Xudê (s.a
dema behsa zuhûrê tê kirin ihsasek xweş ji mirov ra çê dibê, tu dibêjî qey di nav bax û bûstanek kesk û şîn û li tenşta rûbarekî da rûnştîyeku diherikê û dhingê xweşê bilbila seh dikê, belê, eşkere bûna spehîtahî ya û bilavbûna qencî û başîyyan can û bedena mirovên westhayî bikeyf têxê û berqa şahîyê di çavê hêvîdara da ronahî dikê,
d vê pişkê da emê derheq zuhûra Imam Mehdî da (s) baxivîn û emê ne li piş perdê da berê xwebidin cemala wî ya bê nimune,
Zemanê Zuhûrê
Pirsyarek ku ileh di fikra xelkê ra derbaz dibê eve ku: Imam zeman (s) wê kengê eşkere bibê û zuhûr bikê? gelo ji eşkere bûna wî ra wextek kifş bîye û hatîye dîyar kirin?
Cewab eve ku gorekî axiftina pîşkarên dînî, zemanê eşkere bûnê ji xelkê xefe.
Imam Sadiq (s) vê derheqê da kerem kirîye: Me, ne di zemanê bûryî da wextek ji zuhûrê ra kifş kirîye û nejî di zemanê hêj bê da em wextekî kifş dikin.
Ji van riwayetan mirov dikarê bighê evê nuktê ku ileh hinek hebûne ku bi ârmancên şeytanî ji bona zahir bûnê wext danîne û dîyar kirine û mirovên wiha wê di zemanên hêj bên da jî hebin, ji ber vê yêkê pêşkarên pak ji peyrewên xwe xwestine ku li beraberê wa kesên wextê zuhûrê dîyar dikin bê tefawut (bê xem) nebin, belkî ewa derewîn hesab bikin û ewa inkar bikin.
Imam Sadiq (s) vê derheqê da got yêk ji yaranên xwe: Ji derew êxistina wa kesa re ku wextê zahir bûnê dîyar dikin qet netirse, çiko me ji kesî ra wextê zuhûrê kifş ne kirîye.
Sirra Xef Mayîna Zemanê Zuhûrê
çewa ku hat gotin li ser esasê irada Xudayê hekîm zemanê eşkere bûnê ji mera xefe û bê şik ev mesele ji ber hinek hikmetaye ku li vêderê emê ji hineka baxivn:
Dewam a Hêvîdarî Û Umîdê
dema wextê eşkere bûnê xef bê, ronahî ya iumîdê wê di dilê hêvîdara da ileh û her zemanî bmînê û pê vê iumîd û hêvîdarî ya berdewame ku wê bikarê li bera berê zehmetî û dijwarî yên zemanê xeybetê da rawestê û li berxwe bidê, rastî eger ji peyrewên ehlê beytê yên zemanê pêş da bihata gotin ku Imam Mehdî di zemanê heweda zuhûr nakê û eşkere nabê belkî wê di zemanê paş heweda rabê, ewa wê pê kîjan iumîd û berhêvî yê li beraberê fitnên zeman da xwe ragirtan û rawestabîyan! û wê çewa bikarîyan çep û çwîrên teng û tarî yên dewrana xeybetê bi selamet paş xweve beştan?
Hazir Kirina Zemîna
bê şik intizara duristker ku ji muhimtirîn wesîlênî pîşketinê ye tinê li ber sîbera xef mana zemanê zuhûrê şikl digrê, çiko eger zemanê zuhûrê kifş bê, ew kesên zanin ku nagihên wî zemanî êdî çi tişt nîne ku bibê sebebê bizav û hereketa wan ji bûna çêkirina zemîna û wê bibê sebebê sekin û rawestana wan, lêbelê xef mayîna zemanê eşkere bûnê mirovên hemî wext û zemana têxê bizav û hereketê da ku zemînên zuhûrê çêkin bi wê hêvî yê ku bighên zemanê zuhûrê û komela xwe bi âlîyê komelek qenc û salih ve bibin,
xêncî vê jî eger wextê zuhûrê me’lûm û kifş bwîya eger ji ber hinek mesleheta di zemanê hatî kifş kirin da zuhûr çênebîbîya, uheebî ku hinek di bawerîya Imam Mehdî da (s) biketan şik û du dilî yê,
Imam Baqir (s) di cewaba vê pirsîyarê da ku: gelo eşkere bûnê wextek kifş û me’lûm heye? kerem kir: Ew kesên wextekî kifş dikin, derewa dikin (u ev axiftin dubarekir) dema mûsa (s) li ser gazî ya Xuda sî roja ji nav qewmê xwe derket û Xudê dheـ roj ser wî sî rojî ve zêde kir, qewmê wî gotin: Mûsa bi we’da xwe ‘emel ne kir, û ewa ku çênabîya bikin, kirin (j dîn derketin û bûn gûlk perês ),
Wextê Rabûnê
her kes dixazê bizanê ku di cereyana qîyama cihanî ya Imam Mehdî (s) çi qewmîn diqewmin , bizav û hereketa Imam jkîderê û çewa çê dibê, âwayê rûbru bûna Imam di gel muxalfan çewane û welhasil ew hezret wê çewa ser hemî cihanê bikevê û karubarê ‘alemê bidestxwe bigirê? ev pirsîyar û pirsîyarên wek va ileh hizra mirovê muştaqê zuhûrê bi xweve mijûl dikin, lêbelê heqîqet eve ku xeberdan derheqê qîyama axirîn hêvîdarî ya beşer, karek pir bzehmete, çiko axiftin derheq wa qewmîna da ye ku hêca neqewmî ne û nûrmale ku mirov nekar bê jwa tiştên hêj ne qewmyîn hûr hûr baxivê,
vê gorekê ewa em di vê pişkê da jê daxivîn , qewmînên zemanê Imam Mehdî ne (s) ku gorekî riwayetane, ew riwayetên di kitêbên zehfî da hatîn neql kirin, ev jî tinê kullîyeteke ji qewmînên zemanê zuhûrê,
Çewanî Ya Qîyamê
dema zulm û xirabî yê rwîyê ‘alemê reş û tarî kir û hingê ku zaliman rwîyê ‘erdê kirin cewelangeha xwe ji bona xirabkirinê û mezlûmên cihanê jî destê ârîkarîyê ji ‘esmana ra bilind kirin, ji nşkêve wê gazîyek âsimanî tarîtî ya şevê bikelêşê û di meha Xudê; remezanê da wê mizgînî ya zuhûra mew’ûdê mezin bidê, wê dil bikevin qelqê û çav şaqz bibin! wê şev perês bikevin lerzînê û muntezirên Mehdî (s) wê ji her kesî bipirsin ku xwe bgeynin hzwîra wî û li dûra wî berhev bibin,
Di wî wextî da ku sufyanî li ser ‘erdek berfireh wek surîyê û iurdun û flstînê zal bîye wê ji berberekanî ya wî ra leşkerekî hazir bikê û di rêka mekehê da wê bikevê pey peyda kirina Imam û di cîyekî da bi navê beyda’ wê di ‘erdê da biçê xarê û ji nav biçê.
Di zemanek kurt da piştî şehadeta nefsa zekîyye, wê Imam Mehdî (s) li ser şiklê zelamek cewan ji “mescid el- heram” yê derkevê, ew jî dhalekî da ku kirasê pîrozê Pêxemberê Xudê (s.a) li berdaye û âla ya Pêxember û âlê Pêxember di destê wî da ye, wê ew pala xwe bidê dîwarê ke’bê û di navbeyna rukn û meqam da piştî hemd û sena yên Xuda û selewata li ser Pêxember û âlê Pêxember wê bêjê:
Mirovnu! em ji Xudayê qadir û kara ârîkarîyê dixazîn û heçî kesê ji cihanî yan ku cewaba gazîya me bidê em ji ârîkarîyêra dixazîn, vêca hema hingê xwe û binemala xwe didê nasandin û gazî dikê û dibêjê: fallhallefîna, la txzluna û ansruna ynsrkm allet’alî ـ yanî: Derheq meda xudî, bînin bîra xwe, me tinê ne hêln û ârîkarîya me bikin ku Xudê ârî hewebikê.
Piştî xilas bûna xeberdana Imam, âsimanî pêşî yê ji ‘erdîyan di stînin û kûm kûm tên ‘erdê û di gel Imam bey’et dikin di halekî da ku li pêşîya wan da melekê wehyê cbraiîl (s) destê hevrê yî yê didê Imam, vêca hingê 313 stêrên ‘erdî ku ji cihên muxtelifên ‘alemî hatine ’erdê wehyê dûra roja ronahî ya Imametê digirin û sûza wefadarî yê girê didin û ev cereyan dewam dikê heta 10 hezar ‘eskerê can fda li leşkergeha Imam da hazir dibin û di gel wê koma yaran âlaya qîyamê bilind kirîye û blez desthelatê li ser mekehê û dûr û berê wê peyda dikin û ‘erdê Pêxember ji wucûda neehlan temîz dikin, piştî hingê berew medînê dikevê rê, heta ku sîbera ‘edalet û dilovanî yê li wê derê berfireh bikê û rayêxê û serkêşên bajara di cîyê wan da bidê rûnştin, pêre berê xwe didê ‘Iraqê û bajarê kûfayê dikê merkeza hukmeta xwe ya cihanî û ji wê derê qîyama xwe rêve dibê û ji bona de’weta cihanî yan ji islamê ra û jîyana li ber ronahî ya qanunên Qur’anî û ji hev bilav kirina dezgahê zulm û sitemê ra ârîkar û leşkerê xweyê nurê rêdikê cihên muxtelifên ‘alemê.
Imam (s) yêk û yêk çeperên klîdî û muhimên cihanê vedigrê çiko xêncî ârîkarîya yarên wefa dar û mumina ârîkarîya melaiîketên ilahî jî jê ra heye û wek Pêxemberê islamê (s.a) ji leşkerê tirsê jî istifadê dikê û ârîkarîyê digrê û Xudayê mute’al tirsek wereng ji wî û heval û eûgirên wî têxê dilê dujminan ku çi qudret êdî nikarin di gel wî hezretî berberekanî yê bikin,
Imam Baqir (s) kerem kirîye: qaimê ji me bi rêka tirsê ve ârîkarî jê ra tê kirin.
Cîyê gotinê ye ku yêk ji wa cîyên bi wesîla Imam tê vegirtin “beyt-ul Muqeddese” û piştî wê qewmînek pir muqeddes diqewmê ku di cereyana qîyama Imam Mehdî da pir esasî ye û cebhê ewî hezretî qewî dikê û ew jî hatina Hezretê ‘îsa ye (s) ji ‘esmana. Hezretê mesîh (s) ku li ser gotina Qur’anê saxe û li ‘esmana da dijî tê ser ‘erdê û li pey Imam Mehdî (s) nimêj dikê û bi vî âwayî seratî ya Imamê dazdê yê ehlê beytê li ser xwe û peyrewên xwe didê nîşan dan û peyrewî ya xwe ji Imam Mehdî (s) ra eşkere dike.
Pêxemberê) kerem dikê: sûnd bi wî yê ez bi heqî hinartîm û ez kirîm mizgînî der ji xelkê ra, eger ji rojekî pêve ji ‘emrê dinyayê nemabê, wê Xudê wê rojê ew qas dirêj bikê heta korê min Mehdî (s) di wê rojê da qîyam bikê û rabê piştî hingê ‘îsayê korê merîyemê (s) wê bê xarê û li pey Mehdî (s) nimêj bike.
Piştî evî karê Hezretê ‘Îsa (s) gelek ji filan ku kûmek zehfî di cihanê da pêk tînin wê îmanê bi axirîn zexîra ilahî û pêşkarê peyrewên ehlê beytê bînin, tu dibêjî qey Xudê te’ala Hezretê ‘îsa (s) ji bona wê rojê paraztî ye da ku çraya hidayetê ji bona heqxazan elkê.
elbet eşkere bûna mu’cizan bi destê rê rastkerê Hezretê Mehdî (s) û pirojên fikrî ji bona rênimunî ya beşrr ji bernamên inqilaba mezina mehdewî ye ku rêkê ji hidayeta xelkê ra vedikê.
Li ser vî esasî Imam elwahên tewrata ne hatî guherîn - kitêba muqeddesa cuhîyan - ku li cihên taybetên dinyayêda hatîye veşartin dertênê û cuhî ku nîşanên Imameta wî di wa elwahan da dibînin îmanê bi wî hezretî tînin, û peyrewên dînên dî jî ku evê guherîna mezin dibînin û peyama heq ji Imam gohlê dibin û mu’cizan jê dibînin kûm û kûm xwe didin gel wî hezretî û bi vî âwayî we’da hetmî ya ilahî tê cî û islama ‘ezîz ‘alemê hemî yê li bin âlaya xweda digrê:
Ew alzî arsl rsule baledî û dîn alhq lîzere ’lî aldîn kle û lu kire almşrkun
- yanî: û ew ew Xuda ye ewê Pêxemberê xwe (pê delîlên) hidayetker û dînê heq rêkir da ewê ser hemî dîna bêxê, herçend ku li muşrkan xweş neyê.
vê gorekê tinê ew stu stwîrên zalim dmînin ku li beraberê heq û heqîqetê da teslîm nabin û ewjî li beraberê cereyana xalb û zehfî ya mumina da nikarin xwe ragirin û wê pê şwîrê ‘edaleta Hezretê Mehdî (s) bighên cezayê karên xwe yên xirab û wê ‘erd û ehlê ‘erdê ji her û her ra ji xirabî û fesada wan rihet bibin û bikevin di êmnahî yê da,