mînên durist kirina fe‌rdî û komelî ye ‌ku he‌de‌fa giringa Imamê qe‌nca ye, ew pê bê ihtîyac kirina xe‌lkê ji ne‌ze‌r madî ve, li pey çêkirina ze‌mînên munasbe ‌ku mirov be‌rê xwe ‌bidin ta’e‌t û ‘ibadetê Xudê ku me di pişka he‌de‌fên hukmetê da bi dirêjî jê axift.
Sîre‌ta Şe‌xsî Ya Imam
Sîre‌ta Imam Mehdî di re‌ftara şe‌xsî û he‌r wiha di peywe‌nda di ge‌l xe‌lkê da, nîşande‌rê hakimê islamî yê nimuneye ‌ku hukmet di ne‌ze‌ra wî da we‌sîleye‌ke ji bona xizmet kirina ji xe‌lkê ra ne‌ ku cihe‌k bê ji bona be‌rhe‌v kirina mal û zulm kirinê û jê kêşana ji be‌ndên Xudê.
He‌ma rastî e‌ve‌ hukmeta ewî Imamê qe‌ncan bîr iêne‌rê hukmeta Pêxemberê ekrem (s.a) û mîrê bawe‌rdaran Hezretê ‘Elî ye (s) û di ge‌l wê çe‌ndê ku he‌mî mal û se‌rwe‌t di ixtîyara wî da ye ‌dîsa jî di jîyana xwe ya şe‌xsî da we‌k wa ye ewên binratirîn jîyan heyîn û pê kêmtirînê qe‌na’e‌t dikin.
Imam ‘Elî (s) de‌rhe‌q wî da gotîye: Ewî di ge‌l xwe‌ sûz daye‌ ku we‌k xe‌lkê rêve ‌biçê we‌k wan be‌r bikê û li me‌rke‌be‌k wek me‌rke‌ba wan siwar bibê û bi kêmê qe‌na’e‌t bike.
Imam ‘Elî (s) bi xwe ‌we‌re‌ng bî û di jîyana dinyayî û xarin û be‌rkirina xwe‌ da zwede‌k wek Pêxember (s.a) hebî û Mehdî (s) jî di vê meydanê da wê bike‌vê pey wî,
Imam Sadiq (s) ke‌re‌m kirîye: De‌ma qaimê me ‌qîyam bikê wê clkên ‘Elî (s) be‌r bikê û bi rêka wî ve ‌biçê,
Ew ku de‌rhe‌q xwe‌ da dijwar û hûr bîne, ji bona umme‌tê we‌k babe‌k dilûva ne û rihetî ya wan dixazê, bi âwaye‌k we‌re‌ng ku dayk başî û rihetî ya zarûkê xwe‌ dixazê di riwayeta Imam Riza (s) da wiha tewsîf bûye:
Imam, ew he‌valê bêhn firheke‌r û ew babê dilovan û brayê ji yêk dê û babê û deyka dilsuja ji zarûkê xwe yê biçuk ra ye, ew pe‌naegeha ‘e‌vda ye di qewmînên btirs da.
Be‌lê ew we‌re‌ng nêzîk û ge‌rme di ge‌l umme‌tê ku he‌mî ewî ji xwe ra cihê pe‌nahê dibînin, ji Pêxember (s.a) riwayet bûye ‌ku de‌rhe‌q Mehdî da (s) gotîye: umme‌ta wî hana xwe ‌jê ra dibin we‌k çewa mêşa engvî hana xwe ji me‌le‌ka xwe ‌ra dibin.
Ew nimûna kamila rehberî yê ye ‌ku ji nav xe‌lkê hatîye ‌bijartin û di nav wan da dijî û ji be‌r vê yêkê de‌rdê wan bi başî zanê û de‌rman jî zanê û he‌mî xe‌bata xwe ji xwe‌ş kirina hal û we‌z’ê wa ra bikar dibê û di vê rêkê da jî he‌de‌fa wî razî bûna Xuda ye û be‌s, nixwe ‌çire ‌wê umme‌t di kêle‌ka wî da ne‌ke‌vê nav rihetî û emnîyetê da û ji be‌r çi wê xwe bispêrê xêncî wî ?!
Me‌qbûlîye‌ta Giştî
Yêk ji tiştên ku fikra hukmetê mijûl dikê razî kirina xe‌lkê ye, lêbe‌lê ji be‌r kêmasî yên ze‌hfî ku di idare ‌kirina komelê da çêdibin e‌v razî bûn çêne‌bîye, ji taybe‌tî yên e‌sasî yên hukmeta Hezretê Mehdî (s) ewe ‌ku cihê qe‌bûlî ya he‌mî fe‌rd û koma be‌şe‌rî ye, ne‌ tinê xe‌lkê ‘e‌rdê be‌lkî sakinên ‘e‌smana jî ji wê hukmeta Xudayî razîne.
Pêxemberê islamê (s.a) ke‌re‌m kirîye: E‌z mizgînî ya Mehdî (s) didim hewe ehlê ‘e‌rd û ‘e‌smana ji wî razîne, û çewa wê ke‌se‌k ji hukmeta Mehdî (s) ne‌razî bê halhale ‌wê ji he‌mî cihanî ya ra e‌şke‌re ‌bibê ku se‌laha karê be‌şe‌r û be‌xtewe‌rî ya wî ya he‌mî âlî çi ‌madî û çi ‌me‌’newî li bin sîbe‌ra hukmeta wî da çê dibê,
Di cî da ye ‌ku di xilase‌ka vê pişkê da e‌m ke‌lamê Imam ‘Elî (s) ji husna xtamê ra bînin:
Xudê ewî pê me‌laiîke‌tên xwe ‌te‌iyîd dikê û yaranên wî diparêzê û pê nîşanên xwe ârîkarîya wî dikê û ewî se‌r helî ‘e‌rdê têxê bi âwaye‌k we‌re‌ng ku bi vîyan ân ne bi vîyan lê kûm dibin û ew ‘e‌rdê te‌jî ‘e‌dale‌t û ronahî û de‌lîl dikê, xe‌lk îmanê pê tînin he‌ta ku êdî kafre‌k namînê ila ku îmanê bênê û he‌mî kirêtî spe‌hî dibin û di hukmeta wî da dirinde di ge‌l he‌v haş dibin (aştî dikin) û ‘e‌rd be‌re‌ke‌tên xwe‌ de‌rtênê û ‘e‌sman xêratên xwe ‌dibarênê û xe‌zine ‌jê ra e‌şke‌re ‌dibin û de‌rdikevin . vêca xwe‌zka wî ke‌sê bighê ze‌manê wî û gotina wî gohlê bibê,
https://ayandehroshan.ir/vdcgrz9t4ak9y.pra.html
ارسال نظر
نام شما
آدرس ايميل شما