کد QR مطلبدریافت صفحه با کد QR

Hêvîyê Man (intizar)

11 مهر 1389 ساعت 12:55

...


Gulên baxçê çava rê ne‌da ku sîbe‌ra baxçe‌vanê dilovan li se‌r se‌rê xwe‌ bibînin û ji de‌stên bi re‌hmên w
î âva heyatê ve‌xun û dilên muştaq çav li rê ya wî ne ‌xwe ‌bighêninê û e‌v hale‌halê hêvî man û intizarê ye‌; be‌lê, he‌mî hêvîyê ne ‌da ku bê û şînkatî û keyfê bikê xe‌lat û he‌d‌îye‌‌ bikê,
he‌ma rastî hêvîdarî û li hêvîyê man çiqa spe‌hî û şîrîne, e‌ge‌r spe‌hîtahî ya wê bê dîtin û ji dil şîrînî ya wê tam kirin,
He‌qîqe‌ta Intizarê
u ji intizarê ra ge‌le‌k me‌’ne‌ hatine‌ gotin, lêbe‌lê pê hûr bînî û te‌e‌mmula di vê ke‌lîmê da mirov dikarê bi he‌qîqe‌ta wê bihesihê, m’ena wê çav li rêkê bune û hêvîyê mane, e‌v li çav rêkê bi te‌nasuba ze‌mîna xwe‌ qîme‌t û bihayê peyda dikê û e‌se‌r û li pey hat jê ra he‌ne, intizar tinê ne‌hale‌te‌k rhî û navdeyî ye‌ be‌lkê navdeyê wê de‌r dike‌vê ji de‌rve‌ û dibê se‌be‌bê he‌re‌ke‌t û bizavê û ji be‌r vê yêkê ye‌ ku di riwayeta da intizar ‘e‌me‌l û kiryar, be‌lkî baştirîn ‘e‌me‌l hatîye‌ nasandin, intizar şikl di wê muntezir û cihe‌te‌k xas û taybe‌t didê kar û xe‌bata wî û ew cihe‌t rêke‌ke ‌ku dibê se‌be‌b he‌ta bighê ewê ya hêvîya wê,
vê gûrekê intizar di ge‌l rûnştin û de‌st danîna se‌rde‌sta rêk nake‌vê, intizar pê nîz nalîde‌rî û he‌sre‌t û âh ‌kişandinê xilas nabê, be‌lkî di he‌qîqe‌t da he‌re‌ke‌t û bizav û xe‌bat di intizarê da heye‌, ew ke‌sê hêvîya mêevane‌k ‘e‌zîz bê he‌dar û te‌bata wî nayê ne‌he‌ta xwe‌ û dûr û be‌rê xwe‌ ji hatina wî ra hazir bikê û pêşî girên hatina wî ji nav bibê,
xe‌be‌rdan de‌rhe‌qê hêvîyê mana qewmîne‌k bê e‌msale‌ ku di spe‌hîtayî û ke‌malê da xilase‌k jê ra nîne, intizara ewî ze‌manî ye ‌ku di xwe‌şî û ge‌şî ya xwe ‌da di he‌mî ze‌manên bûryî da we‌k wê çêne‌bîye û cihanî ze‌mane‌ke û we‌k spe‌hîtayî ya wê ne‌dîtî ye; e‌v he‌ma ew tintizar û hêvîyê mana hukmeta cihanî ya Hezretê Mehdî ye (s) ku di riwayeta da bi navê tintizara fe‌re‌cê jê hatîye‌ axiftin û ew ji baştirîn ‘e‌me‌l û ‘ibadeta û be‌lkî piştîvanê qe‌bûlîya ‘e‌me‌lan hatîye‌ iêjmartin,
Pêxemberê ekrem (s.a) ke‌re‌m kirîye: Baştirîn ‘e‌me‌lê umme‌ta min intizara fe‌re‌cê ye,
Imam Sadiq (s) got yaranên xwe: gelo e‌z hewe‌ âgah ne‌km ji wê ya ku Xudê te‌’ala bê wê çi ‘e‌me‌lî ji be‌ndan qe‌bûl nakê? gotin ke‌re‌m ke: Ewî got: şhede‌ d‌ana bi we‌hdanîye‌ta Xudê û Pêxemberî ya Pêxemberê islamê (s.a) û iqrar kirina bi he‌mî ewê ya Xuda e‌mir pê kirî û we‌laye‌ta me‌ û be‌rî kirina xwe ji dujminên me‌ û te‌slîm bûna di be‌rabe‌rê wan Imama da û ehlê te‌qwayê bûn û xe‌bat xwe‌ parêzî (j gunehan) û intizara qaim (s),
vê gorekê intizara fe‌re‌cê intizare‌k taybe‌te û hinek taybe‌tirîyên wê he‌ne‌ ku di cîye‌k dî d‌a peyda nabin ku lazime‌ bi başî bên nas kirin û zanîn he‌ta re‌mz û raza ewa he‌mî başî û se‌ratî yan ku e‌mê ji wê ra bêjin e‌şke‌re‌ bibê,
Taybe‌tî Yên Intizara Fe‌re‌cê Ji Imam Mehdî ra (s)
me‌ got ku intizar kare‌k fitrî ye‌ û ji he‌r qewme‌kî ra û di he‌r dîne‌kî da heye, lêbe‌lê intizarên me‌’mûl ku di ce‌reyana jîyana he‌mî ke‌s û he‌ta di komela da heyî, çiqas me‌zin bê di muqaysa di ge‌l intizara Mehdî yê mew’ûd da (s) biçûk û bê mqdare, çiko hêvîyê mana e‌şke‌re‌ bûna wî taybe‌tî yên me‌xsûsê bi xweve ‌he‌ne:
hêvîya Mehdî mala (s) hêvî mane‌ke‌ ku ji ewilê xilqetê ve‌ de‌spê kirîye, yanî ze‌manê pir kevinda, e‌nbîyaء û ewlîyaa mizgînî ya e‌şke‌re‌ bûna wî dane‌ û di ze‌manên nêzîktir da vêca Imamên me‌ he‌mî yan xwe‌st û ârzuya wan ew bîye ‌ku xwe‌zka di ze‌manê wî da bûna,
Imam Sadiq (s) ke‌re‌m kirîye: E‌ge‌r e‌z bgiham ze‌manê wî minê di ‘emrê xwe‌ he‌mîyê da xizme‌t jê ra bikira,
mana hêvîya Mehdî (s) intizara se‌rast ke‌r û durist ke‌rê cihanê ye, hêvîdarî ya hukmeta ‘e‌dila cihanî ye‌ û hêvîdarî ya pêk hatina he‌mî başî û qe‌ncî ya ye, di vê hêvîdarî ya pêk hatina he‌mî başî û qe‌ncî ya ye‌, di vê hêvîdarîyê da çavê be‌şe‌r di rêkê d‌a ye‌‌ ku he‌mî wê ya li se‌r e‌sasê fitre‌ta paka Xudayî, û di ârzûîya dîtina wî, da bûye‌ bibînê, ewa ku çi cara bi te‌mamî ne‌dîtî, û Mehdî (s) ewe‌ yê ku ‘e‌dale‌t û me‌’newîye‌t û brade‌rî û be‌rabe‌rî û ‘umira, û âve‌danî ya ‘e‌rdê û emnîyet û sulh û âştî û ze‌manê bşkvîna ‘e‌ql û zanîna be‌şe‌rî ji mirova ra heye‌ ‌dikê, û têhnê û ji nav birina rayêxa ist’mar û kûle‌tî ya insana û u dûr kirina he‌mî qismên zulmê û xilas bûna mirov z he‌mî new’ên fe‌sad û bê e‌xlaqî yê de‌sthata hukmeta wî ye,
be‌rhêvê bûna Mehdî (s) ew be‌rhêvî ye ‌ku tinê pê pêk hatina zemînan pêk tê û ew hingê ye‌ ku he‌mî ke‌s li pey muncî û duristke‌rê âxir ze‌man bê, wê ew bê da pê ârîkarîya he‌val û eûgirên xwe‌ li dijê xirabî û pîsatî ya da rabê ne‌ ku tinê pê mu’cizê kar û barê cihanê rêk bêxê,
hêvîdarîya Mehdî (s) di wa yên hêvîya wî da şewqa ârîkarî û he‌vrêkîyê çêdikê û eûîye‌t û heyatê didê insan û ewî ji pûçî û bê he‌de‌fîyê xilas dikê,
ewa hatî gotin hinek ji wa taybe‌tî yên wê intizarê bîn ku berfireheya wî qasî he‌mî tarîxê û kûka wê di canê he‌mî mirova da heye û qe‌t çi hêvdarî yên dî nagihên e‌vê hêvîdarî ya pir me‌zin, vê gorekê di cîyê xwe‌ da ye‌ ku e‌m he‌mî âlî û e‌se‌rên pir ze‌hfî yên hêvî mana Mehdî (s) nas bikîn û de‌rhe‌q we‌zîfe û be‌rpirsîyarên hêvîdaran û kirh û iucre‌ta wan ya ze‌hfî baxivîn,
Eb’adên Intizarê
mirov ji cihe‌tên muxtelif ve‌ xwey e‌b’adên cûr bi cûre: ji âlîye‌kî ve‌ b’uda ne‌ze‌rî û ‘e‌me‌lî ya wî û ji âlîye‌kî ve‌ b’uda fe‌rdî û komelaye‌tî ya wî û ji âlîyê dîve‌ di kêle‌ka b’uda cismî xwey b’uda rûhî û rewanî ye, bê şik di he‌mî va e‌b’ada ihtîyac heye‌ ji çarçûbe‌k kifş û me‌’lûm ra, da ku di wî qalibî d‌a rêka durista jîyanê jê ra ve‌bê û rêk û me‌sîrên xe‌le‌t û xwehr li be‌r wî bên girtin û ew rêka durist he‌ma rêka intizarê ye,
hêvîdarî ya mew’ûdê cihanî di he‌mî b’udên jîyanê da te‌isîrê li hêvîdar dikê, di b’uda fikirî û ne‌ze‌rî da ku xîmê ‘e‌me‌l û me‌’milleta mirove, bawe‌rîyên e‌sasî yên jîyana mirov di ke‌lha xwe‌ da û diparêzê, bi beyane‌k dî: Hêvîdarî ya durist e‌vê dixazê ku mirovê hêvîdar xîmê bawe‌rî û fikrî ya xwe ‌qayîm û qewî bikê da ku ne‌ke‌vê di nav me‌kte‌bên xwehr da û ji dava wan xilas bibê û ân ji be‌r dirêj bûna ze‌manê ve‌şartinê ya Imamê ‘e‌sr (s) ne‌ke‌vê çala ye‌is û bê hêvî bûnê d‌a,
Imam Baqir (s) ke‌re‌m kirîye: Wê ze‌mane‌k se‌r xe‌lkê da bê ku wê Imamê wan xaib bibê, vêca xwe‌zka wî yê di wî ze‌manî da li se‌r we‌laye‌ta me‌ sabt bmînê,
îyanî di dewra xeybe‌tê da ku dujmin dixe‌btin pê e‌şkalên muxtelif yên şubhan bawe‌rîyên duristên heyîn ji nav bibin bi be‌re‌ke‌ta ke‌tina di nav çe‌pe‌ra intizarê da he‌d û sînurên bawe‌rîya tên paraztin,
d b’uda ‘e‌me‌lî da, intizar cihe‌t didê he‌mî ‘e‌me‌l û kiryarên mirov; hêvîdar ge‌re‌ke‌ di meydana ‘e‌me‌l da bixe‌btê he‌ta ku ze‌mîne û ‘e‌rdên e‌şke‌re ‌bûna dewle‌ta he‌q çêkê, vê gorekê mirovê hêvîya Hezretê Mehdî (s) li vê pişkê da jî ge‌re‌ke‌ li durist kirina xwe û se‌rast kirina cam’ie û komelê bixe‌btê, di b’uda fe‌rdî da jî he‌m dixe‌btê ku rih û rewanê xwe‌ pê se‌ratî yên e‌xlaqî durist bikê û he‌m jî ji ne‌ze‌r cismî û be‌de‌nî ve‌ xwe ‌bhêz bêxê da ku bikêr bê ji bona ce‌bhê nûrê ra,
Imam Sadiq (s) ke‌re‌m dikê: , , ke‌sê ku he‌z dikê ji yaranên qaim (s) bê, bila hêvîyê bê û di wî halî da jî bi te‌qwa bê û e‌xlaqên qe‌nc di xwe‌ da çêkê û pê wî xwe ‌bixe‌milênê,
taybe‌tî ya hêvîdarîyê ewe‌ ku mirov ji sînûrê xwe ‌bi xwe bilindtir dikê û pêşve‌tir dibê û ewî di ge‌l te‌k te‌kê fe‌rdên komelê girê didê, yanî hêvîdarî ne‌tinê te‌isîrê datînê se‌r jîyana fe‌rdî ya hêvîdar be‌lkê di girêdana fe‌rd û kûmê da te‌isîre‌k musbe‌t jê ra çêdikê, ji wê d‌e‌rê ku şe‌rtê e‌şke‌re ‌bûna dewle‌ta he‌q hazirî ya kûmkî ye, he‌r ke‌s qas karîna xwe ji durist kirina kume‌lê ra dixe‌btê û li be‌rabe‌rê ne duristî yên ictima’î da bê de‌ng û bê te‌faût namînê, çiko muntezirê muslihê cihanî di fikr û ‘e‌me‌lê xwe‌ da rêka duristî û rastî yê didê be‌r xwe,
we‌lhasil, intizar ce‌reyane‌k pîroze ‌ku dike‌vê he‌mî re‌ yên jîyana fe‌rdî û ictima’î ya mirovê muntezir û di he‌mî meydanên jîyanê da rhingê ilahî bi jîyana wî ra didê û c re‌ng ji rhingê ilahî baştire?
Qur’an ke‌re‌m dikê: , , sbixة‌ alle û min ahsn min alle ‌sbixة - rhingê ilahî (bi xwe ‌re ‌bidin) û c ‌tişt ji he‌buna rhingê ilahî spe‌çî tire?
pê wê ya hatî gotin kifş bî ku be‌rpirsîyarî ya mirovê hêvî ya Imam Mehdî (s) ne‌ tişte‌ke‌ xêncê he‌bûna rhingê ilahî ku bi be‌re‌ke‌ta hêvîdarîyê di he‌mî re yên jîyana fe‌rdî û ce‌m’î da peyda dibê, pê vê nêrînê êdî ew be‌rpirsîyarî li se‌r milê meyê hêvîdar giranî yê çênakê, be‌lkî ji cbhe‌tên muxtelif ve ‌m’enayê didê û me‌he‌bibe‌tê te‌ ‘e‌ske‌re‌k layiq bibînê û ji xêve‌ta îmanê ra gazî te‌ bikê û ew li wê d‌e‌rê hêvîya te‌ bê, tu dê çi bikî? û tu dê çewa bî? gelo ge‌re‌ke‌ ji te‌ ra hinek te‌klîfa kifş bikin ku wihabike‌ û wiha be, ân te ‌bi xwe ‌rêka intizarê nas kirîye‌ û tu dê be‌rew me‌xse‌d û he‌de‌fê bike‌vî rê?
Be‌rpirsîyarî Yên Munteziran
Di riwayetên rêbe‌rên dînî da ge‌le‌k we‌zîfe‌ ji muntezirên zuhûrê ra hatine‌ gotinê, ku li vêde‌rê e‌mê muhimtirînê wan bînîn:
Nas Kirina Imam
Pêve ‌çûna rêka intizarê bê nas kirina Imam çênabê xwe‌ ragirî û istqame‌ta di vê dûlê d‌a girêdayî ye‌ bi nas kirina durista Imam Mehdî ve ‌(s), vê gorekê xêncî nas kirina nav û ne‌se‌ba Imam lazime‌ ku de‌rhe‌q rutbe‌ me‌qamê wî da jî zanîne‌k kafî bide‌sve‌ bênê.
E‌bû ne‌sr, ji xizme‌tkarên Imam he‌se‌nê ‘Eskerî (s) pêşîya xeybe‌ta Imam Mehdî da (s) diçê balê, Imam Mehdî (s) dpirsê: gelo tu min nas dikî? cewab didê: Be‌lê, tu se‌rwe‌rê min û korê se‌rwe‌rê minî, Imam (s) dibêjê: Me‌xse‌da min ne e‌v nas kirin bî e‌bû be‌sîr dibêjtê: nixwe ‌tu ke‌re‌mke‌ bêje.
Imam wiha dibêjê: E‌z axirîn cîgirê Pêxemberê Xuda me (s.a) bi (be‌re‌ke‌ta) min be‌la ji bine‌mal û peyrewên min dûr dike.
Eger me‌’rîfe‌ta Imam ji muntezir ra çêbî, ew wê ji niha ve‌ xwe‌ di nav be‌rûkê Imam da he‌sab bikê ku di çadira Imam da û di kêle‌ka wî da rûnştîye, vêca te‌ bêhinekî jî ji xe‌batê, ji bona bhêz kirina be‌rûkê Imamê xwe‌ nase‌kinê.
Imam Baqir (s) ke‌re‌m kirîye: «men mate we ye‘arif imame‌ zemanih … - ke‌sê bimirê di hale‌kî da ku Imamê xwe‌ nas kirbê, pêş ke‌tin ân paş ke‌tina vî karî (e‌şke‌re‌ bûn) ze‌re‌rê jêra çênakê û ke‌sê ku bimirê di hale‌kî da ku Imamê xwe‌ nas kir bê, we‌k wî ye ewê di çadira Imam da di ge‌l wî» .
Ge‌re‌ke ‌bê gotin ku e‌v nas kirin ewqas muhimme‌ ku di ke‌lamê Imamên pak da hatîye‌ ku ji de‌stve‌ ânîna wê ra ge‌re‌ke‌ ârîkarîyê ji Xudê bixazê.
Imam Sadiq (s) ke‌re‌m kirîye: Di ze‌manê xeybe‌ta dirêja Imam Mehdî da (s) ehlê batil dikevin şik û du dilî yê. Zurare ‌ku ji hûgirên taybe‌tê Imame ‌pirsî: E‌ge‌r e‌z wî we‌xtî bibînim e‌z çi bikm? Imam Sadiq (s) ke‌re‌m kir: E‌vê di’ayê bike: «Ellahumme e‘rrifnî nefsek fe inneke in lem tue’rrifnî nefsek lem ee’rif nebîyyek, ellahumme e‘rrifnî resulek fe inneke in lem tue’rrifnî resuleke lem ee’rif huccetek …
Ewa he‌ta niha hatî gotin nasîyarî ya cî û me‌qam û rutba Imam bî di ‘ale‌ma he‌bûnê da, ew hucce‌ta Xudê û cîgirê bi heqê Pêxember (s.a) û rehberê xe‌lkê he‌mîyê ye ‌ku gohdana wî li se‌r he‌r ke‌sî fe‌rze‌ çiko gohdana wî he‌ma gohdana Xuda ye.
Yêkî dî ji b’udên me‌’rîfe‌ta Imam, naskirin û zanîna sîre‌ û sife‌tên Imame, û eva he‌ te‌isîre‌ke‌ ‘e‌me‌lî ya pir di m’millet û xlafê hêvîdar da çêdikê û kifşe‌ ku çiqas nasîn û me‌’rîfe‌t vê de‌rhe‌vê da kwîrtir û pirtir bê ewqas te‌isîra di jîyana wî da jî pirtir û ze‌hftire,
Nimune ‌Bûn Û Xwe‌ We‌k Wî Lê Kirin
De‌ma nas bûn di ge‌l Imam çêbî hingê axiftin digihê vê de‌rê ku de‌rhe‌q peyrewî ya ji wî û e‌vê çe‌ndê ku ewî ji xwe ‌re nimune û iuswe‌ bizanê bê axiftin.
Pêxemberê ekrem (s.a) ke‌re‌m kirîye: Xwe‌zka wî ke‌sê bighê ze‌manê qaimê bine‌mala min di hale‌kî da ku pêşîya rabîna wî da ke‌tbê pey wî û Imamên pêşîya wî û xwe‌ ji dujminên wa be‌rî kir bê, ew dûst û he‌vrê yê minin û bqe‌dir tirîn mirovên umme‌ta minin li bal min,
ew ke‌sê di te‌qwa û ‘ibadet û jîyana sade û se‌xawe‌t û se‌br û he‌mî fe‌zîle‌tên e‌xlaqî yên dî da ke‌tbê pey Imam û mwardê xwe, çiqa rutbeye‌k bilind wê li bal wî rehberê ilahî he‌bê, vêca de‌ma biçê bal wî wê çiqas se‌r bilind û se‌r fraz bê.
Gelo ma mirov be‌rhêvî yê xêncî veye‌ ji wî yê muntezir ra ku li pey spe‌hî tirîn mewcûdê ‘ale‌mê ye‌ û xwe ‌pê başî ya xe‌milandî ye‌ û ji pîsatî û rzîle‌tî yên e‌xlaqî dûr kirîye û di rêka intizarê da he‌ma he‌r hay ji fikr û ‘e‌me‌lê xwe‌ heye û muraqbê wê ye? e‌ge‌r xêncî vê bê wê kiryarê xirab kêm kêm navbra wî û me‌’şûqê qe‌ncan zêde‌ bikê, eva he‌ he‌qîqe‌te‌ke ‌ku Imamê mew’ûd bi xwe ‌jî de‌rhe‌q wê da hişyarî daye,
Imam Mehdî (s) ke‌re‌m kirîye: Qe‌ tişte‌kî e‌m ji wa cida ne‌kirine‌ xêncî ewa karên wan ku digihên me; ew ‘e‌me‌lên ku e‌m jê he‌z nakîn û e‌m ne‌be‌rhêvî yê wê ne ji wan.
xilase‌ka xwe‌sta munteziran ewe ‌ku di ragirtina dewle‌ta Mehdî (s) û hukmeta ‘e‌dale‌tî behre‌k he‌bin û iftixara ârîkarî û he‌v rê bûnê di ge‌l axirîn hucce‌tê he‌q bide‌sve‌ bênê, lêbe‌lê qey gihana e‌vê se‌’ade‌t û be‌xtewe‌rî ya giring xêncî pê durist kirin û xe‌milandina xwe ‌pê e‌xlaqên hêjayî çê dibê?
Imam Sadiq (s) ke‌re‌m kirîye: Min sre‌ an ykun min ashab alqaim flîntzr û alî’mil balur’ û mhasin alaxlaq û ew mintzr - he‌çî ke‌sê he‌z bikê ku ji yaranên Hezretê qaim bê (s) ge‌re‌ke‌ hêvîyê bê û di halê hêvîdarîyê da pê te‌qwayê û e‌xlaqê qe‌nc ‘e‌me‌l bike.
u kifşe‌ ku di rêka pêk hatina e‌vê xwe‌stê da çi nimûne‌ ji pey ke‌tinê ra se‌ra tir ji wî Imamê spe‌hîtayî ya nine.
Bîr Anîna Imam
Ewa ku dibê ârîkarê hêvîdaran ji bona de‌stve ânîna me‌’rîfe‌t û peyrewî ya ji Imam, qe‌t ne‌kirin û dewama girêdanê ye‌ di ge‌l wî te‌bîbê cana,
Rastî, e‌ge‌r Imamê dilovanî û mehebbetê illeh û li he‌r cihê hay ji peyrewên xwe ‌heye û qe‌t ewa ji bîr nakê, gelo he‌qe‌ ku muştaqên wî xwe‌ bi dinyayê û kar û barê dinyayî ve ‌mijûl bikin û ji wî ‘e‌zîzî xafl û bê xe‌be‌r bimînin? ân gelo rê û re‌sma dustî û me‌he‌bibe‌tê ne‌ewe ‌ku di he‌mî hala da ewî se‌r xwe‌ û yên dî ra bigrin û de‌ma li se‌r scda di’a rûdinên ji wî de‌spê bikin û ji se‌lame‌tî û berfirehey ya e‌şke‌re ‌bûna wî ra di’a bikin? ewî bi xwe ke‌re‌m kirîye: ji zûke‌tina fe‌re‌ca min ra di’a bikin çiko ew fe‌re‌c û berfirehey ya hewe‌ ye,
Illeh ‌ge‌re‌ke‌ bêjin: allem kin lulîk alhc‌ bin alhsn slwatk ‘lîye‌ û ‘lî abae ‌fî eze ‌alsa’‌ û fî kl sa’e ‌ulîya û hafza û qaida û nasra û dilîla û ‘îna htî tskine‌ arzk tu’a û tmt’e ‌fîha twîla - ey Xuda! ji we‌lî yê xwe, hucce‌bin alhsn ku se‌lewatên te‌ li se‌r wî û bine‌mala wî bin, di vê bêhnê da û di he‌mî bêhna da se‌r pe‌re‌stî yê bike‌ û bibe‌ nûbe‌dar û rehber û yar û rênimûn û rê nîşade‌r, he‌ta ku tu bi xwe‌st û vîyan ewî di ‘e‌rdê xwe‌ ra deynê û bi dirêjî de‌sthe‌lata wî li se‌r ‘e‌rdê çêkî,
Be‌rhêvî yê he‌qîqî di we‌xtê, se‌de‌qe‌danê da, ewil se‌lame‌tî ya wucûda şe‌rîfa Imamê xwe‌ be‌rçaf bigirê û bi he‌r bihana heyî de‌stê tewe‌ssulê bal wî ve‌ ‌dirêj dikê û bi şewqa e‌şke‌re‌ bûna wî ya mubare‌k û dîtina ce‌mala wî ya bê e‌msal wiha gazî bikê: “dijware ‌ji min ra ku e‌z he‌mî yan bibînim lê tu neyê dîtin”.
Salkê rêka intizarê di civatên ku bi navê ewî me‌hbûbê dila te‌şkîl di bin şrîkatîyê dikê da ku re‌ yên me‌he‌bibe‌t û he‌z kirina ji wî di dilê xwe‌ da qayîm tir bikê û hat û çûa mizgeftên sehlê û ce‌mke‌ranê û se‌rdaba muqedde‌s ku me‌nsûbê wî ye‌ ‌pir dikê,
u ji spe‌hî tirîn clwe yên bîr ânîna Imam Mehdî (s) di jîyana be‌rhêvî yan da ewe‌ ku he‌r ruj di ge‌l wî sûza xwe‌ nû bikê û qirara we‌fadarî yê girê bidê û mana xwe‌ li se‌r wê sûzê e‌şke‌re ‌bikê,
Di qisme‌te‌k ya di’a ya ‘Ehd da wiha hatîye: Ey Xuda e‌z di sbeha xwe ya îro da û he‌mî dewrana jîyana xwe‌ ‘hed û sûz û bey’e‌ta ku ji wî li stûê min da heyî nû û taze ‌dikm, ku qe‌t e‌z ji wê sûz û bey’e‌tê ne‌zivirim û qayîm bimînim li se‌r wê, ey Xuda! tu min bike‌ ji yaran û ârîkar û be‌re‌qan û bi le‌z ke‌tên balîyê wî ve ‌diçin da xwe‌stên wî bcî bînin û gohdarên fe‌rmanên wî û parêze‌rên wî û ewên ji xwe‌sta wî ra pêşîyê ji he‌v dstînin û tu min bike ji wa yên li be‌r de‌stê wî tên şehîd kirin,
Eger ke‌se‌k bê vebir e‌vê ‘hedê bixûnê û ji kwîratî ya can girêdayî bê bi mefhûmê wê ve ‌qe‌t çi cara sistî jê ra çênabê û ji bona pêk ânîna he‌de‌f û Imama bixên Imamê xwe û çêkirina ze‌mînên e‌şke‌re‌ bûna wî qe‌t ji xe‌batê nase‌kinê û brastî wê bibê layiqê hazir bûnê di meydana ârîkarî ya ewî ze‌xîrê ilahî da,
Imam Sadiq (s) ke‌re‌m kirîye: ke‌sê çil şe‌va pê vê ‘hedê gazî Xudayê mute‌’al bikê wê bibê ji eûgirên qaimî me, û e‌ge‌r pêşîya e‌şke‌re‌ bûna wî da bimirê, wê Xudê ewî ji qe‌bra wî de‌rînî û wî e‌nsarê qaim (s) bikê,
We‌hde‌t Û He‌vdilî
eger e‌m ji be‌rpirsîyarî ya te‌k te‌kê qafla be‌rhêvîyan de‌rbaz bibîn, koma hêvîdaran jî ge‌re‌ke‌ piroje û bernameye‌k he‌bin ku di se‌mta (be‌rew) he‌de‌fên Imam û hucce‌tê ilahî da bin, bi beyane‌k dî: ge‌re‌ke‌ koma be‌rhêvî yan he‌re‌ke‌t û bizava xwe‌ rêk bêxin di ge‌l razî bûna rehberê mew’ûd, vê gorekê koma hêvîdaran dixazin he‌ta âxir li se‌r sûz û qirara xwe‌ ya dayîn Imam, bisekinin he‌ta ku ze‌mîne‌ û ‘e‌rdê munasb ji çêkirina hukmeta Mehdî ra se‌lamên Xudê li se‌r bin pêk bên û çêbin,
Imamê ‘e‌sr (s) di beyane‌k ya xwe‌ da ji vê kûmê ra wiha mizgînî daye: E‌ge‌r peyrewên me‌, ku Xudê di rêka gohdarî kirina xwe‌ da ârîkarê wa bin, di we‌fa kirina sûza ji wa hatî girtin da yêk dil û ji dil bin, muhe‌qe‌q ni’meta dîdarê ji wan ra paş nake‌vê û be‌xtewe‌rî ya mulaqata me‌ pê naskirina kamil û durist ya me‌ wê le‌z bike‌vê,
ku ew sûz û qirar he‌ma ewe‌ ya di kitêba Xudê û enartî yên wî da hatî, ku e‌mê muhimtirînê wan beyan bikîn:
1‌ـ dewam dana peyrewî ya ji Imaman û dustî ya di ge‌l dustên wa û xwe‌ be‌rî kirina ji dujminên wan,
Imam Baqir (s) ji Pêxember (s.a) riwayet kirîye‌ ku ke‌re‌m kir: Xwe‌zka wî ke‌sê bighê qaimê bine‌mala min di hale‌kî da ku pêşîya rabîna wî da peyrewî jê kirbê, di ge‌l dûstên wî dûstî û di ge‌l dujminên wî dujminî kirbê, ew he‌valên min û ehlê dustî ya min û bi qîme‌t tirîn umme‌ta minin li bal min di roja qîyame‌tê d‌a,
2ـ koma hêvîdaran di be‌rabe‌rê bid’e‌ta û xwehrî çêkirina di dîn da û he‌ri wiha bi rewac êxistina kirêtîyê û ne‌başî yan dinav komelê da ne‌bê xe‌me‌ û di be‌rabe‌rê ji bîr kirin û jinaf çûna sunnetên qe‌nc û e‌xlaqê hêjayî da he‌re‌ke‌tê ji xwe‌ nîşan didê.
j Pêxemberê ekrem (s.a) riwayet bîye‌ ku: E‌lbe‌t di dûmahîka vê umme‌tê da wê kûme‌k he‌bê ku xêra wan we‌k waye‌ ewên di ewilê islamê da. ew emrê bi qe‌ncîyê û nehya ji kirêtê dikin û di ge‌l ehlê fitnê dikevin şe‌r.
3ـ komela muntezir be‌rpirsîyare‌ ku ârîkarî ya di ge‌l xe‌lkê li se‌rê bernama jîyana wan dabê, û fe‌rdên vê komelê dûrê ji çaqte‌ngî û e‌sas zanîna xwe, illeh ‌halê fe‌qîr û muhtacên kume‌lê dpirsn û ji wa bê xe‌be‌r nabin.
kûme‌k ji peyrewên Imam Baqir (s) daxaza şîre‌tê ji wî kirin, ewî (s) ke‌re‌m kir: Ew ke‌sê nav hewe‌ da bhêze‌ bila ârîkarîya ze‌’êfa bikê û yê bê ihtîyac bila di ge‌l nîyazme‌nda dilovan bê û he‌r yêk ji hewe ‌bila xêrxazê yê dî bê.
e‌şke‌reye ku daira e‌vê ârîkarîyê nayê sînûr kirin di cihê dûr û be‌rê jîyana wî d‌a, be‌lkî xêr û qe‌ncî ya hêvîdaran ge‌re‌ke‌ bgey cihên dûrtir û bajarên dî ‌jî, çiko li be‌r tîroja rhê hêvîdarîyê qe‌t cidayî û du âwayî di nav wa da ihsas nabê.
4ـ ke‌sên ku dinav komela hêvîdara da ne‌, lazime ‌ku re‌ng û bêhna mehdewî bidin komelê û nav û bîra Imam di he‌mî meydana bilind bikin û gotin û me’emleta Imam di xwe ‌d‌a bixweyhênin û di vê rêkê da bi he‌mî wucûd‌a xwe‌ bixe‌btin ku bê şik hingê wê bike‌vê be‌r lutfa Imaman.
‘e‌bidul he‌mîdê wastî ji yaranên Imam Baqir (s) dibêjê wî hezre‌tî ku: Me‌ di rêka berfireheyê da (me‌se‌la fe‌re‌ca Imam) he‌mî jîyana xwe‌ we‌qf kirîye, bi âwaye‌k we‌re‌ng ku ji hinek ke‌sên jme‌ ra muşkl hatîye‌ pêş, Imam di cewaba wî da ke‌re‌m kir: Ey ‘e‌bidul he‌mîd! gelo tu guman dikî ku Xudê rêka xilasîyê (j muşklata) ji wî ‘e‌vdê xwe‌ ra ne‌danîye‌ ewê xwe‌ we‌qfê Xudê kirî û xwe ji wî ra ve‌qe‌tandî? be‌lê, sûnd bi Xudê ku wê Xudê rêka xilasîyê jêre ‌deynê, Xudê re‌hmê bikê li wî ke‌sê kar û barê me‌ (we‌laye‌tê) sax bikê.
gotina dûmahîkê ew ku komela hêvîdar ge‌re‌ke‌ bixe‌btê ku di he‌mî âlîyên jîyana kûmkî da ji he‌mî koma ra nimûne‌ û iuswe‌ bê û bi he‌mî âwayên ji de‌stê wî bê ze‌mînên lazim ji e‌şke‌re ‌bûna Mehdî yê mew’ûd ra çêkê.
E‌se‌rên Hêvîdarîyê (intizarê)
hineka guman kirîye‌ ku hêvîdarîya muslihê cihanî xe‌lkê kڕ û bê de‌ng û bê xe‌m dikê û ew dmînin hêvîyê ku muslihe‌k cihanî rabê û fe‌sad û xirabîyê rakê, û ew bi xwe li be‌rabe‌rê xirabî û pîsatî ya da bizave‌kî ji xwe ‌nîşan nadê û bê xe‌m wê de‌st li se‌r de‌sta dideynê û cinayet û xirabî yan te‌maşe‌ bikin!
lêbe‌lê e‌v nêrîn nêrîne‌k se‌re‌se‌re û dûrê ji fikr û eûr bînîyê ye, çiko xêncî ji wê ya hatî gotin - di pişka he‌qîqe‌ta intizarê û taybe‌tî yên wê da, e‌şke‌reye ‌ku ruhîya mirovê be‌rhêvî bûnê, ew jî be‌rhêvî bûna Imam Mehdî (s) û taybe‌tî yên wê, ne‌ tinê ew hêvî man nabê se‌be‌bê se‌kinîn û sarîyê, be‌lkî baştirîn we‌sîla he‌re‌ke‌t û pêşke‌tinê ye.
hêvîdarî di hêvîdar da de‌ng de‌nge‌k mubare‌k û pîroz û bizave‌k he‌de‌fdar çêdikê û çiqas ku hêvîdar nêzîkê he‌qîqe‌ta hêvîdarîyê bibê wê le‌zîya bizava wî bi âlîyê he‌de‌f û me‌xse‌dê ve‌ pitir bibê, li be‌r tîroja hêvîdarîyê mirov ji xwe‌ xazîyê xilas dibê û xwe‌ biçe‌k ji komela islamî he‌sab dikê û dibînê, nixwe ‌hingê dixe‌btê ku qas karîna xwe‌ komelê nêzîkê rastî û duristîyê bikê û de‌ma komel ji mirovên we‌k wa pêk bê wê kûme‌k pêk bê ku be‌rê wê li başî û qe‌ncîya bê û bizava wê ya giştî wê bi âlîyê pêk ânîna başî ya ve‌bê, û di cihe‌k bi vî âwayî wê te‌jî bê ji duristî û âve‌danî û hêvî dana ge‌ş di meydana xe‌bat û ârîkarîyê da, wê cew dûr û be‌r ve‌bin ji wê çe‌ndê ra ku bawe‌rên dînî û fikra kwîra mehdewî pêş bike‌vê û di mirova da peyda bibê, û he‌r wiha hêvîdar ku di fe‌sada dûr û be‌rê xwe‌ d‌a nûqî ne‌bîye‌ be‌lkî eûîye‌ta xwe‌ ya dînî û sînûrên bawe‌rî ya xwe‌ paraztîye‌ wê di be‌rabe‌rê dijwarî û ze‌hme‌tî yên dewrana hêvêî bûnê da se‌brdar bê û bi hêvîya pêk hatina we‌’da he‌tmî ya ilahî be‌la li se‌r xwe‌ qe‌bûl bikê û he‌ta bi bêhinekî jî sistî û bê hêvîtî se‌rda nayê.
rastî hûn kîjan me‌kte‌b û me‌zhe‌bê nas dikin ku rêke‌k û rêke‌k wiha ronahî dabê be‌r peyrewên xwe? me‌sîr û rêke‌k ku bi he‌de‌fe‌k ilahî pêve ‌diçin û di âxirîkê da jî xêr û kirhe‌k ge‌le‌k giring û be‌rke‌tî bide‌sve ‌tênin.
Xêr Û Kirha Hêvîdaran
xwe‌zka wa ke‌sa ewên be‌rhêvî yê qe‌ncî yan, çiqas xêra wa ke‌sên hêvîya Mehdî yê mew’ûdê cihanî me‌zine, û çiqas bilinde‌ rutbe‌ û me‌qamê hêvîdarên he‌qîqî yên qaimê âlê muhe‌mme‌d‌ (s.a) .
d cî da ye‌ ku e‌m di vê pişkê da be‌hsa se‌ratî û rutba bê e‌msala hêvîdaran baxivîn û hinek gotinên rehberên dînî bêxîn pêş çheva.
Imam Sadiq (s) ke‌re‌m kirîye: Xwe‌zka peyrewên qaimê me, ewên ku di dewrana ve‌şartî bûna wî d‌a hêvîya e‌şke‌re‌ bûna wîne û di we‌xtê e‌şke‌re‌ bûnê da jî gohdarin ji wî ra, ew dûstên Xudêne‌ ku qe‌t çi tirs û xe‌m ji wan ra nîne.
ç iftixare‌k ji vê me‌zintire‌ ku mdala dûstî ya Xudê li se‌r sngê wa ye? û çire‌ wê kul û xe‌m se‌r wa d‌a bên halhale ‌he‌m jîyan û he‌m mirina wan bi qîme‌t ke‌tîye,
Imam se‌cad (s) ke‌re‌m kirîye: ke‌sê ku di we‌xtê qaimê me‌ da li se‌r we‌laye‌ta me‌ bmînê wê Xudê xêra he‌zar şehîda ji şehîdên be‌dir û iuhudê bidê wan.
be‌lê, ew ke‌sên di dewrana xe‌fîyê da bimînin se‌r we‌laye‌ta Imamê ze‌manê xwe‌ û sûz û qirara di ge‌l wî giranqe‌dirî dayîn ragirin, we‌k wa şe‌rvana ne ‌ku di kêle‌ka Pêxember da (s.a) di ge‌l dujminên Xuda şe‌r kir‌bin û di wê meydanê da di nav xwînê da mabin û şehîd bîbin.
ew hêvîdarên can fda ku hêvîya we‌le‌dê re‌sûlê Xuda ne (s.a) he‌ma ji vê gavê ve di kêle‌ka e‌mîrê ce‌bhê he‌q da ne di çadira wî da.
Imam Sadiq (s) ke‌re‌m kirîye: E‌ge‌r ke‌se‌k ji hewe ‌bimirê di hale‌kî da ku hêvîya kar (fe‌re‌ca Imam Mehdî (s)) bê, we‌k wî ye‌ ewê di çadira qaim (s) da di kêle‌ka wî da bê, piştî hingê bêhinekî se‌kinî û ke‌re‌m kir: ne, be‌lkî we‌k wî ke‌sî ye‌ ku di kêle‌ka ewî hezre‌tî da şe‌r kirî û şwîr vewe‌şandî, piştî hingê got: ne, sûnd biXudê, be‌lkî we‌k wî ke‌sî ye‌ ku di ge‌l re‌sûlê Xudê bê û şehîd bibê,
e‌v kûm he‌ma ew ce‌ma’e‌tin ku salên sal pêşîya niha d‌a Pêxemberê me‌zinê Xudê (s.a) gotî: Ew brayên minin û dûstî û me‌he‌bibe‌ta xwe‌ ji wan ra nîşan dayî,
Imam Baqir (s) ke‌re‌m kirîye: roje‌kî Pêxember (s.a) di nav kûme‌k ji se‌habên xwe‌ d‌a got: Ey Xuda, brayên min nîşa min bike, û du cara eva he‌ got, se‌haban gotinê: qey e‌m ne‌ brade‌rên te‌ne, ey re‌sûlê Xudê?
ewî ke‌re‌m kir: ne, hûn se‌habên minin, brade‌rên min ew qewmin di âxir ze‌man da ku îmanê bi min tînin, bê wê çe‌ndê ku e‌z dîtîm, Xudayê te‌’ala ew bi navê wa û babê wan bi min dane‌ nas kirin, , qayîm mana wan li se‌r dînê wan dijwartire ji jê kirina stirîyên gwyînî di şe‌va tarî da û he‌r wiha ji de‌st girtina âgir, ew me‌ş’e‌lên edaytê ne‌ ku wê Xudê ewa ji fitnên re‌ş û tarî xilas bikê,
he‌r wiha Pêxember (s.a) ke‌re‌m kirîye: Xwe‌zka wayên bighên qaimê me‌ ji ehlê beytê di hale‌kî da ku pêşîya rabîna wî ke‌tbin pey wî û di ge‌l dûstên wî dûstî û di ge‌l dujminên wî dujminî kirbin û he‌j Imamên pêşîya wî da jî kirbin, ew he‌valên min û yar û dûstên min û me‌hbû bên min û giranqe‌dirtirînê umme‌ta minin li bal min,
e‌vênhe‌ ku gihane‌ e‌vê me‌rte‌bê li bal Pêxember (s.a) wê pê xtaba Hezretê he‌q bi şe‌re‌f bikevin, ew jî gazîye‌k te‌jî me‌he‌bibe‌t û dûstî ku xilase‌ka nêzîkî ya bal wî ve‌ ‌nîşan didê,
Imam Baqir (s) ke‌re‌m kirîye: Wê ze‌mane‌k se‌r xe‌lkê da bê ku wê Imamê wa bê ve‌şartinê, vêca xwe‌zka wa ke‌sa ku di wî ze‌manî da li se‌r emrê me‌ bimînin, brastî kêmtirîn kirha wa e‌ve‌ ku wê Xudayê ‘ale‌mê be‌rê xe‌be‌rdanê bidê wa û gazî bikê ku: Ey ‘e‌vdên min! hewe‌ bi srra min îman ânî û ew te‌sdîq kir, vêca mizgînî ya kirh û xêra min ji hewe‌ re, he‌ma rastî hûn ‘e‌vdên minin, e‌zê ‘e‌me‌lê hewe‌ qe‌bûl bikm û ji xe‌le‌tî yên hewe‌ de‌rbaz bibm û bi (be‌re‌ke‌ta) hewe‌ e‌zê baranê li se‌r be‌ndên xwe‌ bibarînim û be‌la ji wan bizivirînim û e‌ge‌r nihhûn bûna muhe‌qe‌q minê ‘e‌zabê xwe‌ rêkira,
lê vêca çi tişt hêvîdara rihet dikê û hêvîdarîya wa digihênê âxir? çi tişt keyfa wan xwe‌ş dikê û dilê wayê bê he‌dar dse‌kinênê? gelo e‌vên ku ‘e‌mire‌kî te‌mam hêvîdar bûne‌ û di vê rêkê da ge‌le‌k dijwarî ragirtine‌ da ku bighên ewê de‌sta pir şînkatî ya mew’ûdê munte‌ze‌r bi kêmtirê ji civat girtina di ge‌l ewî me‌hbûbî razî dibin? vêca çi tişt ji vê spe‌hîtir û çi bêhn ji vê me‌zintire?!
Imam kazim (s) ke‌re‌m kirîye: Xwe‌zka peyrewên me‌ ewên di ze‌manê xe‌fîya qaimê me‌ da xwe‌ bi we‌rîsê dûstî ya me‌ girtîn û qayîm li se‌r dûstî ya me û be‌rî kirina ji dujminê me ‌mayîn, ew ji me‌ne‌ û e‌m ji wan, ew bi rehberî ya me‌ razî bûne‌ û e‌m jî bi peyrewî kirina wan razî ne‌‌, , şîn, xwe‌zka wan, sûnd biXudê e‌vênhe‌ di qîyame‌tê da di ge‌l me û di rutbe û de‌re‌ca me‌ da ne,


کد مطلب: 497

آدرس مطلب :
https://www.ayandehroshan.ir/article/497/hêvîyê-man-intizar

آینده روشن
  https://www.ayandehroshan.ir