Kûm û ferd pêşî ya ku bighên hukmetê û qudretê bi dest xwe bigrin hinek hedef û ârmancan ji hukmeta xwe ra dibêjin û carna jî ji bona gihana ewa hedefan bername û pirojên xwe jî kifş û me’lûm dikin, lêbelê gelek caran piştî gihana qudretê û derbaz bûna zeman, nagihên hedefên xwe û carna jî ji wê ya gotîn, paşda dizivirin ân temamê ewa hedef û ârmancan ji bîr dikin. Ne gihana ewa ârzu û hedefên pêşda hatîn kifş kirin ân ji ber wî qasî ye ku ew hedef ne waqi’î û binyatî bûne û ân jî bernamên hukmetê ji bona gihana hedefan ne bernameyek cam’i û kamil bû ye û gelek caran jî sebebê ne muweffeqî yê layiq ne bûna destbikar û mucrîya ye. Di hukmeta Imam Mehdî da (s) hedef, hedefên waqi’î û binyatî ne û rîşe û kûka wan di nav kwîratî ya canê beşer da ye û hemî kesî ârzuya gihana wa hedefa heye, bername jî li ser esasê zanînên Qur’anê û rêçika ehlê beytê hatine danîn û di hemî pişka da bi şiklek ‘emelî bikar birina wan hatîye zemanet kirin. Vê gorekê desthatên evê şûrişa giring û pir mezin û berketî ne. Di yêk kelîmê da gereke bê gotin ku desthatên hukmeta Imam Mehdî cewab gûyê hemî ihtîyacî yên maddî û me’newî yên beşere ku Xudayê mute’al di wucûda beşer da bi emanet danîye. Li vê derê emê pê lê nêrîna riwayeta çavekî ser va desthata ve bixşkênîn: 1- ‘Edalet a Berfireh Di gelek riwayeta da muhimtirîn desthata qîyam û şûrişa Imam Mehdî (s) tejî kirina cihanê pê ‘edaletê hatîye zanîn ku di pişka hedefên hukmetê da jê hat xeberdan, lêbelê li vê derê emê evê li ser wê heqîqeta hatî gotin ve zêde bikîn ku di hukmeta qaimê âlê muhemmed da (s.a) ‘edalet di hemî pişkên komelê da bi şiklê cereyanek carî di hemî reyên komelê da pêk tê û qe çi kûmbestên hûr û gir namînin ku ‘edalet di nav da ne hakim bê û peywenda ferdan di gel hev li ser wî esasî xîmê wê tê danîn. Imam Sadiq vê derheqê da kerem kirîye: sûnd bi Xudê ku wê ew ‘edaletê bibê di malên xelkê da wek çewa serma û germa diçê di malan da. Dema mal, ku biçûktirîn kûmbesta komelê ye dibê kuçika ‘edaletê û peywenda ferdên malê ‘adilane dibê, evahe nîşan didê ku hukmeta cihanî û berfirehkerê ‘edaletê ya mehdewî ne pê wesîlên rojê û qanûnê, belkî li ser esasê terbîyetek Qur’anî ku fermana bi ‘edalet û qencî yê didê wê mirova perwerde û terbîye bikê û di hal û hewayek wiha da, herkes bi hukmê berpirsîyarî ya insanî û ilahî ya xwe hay ji heqê yên dî dmînê (her çend ji nezer rutbe û meqam ve ne berçav bê). Di komela mehdewî da ku we’da wê hatîye dayîn, ‘edalet, cereyanek ya ferhengî ya esîle ku piştîvanê wê jî Qur’ana pîroz û hukmete û tinê kêmek texellufê ji wê dikin, ewjî ew kesin ewên xwe xwaz û li pey menfî’eta xwe û dûrê ji zanînên Qur’anê û ehlê beytê (s) ku hukmeta ‘edalet ragir bi şiklek bڕa berahî ya wa digrê û izina ruşd û zêde bûn û re âvêtinê nadê wan û mexsusa nahêlê ku ew bikevin nav hukmetê ra. Belê, ev ‘edaleta berfireh û hemîyanî desthata hukmeta Mehdî yê muntezere (s) û bi vî âwayî bilind tirîn hedefa inqilaba Imam Mehdî (s) ku tejî kirina ‘edaletê ye di cihanê da wê bi şiklek bê kêmasî pêk bê û wê zulm û sitem û heq kujî bi hemî âwayên xwe ji nav kûmê derkevê heta di nav girêdan û peywenda ehlê malê da jî namînê . 2- Ruşd a Fikr, Exlaq Û Îmanê Di pişka pêşda me got ku berfireh bûna ‘edaletê di nav komel û ictima’ê da bi sebebê terbîye ta durista ferdan û bi rewac ketina ferhenga Qur’an û ‘itretê ye di nav cam’iê da û di riwayeta da bê çep û çwîr ji ruşda fikr û exlaq û îmanî ya xelkê di wextê hukmeta Imam Mehdî da (s) hatîye axiftin. Imam Baqir (s) kerem kirîye: Dema qaimê me rabê wê destê xwe deynê ser serê bende yên Xuda û bi bereketa wî wê ‘eql û hişê wa bighê kemalê. Hemî başî û spehîtayî piştî kemala ‘eqlê insan tên dest, çiko’eql ye yam iêne rê naqde yî yê insane kueger ew li serwe latê cism û can hakim bê, wê fikr û ‘emel ê insan bere û duristî pêşve biçê û wê di rêka ‘e qdîtê ya Xuda da û gihana bi xte we rî yê da bike vê he re k tê. Ji Imam Sadiq (s) hat pirsîn ku: ‘Eql çi ye? kerem kir: ‘Eql ewe ku Xuda pê wê tê ‘bade t kirin û pê wê beşt destve tê. Belê, em di komela îro da dibînîn ku di komela bêy Imam û bêy hukmeta wî da, xwest û şehwet ser ‘eql ketine û nefsa bê hefsar fermande yê ferd û kûm û hizba ye û desthata vî halî perçiqîn û ji dest çûna huquqê mirov û ji bîr kirina bihaderên ilahî ye, lêbelê di komela we’da wê hatî dayîn da û li bin sîbera hukumdarî ya hucceta Xuda da ku ‘eqlê kulle, ‘eqlê mirov serpêş û sukkandarê biryar û kar û bara ye û ‘eqlê gihayî kemalê xêncî ji başî û spehîtahî yê fermanek dî nadê. 3- Wehdet Û Hevdilî Ser esasê gutina riwayetan, cima’eta ku li bin hakimîyeta cihanî ya Imam Mehdî da ne (s) wê di gel hev bin û hevdilî ya wa hebê, di zemanê dewleta mehdewî da cîyek ji bona kîn û dujminî yê di gel hev di dilê bendeyên Xuda da tinehin. Imam ‘Elî (s) kerem kirîye: Dema qaimê me rabê, wê kîn ji dilê bendan derkevê. Di wî zemanî da êdî bihaneyek ji kîn û rikê ra tinehin, çiko zemanê ‘edaletê ye û çi heq ji kesê telef nabin û zemanê ‘eqlmendî yê ye ne berberekanî ya di gel ‘eqlê û ne jî zemanê şehwet perêsî yê , vê gurekê zemîne û ‘erde k ji dujminî û kînê ra namînê û ji ber vê yêkê dilê xelkê ku pêş hingê da bilav û dûrê ji hev bîn wê bêhna wa bi hev bê û berhev bibin û wê hemî balîyê braderî û iuxweta Qur’anê ve biçin, û wê wek brayan hevdil û dilovan bibin ji hev ra, Imam Sadiq (s) derheq zemanê xweş û geşê Imam Mehdî da (s) kerem kirîye: Di wî zemanî da] wê Xudê hev girtin û iulfetê di nav dilên perîşan û ji hev cida da çêkê. Eger qudret û xwesta Xudê di nav vê meselê da ye, êdî ne ‘ecêbe ku ev hevdilî û hej hev kirin bighê cihekê ku bîr û hizra wê, di dinyaya îrû da ku cihê dijatî û kêşe kêşa maddî ye tiştek dijware, Imam Sadiq (s) kerem kirîye: Dema qaimê me rabê , wê dûstînî ya heqîqî û hez kirina waqi’î bê beyan kirin, kesê ehlê ihtîyacê destê xwe dikê di berêka brayê xweyê îmanî da û qasê ihtîyacîya xwe radikê û braderê wî ewî ji vî karî paşda nadê , 4- Selametî Ya Cism Û Can muşklek ya mirovê îro çêbûna nexweşî yên giran û bê ‘elace ku hasilê ‘amilên muxtelife û yêk ji wan sebeban jî pntî bûna cihê jîyanê ye ji ber bikar birina slah û çekên şîmîyayî (kîmîyayî), etumî û mîkirûbî, yêk jî peywend û rabta ne meşru’a mirova ye di gel hev, her wiha ji nav birina bîşî û âva behran hinek ‘amil û sebebên dîtirin ji bona derketin û çêbuna nexweşî yên wek: girûtî yê , ta’ûnê, şehtî yê , sektê û bi dehan nexweşî yên dîtir ku derman kirina pêşketê ya îro jî nikarê ewa ‘elac û çareser bikê , gereke vêca nexweşî yên ruhî û rewanî jî ser feheresta pir dirêja nexweşî yên cismî ve bê zêde kirin ku jîyan ji xelkê cihanê ra tehl kirîye, ev jî ji ber peywendên xeletên hakimin li ser cihanê, d dewleta kerîme ya mehdewî da ku zemanê berfireh kirina ‘edaletê û hukmeta qencî û spehîtayî ya ye (cndîtî – bedew) û peywend û girêdan li ser esasê bratî û beraberî yê şikl digirin, nexweşî yên cismê û rewanî yên mirov ji nav diçin û hêzên bedenî û rhî bi şiklek ‘ecêb qewê dibin û bhêz dikevin, Imam Sadiq (s) kerem kirîye: Dema qaim (s) qîyam dikê )radibê), Xudê nexweşî ya ji mumina dûr dikê û selametî yê li wa zimainênê , Di dewleta wî serwerî da ku ‘ilm û zanîn bi şiklek ‘ecêb li xwe didê û pêş dikevê qe çi nexweşî yên bê ‘elac namînin û tb û duxtûrî zehf pêş dikevê û bi bereketa wucûda wî (s) gelek nexweş sax dibin û şfayê digirin, Imam Baqir (s) kerem kirîye: Heçî kesê bighê qaimê bine mala min, eger nexweş bê wê sax bibê û eger ze’êf bê, wê xurt bibê, 5- Xêr Û Bereket a Pir Û Zehfî Ji desthatên giringên hukmeta qaimê âlê muhemmed (s.a) xêr û bereketa zehfî û bê sabqe ye, di bihara dewleta wî da hemî cih şîn û xweş dibin û keyf û şahî ser wa da tê , âsiman dibarê û ‘erd şîn dibê û bereketa ilahî tejî û bê hesab dibê. Imam Sadiq (s) kerem kirîye: Xuda ji ber wucuda wî (Imam Mehdî (s)) bereketa ‘esmana û ‘erdê diherikênê ? âsiman dibarê û ‘erd tûv û lba zêde dike. Di sîbera hukmeta ewî hezretî da çûlên bê gîya namînin û hemî ‘erd clkên saxî û şayî yê dikin ber xwe. Ev guherîna zehfî û berfirehî ya bê nimune ji ber wê çendê ye ku zemanê Mehdî (s) zemanê kulêlk dana dara teqwatî yê û pişkvîna gulên îmanê ye û xelk ji hemî snf û koman ketine li bin terbîyet û perwerde ya ilahî da û peywendên xwe li ser esasê bihaderên Xudayî bcî tênin û Xudê we’de daye ku evî ‘erdê pak tejî xêr û bereket bike. Qur’ana pîroz vê derheqê da dibêjê : û lu an ael alqrî aminwa û altqwa lfthna ‘lîyem brkat min alsmaء û alarz – û e ger xelkê gund û bajaran îman banîyan û bibîyan xweyê teqwayê, muheqeq me wê [derîyên] bereketên ‘esmana û ‘erdê li ber wan vekiran. 6- Bin Birr Bûn Û Xilas Bûna Feqîretî Yê Dema hemî serkanî yên ‘erdê ji Imam Mehdî ra (s) eşkere bibin û bereketên ‘esmana û ‘erdê brjin ser xelkê wî zemanî wê malê musulmana bi ‘edalet bê teqsîm kirin êdî cîyek ji feqîrî û nedarî yê ra namînê û beşer di dewleta Imam Mehdî da ji her û her ra wê ji çhingê feqîrî û tinehy yê xilas bibê , Di zemanê wê da peywenda iqtisadî wê li ser esasê brade rî û beraberî yê şikl bigirê û eslê menfî’etxazî ya şexsî wê cihê xwe bidê dilsuzî û xemxarê û beraberî ya braderên dînî , û di vî halî da wê hemî bi çavê ehlê yêk malê berê xwe bidin hev û bêhna hev girtin wehdetê li hemî cey tê seh kirin. Imam Baqir (s) kerem kirîye: (Imam Mehdî) her sal du cara danê di gel xelkê dikê û her meh du cara xarina wan (ihtîyacê ya wan) didê û di nav xelkê da bi beraberî ‘emel dikê heta ku êdî muhtacek yê zekatê peyda nabê. Ji riwayeta istifade dibê ku bê ihtîyacî ya xelkê ji ber rûhê qena’etê û bê nîyaz ya rûhî ye , bi gotinek dî, pêşîya wî qasî da ku xelk ji derveyê nefsa xwe, Xudan mal û serwet bibin, di navdeyê nefsa wan da rûhê bê ihtîyacî yê di wan da peyda dibê û bi wê ya Xuda bi fezl û kerema xwe dayî wan razî û keyf xweş dibin û vêca êdî çavê wan ne li malê xelkê ye. Pêxemberê islamê (s.a) derheq zemanê dewleta Imam Mehdî da wiha kerem kirîye: Xudê bê nîyazî yê têxê di dilê ‘evdan da, Eva he di halekî da ye ku pêşîya zuhûrê da rûhê hrs û kulbûtî û zêde xazî yê ‘amilê muessr bî di berberekanî ya xelet û kûm kirina mal û nedana wê ji bûna muhtaca ra. Welhasil bê ihtîyacî di zemanê Imam Mehdî da hem ji derve û hem ji navde ve çê dibê, ji âlîyekê ve ew serweta zehfî bi ‘edalet teqsîm dibê û ji âlîyê dîve jî qena’et ji xelkê ra dibê exlaq, Pêxember (s.a) piştê ku behsa dankirina Imam Mehdî kirî û ha gut ye: û Xudê wê dilê ummeta muhemmed (s.a) ji bê ihtîyacî yê tejî bikê û ‘edaleta mehdewî wê ewa hemîya li berxwe bigirê, bi âwayek wereng ku wê emr bikê gazîkerek gazî bikê ku: Kî ihtîyacîya wî bi mal heye? vêca xêncî yêk mirovê kes dî ji nav xelkê ranabê , vêca Imam dibêjtê : Here bal xezinedar û bêjîyê : Mehdî emrê te dikê ku tu mal bidî min, vêca xezinedar dibêjtê : Clkê xwe bêne, heta ku clkê wî tejî dikê , vêca dema ewê didê pişta xwe, pûşman dibê û dibêjê : çire di nav ummeta muhemmed da (s.a) ez ji hemî yan kulbûtir bm, , vêca ewî malî dizvrînê , lêbelê jê nayê qebûl kirin û jê ra tê gotin: Ewa me dayî em paşda nagirin. 7- Hakimîyet a Islamê Û Ji Nav Çûna Kufrê Di sê cîya da Qur’anê we’de daye ku wê Xudê dînê islamê cihan gir bikê : Ew Xudayeke ku Pêxemberê xwe pê hidayet û dînê heq rêkir, da ku evî dînî ser hemî dîna bêxê. Bê şubhe sûza Qur’anê ji cihê xwe na xalêfê û muheqeq wê bê cih, çewa ku Qur’an dibêjê : an alle la yxlf almî’ad, lêbelê ronahî ye ku di gel va hemî cihad û xebata Pêxember (s.a) û ewlîyaiên Xudê , heta niha ev qewmîna pîroz û mubarek ne qewmî ye, lê hemî musulmana hêvî heye ku ew roj bê , helbet ew ârzûîyek heq û bcî ye ku ji beyana me’sûm (s) hatîye dest Nixwe li ber sîbera ewî welî yê Xudê , gazî ya «aşed an la ale ala alle» ku âla ya tewhîdê ye, û dhingê «aşed an mhmda rsul alle» ku bêreqa islamê ye wê hemî cey li ber xwe bigirê û esere k ji şrk û kufrê namînê. Imam Baqir (s) di tefsîra ayeta : «u qatlwem htî la tkun fitne û ykun aldîn kle lle, ,» kerem kir: teiwîla evê ayetê hêca nehatîye, dema qaimê me rabê , ew kesê bighê zemanê wî, wê teiwîla vê ayetê bibînê û muheqeq (di wî zemanî da) dînê muhemmed (s.a) wê bgîjê hemî wa cihên şev digihêtê , bi âwayekî ku li ser ‘erdê eserek ji şirkê namînê , wek çewa Xudê kerem kirê [u we’de dayî. Elbet ev cihan şmûlî ya islamê ji ber heqanîyeta islamê ye ku wê di zemanê Imam Mehdî da (s) pirtir û baştir eşkere bibê û wê hemîya cezbê xwe bikê , xêncî wayên ketîn ‘nadê û hêç bûyîn ku wê pê şwîrê ‘edaleta mehdewî (s) pêşî li wan bê girtin. Axirîn nukte di vê pişkê da ewe ku ev tek bawe rî ya li bertîroja hukmeta Imam zemîneyek munasbe ji bona teşkîla hukmeta wahda cihanî ku wê cihan lpey evê tek bawerî yê teslîmê yêk qanûn û sîstma hukmeta tewhîdî bibê û ewê qebûl bikê û pêre jê gorekî ewê xwe serast bikê û gorekî evê axiftinê ew lazimîya wehdeta bawerîyê û kûm bûna xelkê li bin perçema dîn da wê di zemanê hukmeta Imam Mehdî da (s) pêk bê. 8- Êminahî Ya Giştî (‘umûmî) Di hakimîyeta Imam Mehdî da (s) ku dewrana hîn bûna hemî başî ya ye di hemî âlên jîyanê da emnîyet ku mezintirîn ni’meta ilahî ye û bilindtirîn ârzûîya insane, tê dest , dema ku xelk ji yêk bawerê uhedefê peyrewî bikin û di peywendên ictima’î da hay ji iusûlên exlaqî hebin û ‘edaletek hemî âlî di nav komelê da pêk bê , bihaneyek ji bona ne eminî û tirsê di çi qismên jîyanê da namînê , di cam’ieyekê da ku her kes digihê heqê xwe yê ilahî insanî û di gel zêdegavî û heq kujî yê muqabile bê kirin – her çend di tebeqa hakim da bê û kêm bê - emnîyeta giştî û kûmî şikl digrê. Imam ‘Elî (s) kerem kirîye: Bi destê me wê zemanê zehmetî ya derbaz bibê û dema qaimê me rabê wê kîn ji dila derkevin û wê heywanat jî di gel hev biburênin [ di wî we xtî da ew qas emnîyet çê dibê ku ],eger jin di gel xemil û zîneta xwe ji ‘Iraqê bikevê rê û heta şamê biçê, tiştek bi tirs jê ra nayê pêş. Elbet em ku vê gavê di zemanê bê ‘edaletî û hrs û kulbûtî û kîn û kîndarî yê da dijîn, teseûra ewê dewrana xweş jmera geleke zehmete, lêbelê wek çewa hatî gotin eger ‘amil û sebebên xirabî û pêsatê yan ji halê rabin ) ku wê di hakimîyeta heq da rabê û bê elkirin( hingê wê bê dîtin ku we’da ilahî ji pêk ânîna cami’a iêmin û rihet, he tmî û yeqînî ye, Xudayê mute’al di Qur’anê da kerem kirîye: Xudê sûz daye hinek jhewe ku îman ânîne ku bi yeqîn wê ewa bikê xelîfe [cêgir] di ‘erdê da û piştî tirs û nerihetî yê iêmin û rihetî yê bidê wan. 9- Berfirehî Ya ‘Ilm Û Zanînê Di dewrana hukmeta Hezretê Mehdî da (s) û êesrarên ‘ilmî yên zehfî eşkere bibin û zanîna beşerî wê bi şiklek pir zêde berfireh bibê. Imam Sadiq (s) kerem dikê : ‘ilm û zanîn 27 herfe û hemî ya ku Pêxember (s.a) ânyî du herfên wêne û heta niha xelkê xêncê ji wa dûa nasîyarî tinebîye û dema qaimê me rabê wê 25 herfên dî derênê û di nav xelkê da bilav bikê û wê ewa du herfan jî deynê ser û li ser hev 27 herfan bilav û munteşr bike. Dîyare ku ruşd û ber firehî ya ‘ilmê di hemî zemînan da wê ji mirov ra çêbê û di gelek riwayeta da hatîye işare kirin bal vê çendê ve ku zanîna sen’etî di wî zemanî da di gel zanîna sen’etî ya vî zemanî ferqek zehfî heye her weku sen’etê niha di gel zemanên pêşî ferqek mezin heye. Li vêderê emê berê xwe bidin hinek riwayetan: Imam Sadiq (s) derheq çewanî ya peywend û irtbatê di hukmeta Imam Mehdî da (s) kerem kirîye: Di zemanê qaim da (s) mumin di şerqê ‘erdê da brayê xwe li roj âvayê (xe rbê ) da dibînê. Her wiha kerem kirîye: Dema qaim rabê , Xudê hêza dîtin û gohlê bûna peyrewên me zêde dikê bi âwayekî ku ew hezret bi navbra berêde kê (çar fersex) di gel peyrewên xwe xeber didê û ew xeberdana wî seh dikin û ewî dibînin, di halekî da ku ew hezret di cî yê xweda ye. derheq âgahî ya Imam Mehdî (s) ji hal û we z’ê xelkê bi navê reîsê hukmetê û merkezê biryar danê , di riwayetekî da hatîye ku: Eger kesek di mala xwe da baxivê tirsa wî ji wê ye ku ne webê dîwarên mala wî ewê xeberdanê jê ra bibin. pê berçav girtina wesîlên pêşketî yên irtbat û peywend çêkirinê pê heshan û derka eva riwayeta rihet tir bû ye, lêbelê ne kifşe ku gelo wê hingê hema ev wesîlebin bi şiklek pêşketê tir bikar bên birin, ân wê sîstmek dî ku pitir tevheve wê bikevê şûna wesîlên îrû da.