Bi seda sal bûrîne ku komela beşerî ji feyza eşkere bûna huccetê Xudê mehrûme û ummeta islamê ji gihana mehzera rehberê ‘esmanî bê behre,
Vêca gelo hebûna wî di xefê da û jîyana wî bi şiklê veşartî û dûrê ji xelkê eser ji cihan û cihanîyan ra heye? gelo çênedibîya di nêzîkî ya wextê eşkere bûnê da bê dinyayê û evê dewrana bi zehmeta xeybet û xefîyê nebînê? ev pirsîyar û pirsîyarên wek vê ji nas nekirina mewq’îyeta Imam û huccetê ilahî tê pêş,
Gelo mewq’îyeta Imam di nav ‘alema hebûnê ra çîye? gelo hemî eserên hebûna wî bi eşkere bûna wî ve girêdayî ye? gelo ew tinê ji rehberî ya xelkê ra ye, ân hebûna wî ji hemî mewcûda ra eser heye?
Imam, Mihwerê Hebûnê Ye
Di nezera şî’a da û gorekî zanînên dînî, Imam wasta feyz gihandina Xuda ye ji hemî mexlûqên cihana xilqetê ra, ew di sîstma hebûnê da mihwere û bê wucûda wî ‘ale¬m û mirov, cn û me¬le¬k û heywan û cemad namînin,
Ji Imam Sadiq (s) hat pirsîn ku gelo ‘erd bê Imam dmînê? ewî kerem kir: Eger ‘erd bê Imam bmînê wê têk biçê,
Eva he ku ew ji gihandina peyama Xudê ra û rênimûnî ya xelkê ji kemala insanî ra wasiteye û her qencî û lutfek di vê pişkê da bi sebebê wucûda wî digihê hemî yan, meseleyek ronahî û bedîhî ye, ku ji ewilve Xudayê mute’al bi rêka Pêxembera ve û piştî wê jî cîgirên wan qafla beşerî hidayet kirîye, lêbelê ji peyvên me’rsu û mala istifade tê kirin ku wucûda Imam di ‘alemê da wasiteye ji bu gihana her feyz n’m neksî hûrugir ji âlîyê Xudaqeb beyanek ronahî tir, hemî mewcud çefeyz û danekî ilahî bigrin bi rêka Imam qedigirin, hem eslê wucûda wan bi wasta Imamew hem ni’met û istifadên dî ku di dirêz ya jîyana xwera henew bi destqetînin.
Di qismek ya zîyareta cami’e da ku dewreyek kamil ya Imam nas yê ye, hatîye ku: Bikum fetehe llah we bikum yextim we bikum yenzi lu el xeyse we bikum yemsek us semaء en teqe’e ‘ela el erd illa bi iznih _ Xuda bi hewe des pê kir û wê bi hewe xilas bikê û bi hewe baranê rêdikê û bi hewe ’esman ra girtîye ku ne rijhê ser ‘erdê, xêncî bi irada wî.
Vê gorekê eserên wucûda Imam ne tinê girêdayî ye bi zuhûr û eşkere bûna wî ve belkî wucûda wî di ‘alemê da - heta di xef û jîyana veşartî da jî - serkanî ya heya ta hemî mewcûd û mexlûqên ilahî new Xuda bi xwe xwestîye ku ew wucûda seratir û kamiltir bibê wasta girtina feyz û ta’etên ilahî û di vê meydanê da xefî û eşkere bûna wî fe¬rq nakê, be¬lê he¬r¬ke¬s ji ese¬rên wucûda Imam behrê dibê û xeybeta Imam Mehdî (s) çi kesekî naiêxêtê vê meselê, ya xweş eve ku dema derheq feyde gihandina Imam di halê xeybetê da ji Imam Mehdî (s) bi xwe dpirsn, wiha kerem dikê:
Behremend bûna ji min di halê xefîya min da, wek behremend bûna ji rojê ye, wextê ku ‘ewr ewê ji ber çheva wunda dikê.
şbhandina Imam bi rojê û xeybet û veşartî bûna wî bi wê roja ketî bin ‘ewra da gelek nukte têda hene ku emê işare bikîn bal hineka ve:
Roj di zvrûka şemsî da merkezîyet jê ra heye û kurat û seyarat li dûra wê dizivirin û di halê hereketê da ne wek çewa ku wucûda giranqedira Imamê ‘esr merkezê nizama hebûnê ye:
Bi beqaihi beqîyet ed dunya we bi yumnihi ruziqe el wera we bi wucudihi sebetet el erd wes sema - ji ber hebûna wî, dinya maye û bi bereketa wucûda wî, ‘alem rzqê wê tê dayîn û ji ber wucûda wî, ‘erd û ‘esman di cîyê xwe da mane,
Şewqa rojê her bêhn didê cihanê û herkes gorekî girêdana xwe bi rojê ve ji nûra wê istifade dikê, wek çewa wucûda welî yê ‘e¬sr, wasta girtina hemî ni’metên madî û me’newî yên xweykerê ‘alemê ye ji ‘evdan ra; lêbelê he¬r¬ke¬s gorekî girêdan û rabta xwe ji wê serkhenî ya kemalata istifade dikê û behre¬me¬nd dibê,
Eger ev roja li piş ‘ewra da jî tinebê wê se¬rma û tarîtî we¬lê li ‘erdê bikê ku iêdى ne cihê sekinê bê, çewa ku eger ‘ale¬m ji wucûda Imam - herçend li piş pe¬rda xeybê da - mehrûm bê wê dijwarî û hêrşa eşkalên belaya jîyanê nemumkin bikê,
Imam mhedî (s) di nameye¬kî da ji şêxê mufîd ra nivîsîye: ana xîr memilîn lmira’atkm û la nasîn lzikirkm û lula zalk lnzl bikm allawa’ û astlmkm ala’daء - qet mhhûn bi hêvî ya heweve niheştine û qet me hûn ji bîr nekirine û eger ne ew bîya muheqeq wê dijwarî û belayên zehfî ser hewe da bihatan û wê dujmina hûn ji naf bibran,
Vê gorekê şewqa wucûda Imam li ‘alema wucûdê didê û feyzê dgeynê ‘alema hebûnê û di vê navbrê da ji bona beşer û komela musulmana û komela peyrewên ehlê beytê ku bawerî bi wî hene berekat û xêrên zehftir hene, ku emê işare bikîn bal hinek nimunên wê ve.
Hêvîdarî
Ji sermaya muhim ya jîyanê hêvî ye; hêvî, maya jîyan û geşî û pêş ketinê ye, hêvî sebebê hereket û despê kirina kara ye, wucûda Imam di ‘alemê da sebebê berhêvî bûna ji dahatek ronahî û seraser şewq û keyfe, şî’an illeh di dirêjîya tarîxa hezar û çarde sale da bi şiklên muxtelif ketîye ber bela û dijwarî ya û ewa bûyî sebeb ku nekevê û hêz û qûeta ku bûyî sebebê xweragirîyê û teslîm nebûnê û dewam dana bizav û hereketê ew hêvîdar bûna wa bîye bi dahateke xweş bu mumin û dîndaran, dahatek ku ne xîyalî û efsaneyî ye; dahatek ku nêzîke û dikarê nêzîktir bibê, çiko ewê ku gereke rehberî ya şûrişê lxwe bigirê saxe û hazirê bizav û rabînê û ev ez û tu û emîn ku gereke hazir bibîn,
Xwe Ragirî Ya Mektebê
Her kûmek ji paraztina teşkîlata xwe ra her wiha ji dewam dana rêka xwe ra heta gihana me … dê ihtîyac heye bi hebûna rehberek âgah, da ku ew koma li bin emir û fermana wî da di rêkek durist da gava xwe bavêjê, hebûna rehber piştîvanek mezine ji mirov ra da ku bê kûmbestek rêk û pêk desthatên pişîyê da biparêzê û ji qewî kirina bernamên dahatî ra bixebtin, rehberê sax û bikêr herçend ne di nav koma mirovên xwe da bê ji nîşan dana rêkê û rêkên pêşveçûnê ra kêmasî jê çênabê û bi şiklên muxtelif derheq rêkên xelet da hişyarîyê çêdikê.
Imamê ‘e¬sr (s) her çend xefe lêbelê hebûna wî sebebek cdidî ye ji bona paraztina mekteba ehlê beytê, ew pê zanînek temam ji dujminî yên dujmina bi âwayên cûr bi cûr berevanîyê dikê dudên fikrî, di wextekî da ku dujminê hîlebaz bi rêkên muxtelif ve esas û xîmên mekteb û bawerî yên xelkê didin ber tîran, pê hidayet û irşada ‘alim û bjareyan rêkên kar têkirina wan dibrê û digrê.
Ji nimune re em berê xwe bidîn ‘nayeta Imam mehedî (s) ji şî’ên behreynê ra, ji zimanê ‘ellameyê me¬clsî:
Di zemanê bûryî da hukumdarek nasibî li ser behreynê hebî ku wezîrê wî derheq şî’ên wê derê hêca ji wî jî dujmintir bî, rojekî wezîr hat cem hakim û enarek da destê wî ku bi şiklek tebî’î ev kelîme li ser hatbîn nivîsîn: «la ilahe ille llah, Muhemmed resul-ullah, Ebubekir we ‘Omer we ‘Osman we ‘Elî xulefa-u resul-u llah».
Hukumdar ji dîtina wê pir ma ‘ecêbmayî û gote wezîr: Ev nîşanek eşkere û qewî ye ji bona batil bûna mezhebê şî’e ra, tu derheq şî’ên behreynê da çewa fikir dikî? wezîr got: Di bawera min da gereke em wa hazir bikîn û evê nîşanê deynîn ber wa, eger ew qebûl kirin ji xwe wê desta ji mezhebê xwe bikêşn û eger qebûl jî nekirin emê bijartin û kirina yêk ji va sê tişta bhêlîn hêvî ya wa ve: ân cewabek ku qena’etê çêkê bidin û ân czîye bidin û ân jî emê zelamên wa bikujîn û jin û zarûkên wan esîr bikîn û malê wan vegirîn û ewa talan bikîn,
hukumdar gotin û bîr û hizra wî qebûl kir û ‘alim û zanayên şî’a kûm kirin û enar danî ber wa û got: Eger hûn vê derheqê da delîlek ronahî neynin, ezê hewe bikujm û jin û zarûkên hewe esîr bikm û ân jî lazime hûn czîyê bidin, zanayên şî’a sê roj mwelet xwestin, ewa piştî hingê ev qirar dan ku ji naf xwe deh mirovên qenc û salih û xwey teqwa bibijêrin, vêca ji nav wan jî sê kesa veqetînin û gotin yêk jwa sê kesa ku: iîşev tu here balîyê çûl û deştê ve û hawara xwe ji Imam zeman ra bibe (s) û rêka xilasî ya ji vê musîbetê jê bipirse, çiko ew Imam û xweyê meye,
ewî jî we kir, lêbelî nekarî ewî hezretî zîyaret bikê, vêca şeqa duwê jî mirovê duwê rîkirin û ewî jî cewabek negirt, şeva âxir jî neferê sisê rêkirin ku navê wî muhemmedê ‘îsa bî, ew çû çûlê û bi girî û zarî ârîkarî jê xwest, di âxirîka şevê da gohlê bî ku kesek dibêjtê: Ey muhemedê korê ‘îsa, çire ez te di vî âlî da dibînim? û tu çire derketyî çûlê? muhemmedê ‘îsa ji wî xwest ku jê vebê û ewî dhalê wî da bhêlê, ewî got: Muhemmedê korê ‘îsa! ezim sahb zeman, xwesta xwe bêje, muhemmedê ‘îsa got: Eger tu sahb zemanî, tu mesela min zanî û nelazime ez bêjm, kerem kir: tu rast dibêjî, tu ji ber wê bela hatî serê hewe hatyî vêderê, got: Belê, belê, tu zanî çe hatîye serê me û tu Imam û cihê hana meyî,
ewî hezretî kerem kir: Ey mhemmedê korê ‘îsa, di mala wî wezîrî da - ku ji rehma Xudê dûr bê - darek ya enarê heye, dema taze enar bi darêve hatîn ewî ji herîyê qalibek bi şiklê enarê çêkir û ew kir du qet û di nav da ev kelîme nivîsîn, vêca ew qalib danî ser wê enara hêca biçûk û ew girê da, çiko enar di nav wî qalibî da mezin bî ew kelîm li ser wê enarê hatin nexşn kirin! tê sbhey biçî bal hukumdar û bêjîyê cewaba te di mala wezîr da bidim, dema hûn çûn mala wezîr, pêşîya wezîr da here filan udê da, tu dê kîsek spî bibînî ku qalib di wê da ye, vêca ewê nîşa hakim bike, nîşanek dî ev ku bêje hakim: kerametek dî ya me eve ku eger hûn hinarê qet bikîn xêncî xwelî yê di wê da tinehin!
muhemmedê ‘îsa pê vê xeberdanê zehf keyfxweş bî û zvrî hat bal hevalên xwe, roja dî ew çûn bal hukumdar û ewa Imam zeman (s) gotî hemî derket meydanê,
hukumdarê behreynê pê dîtina vê mu’cizê bî şî’e û destûr da ku wezîrê hîlebaz bikujin,
Xwe Durist Kirin
Qur’ana pîroz kerem dikê:«u ql a’milwa fsîrî alle’milkm û rsulew almuminun - (ey Pêxember) bêje: ‘Emel bikin, vêca Xudê û Pêxemberê wî û bawerdara wê kar û ‘emelê hewe bibînin»,
Di riwayeta da hatîye ku mexsed ji «mumin - bawerdar» di vê ayeta şerîf da Imamên pakin, vê gorekê kar û ‘emelê xelkê dikevê berçavê Imam zeman (s) û ew ‘ezîz di pêş perda xeybetê şahide li ser kara û dibînê,
evê heqîqetê eserek mezin ya terbîyetî heye û bawerdarên wê hay didê ji kirina karê qenc û durist kirina xwe ra û ewa paşda didê ji wê çendê ku li beraberê hucceta Xudê û Imamê başî û qencî yan da karên pîs û guneh bikin, elbet çiqas zêdetir berê mirov li me’dena pakîyê bê ewqas ‘eynka dil û can temîz dibê û ev ronahî û zelalî di gotin û kiryarên wî da eşkeretir dibê,
Penahgeha ‘Ilmî Û Fikrî
Rehberên pak (s) terbîyeker û eynkerên eslî yên komelî ne û xelkê her û her ji zanînên wan yên zelal û xals behre brîye, di zemanê xrfîn da jî her çend rasterast dest nagihê Imam û istifadeyek hemî âlî ji wucûda wî nayê birin, lêbelê ew serkhenî û me’dena zanînên ilahî bi rêkên muxtelif ve girê ya dijwarî yên ‘ilmî û fikrî ya şî’îyan vedikê, di dewrana xeybeta suxra (xefîya kurt) da gelek pirsîyarên xelkê û ‘aliman, bi rêka naman ve ku Imam dinivîsîya (tewqî’at) cewab dida,
Imamê ‘esr (s) di cewaba nama ishaqê korê ye’qûb da û pirsîyarên wî nivîsîye ku: Xudê te hidayet bikê û sabt qedem bikê, ema ew pirsîyara te derheq inkar kerên binemala me û psmamên me da kirî, bizane ku mirovanî di navbeyna Xudê û kesî da nîne, û kesê inkara min bikê ew ne ji mine û dûmahîka karê wî wek ya korê nûhe (s) , , û endîke malê heweye heta hûn ewê pak û paqij nekîn em wê qebûl nakîn , ,
ew malê te ji me ra rêkirî jî lewmanê me qebûl kir çiko pak û paqije, , û kesê malê me helal bizanê û bixwê ewî xêncî âgir tiştek dî nexarîye, ,û çewanî ya behre girtina ji min wek istifade kirina ji roja pêş emanin ji ehlê âsimana ra, ji wan karan ku ji hewe ra bê feydeye pirsîyar nekin û xwe hîn bikin ku tişta ji hewe nehatî xwestin hûn wê derheqê da xwe neiêxîn zehmetê û ji zû ketina berfireheyê ra (te’cîla ferecê) pir di’a bikin ku hema ew berfireheya heweye jî, selam li ser te bin ey ishaqê korê ye’qûb û selam li ser hemî yên li pey hidayetê,
piştî xeybeta suxra jî gelek caran ‘alimên şî’a muşklatên xwe yên ‘ilmî û fikrî ji Imam ra gotine û cewab girtine,
mîr ‘ellam yêk ji feqî yên muqeddesê erdebîlî ye wiha dibêjê: nîveşevekî li necefa eşref, ez di hewşa Hezretê ‘Elî da (s) bîm, ji nşkê da min kesek dît ku hat heremê, ew piştî bêhinek kurt ji heremê derket û balîyê kûfayê ve çû, ez ketm pey, bi âwayekî ku min nebînê heta ku çû di mizgefta kûfê da û li bal wê mhraba ku li wê derê derb li mîrê bawerdaran (s) ketî sekinî û bêhnekî li wê derê ma, piştî hingê zvrî û ji mizgeftê derket û berê xwe da necefê, ez jî li pey bîm, heta giha mizgefta «henane» ji nşkê ve bê ixtîyar kûxka min hat û ez kûxîm, dema dhingê kûxka min seh kir nixwe zvrî û lmin nêrî û ez nas kirm, kerem kir: tu mîr ‘elayî? min got: Belê, got: tu li vêderê çi dikى? min got: ji hingê ve ku tu çûyî herema Hezretê ‘Elî (s) heta niha ez di gel teme, tu bi heqê vê qebrê kî srra vê qewmîna iîşev min ji te dîtî ji min ra bêje,
kerem kir: Bşertê ku heta ez saxm tu ji kesî ra nebêjî, vêca dema min ji vê çendê bawerî dayê kerem kir: Carna dema hinek muşkl ji min ra çêdibin ji âsan kirina wan ra ez bi mîrê bawerdaran (s) tewesul dikm, iîşev jî meseleyek ji min ra muşkl hat û min di wê da fikir dikira, ji nşkê ve ket dilê min ku ez biçm zîyareta wî Hezretê û jê bipirsim,
dema ez giham heremê wek çewa te dîtî derîyê girtî li ber min vebî, vêca ez ketmê û gazî Xuda kir ku cewaba wî, ji wî hezretî bigirm, ji nşkê ve min ji qebra pak dengek gohlê bî ku got: Here mizgefta kûfayê û ji qaim (s) bipirse çiko ew Imamê zemanê teye, vêca ez çûm bal mhrabê û ji wî giranqedirî pirsî û cewab girt û niha jî ez dçm mala xwe,
Hidayeta Navdeyî Û Kar Têkirina Rûhanî
Imam û huccetê Xudê berpirsîyarî ya rehberî û rê rast kirina xelkê bi hêvî yê veye û dixebtê da ku mirovên hazirî heyîn ji girtina nûra ehidayeta wî ra ewa rênimûn bikê, ji pêk ânîna vê meimurîyeta Xudayî ra carna eşkere û bê perde di gel mirova peywendîyê û pê gotin û kiryarên jîyan duristkerên xwe rêka bextewerîyê nîşa wa dikê û carna jî bi hêza welayeta xwe ku hêzek xeybî û ilahî ye eserê di nîveka dila da datînê û bi âwayek taybet ‘nayetek xas berê dilên hazir didê qencî û spehîtayî yan û rêka ruşd û kemala wan rihet û xweş dikê, di vê pişkê da nelazime ku Imam eşkere bê û hazir bê û peyundek rasterast di gel wî hebê û belkî rê rast kirin bi şiklek navdeyî û peywenda bi dila pêk tê,
Imam ‘Elî s) di beyana vî qismê xebata Imam da kerem kirîye: Ey Xuda! xêncى vê ne tiştek dî ye ku muheqeq ji âlîyê teve huccetek di ‘erdê da heye da ku xelkê ji dînê te ra rênimûn bikê , , û eger wucûda wî ya eşkere ji xelkê xef bê jî bê şik te’alîm û âdabên wî di dilên mumina da bilav bûye û ew wê gorekê mhrmel dikê,
Imamê xef bi rêka eva hidayeta ve ji durist kirina mirova ra ji bona rabîn û şûrişa cihanî dixebtê, û ewên layiq bin di bin perwerde kirina taybeta Imam da ji bona hevrîtî ya di gel wî hazir dibin û ev yêk ji bernamên Imamê veşartî ye ku bi bereketa wucûda wî pêk tê,
Êmnahî Ya Ji Bela
bê şik emnîyet ji esasî tirîn sermaya jîyanê ye, qewmîna qewmînên muxtelif di cihanê da illeh jîyana mexlûqan iêxstîye di nav xetera ji nav çûnê da, û kunturula âfet û bela herçend bi rêka wesîlên maddî mumkine, lêbelê ‘amilên me’newî jî di wê da teisîrek zêde hene, di riwayetên rêberên me da wucûda Imam û huccetê Xudê di cihana xilqetê da sebebek yê emnîyeta ehlê ‘erdê hatîye zanîn û iêjmartin,
Imam Mehdî (s) bi xwe kerem kirîye: û anî laman lael alarz, , - û brastî ez sebebê êmnahî ya ehlê ‘erdê me, ,
hebûna Imam pêşî gire ji wê çendê ku xelk ji ber eşkalên guneh û xirabî yên ku dikin bi ‘ezabê dijwarê Xudayî bên ‘ezab dan ku êdî jîyan li ser ‘erdê xilas bibê û ‘erd nemînê,
Qur’ana pîroz vê derheqê da berê xeberdanê didê Pêxemberê islamê (s.a) û kerem dikê: û ma kan alle lî’zbem û ant fîyem, , - heta wextê ku tu di nav wan dayî, Xudê qet ewa nadê ‘ezabê (b ‘ezabek giştî),
Hezretê ulî yê ‘esr ku mezherê rehmet û dilovanî ya Xuda ye, bi wî jî belayên mezin nexasma ji komela peyrewên wî dûr dikê û gerçe ew bê xeber bin ji lutf û kerameta wî.
Ewî giranqedirî di babê nasandina xwe da kerem kirîye: Ene xatem ul ewsîya … - ez axirîn wesîme û Xudayê ‘ezîz û celîl bi min bela ji binemal û peyrewên min didê paş.
d cereyana şikl girtina inqilaba mezina islamî ya iîranê da û di salên berevanî ya muqeddes da, pir lutf û mehebibeta Imamê giranqedir hat dîtin û nzama islamî û milletê musulman û mehdewî ji âsthingên dijwar xilas kirin, şkestina humketa ‘Eskerî ya şah di 21 bhemena sala 1357 h,r, bi fermana Imam xumeynî (qds sre) û qewmîna ketina elîkuptera ‘Eskerî ya emirîka di sala 1359 h,r, di çûla tebesê da, kifş bûna kûdetaya bê netîceya nûjeyê di 21 tîr meha 1361 h,r, û bê hasil bûna şerê heşt saleyê dujmina û bi deha nimunên bi vî âwayî şahidên ronahî ne ji vê meselê ra,
Barana Rehmetê
mew’udê mezinê cihanî yan û qibla ârzûîya musulmana û mehbûbê dilê şî’an illeh berê wî li hal û wez’ê xelkê ye û xef bûna ewê roja dilovanî yê nabê perde ji bona wê çendê ku şewq û ronahî ya xwe nedê can û rhan û ewa li ser xana kerema xwe mêevan nekê, ew meha munîra dûstî û dilovanîyê illeh - xemxar û destegîrê ârîkarî xazaye; carna tê ser serê nexwe¬şan û destê şefaderê xwe wek melhemê datînê ser brîna wan û carna li wunda bûyî yên li çûlan da û tinê mayî yên di dûlan da didînê, û ji wan ra yar û yawer û rênimûnîyê dikê û di bêhnên bê tamê tinêtîyê da germîyê didê dilê hêvîdaran, ew ku barana rehmeta ilahî ye hemî wextan illeh ser ‘erdê keljyî û bê şînkatî ya canan da dibarê û pê di’ayên xwe xweşî û şahîyê tênê, ew runştî yê li ser scadê destê di’a balîyê Xuda ve dirêj dikê û ji min û te ra wiha di’a dikê:
Ey ronahî ya nur, ey teybîr derê kara, ey jînderê mirîya, selewata bide ser muhemmed û âlê muhemmed û ji min û peyrewên min ra di tengatî yan da berfireheyê çêke û ji xilas bûna ji kul û mereqa rêka carî veke û rêkê li ber me fireh bike û ewê rêka berfireheyê ber me veke û wek çewa ku layiqê teye me’emletê gel me bike, ey kerîm.
Ewa hatî gotin evê çendê nîşan didê ku ji eserên wucûda Imam - her çend di halê xeybetê da bê - ewe ku imkana peywenda di gel wî heye û ew kesên layiq lezzeta hevcivatî û rêk ketina di gel wî tam kirine.