کد QR مطلبدریافت صفحه با کد QR

Qismên Xeybe‌tê

11 مهر 1389 ساعت 12:59

...


Gorekî ku hat gotin xeybe‌t û ve‌şartina Imam Mehdî (s) kare‌k lazim û pê divê bû, lêbe‌lê çiko he‌mî he‌re‌ke‌t û bizavên rêbe‌rên me‌ yên me‌zin di rêka qewî kirin û bi hêz kirina îman û bawe‌rî yên xe‌lkê da bûye‌ û tirsa wê çe‌ndê he‌bî ku xeybe‌ta axirîn hucce‌tê ilahî, âfe‌tên e‌sasî û neyê cbran kirin ji dîyane‌ta musulmana ra bênê pêş, dewrana xeybe‌tê bê he‌sabe‌k durist û bernameye‌k hûr û cîgirtî çêbî û dewam kir.
Bi salan pêşîya ji dayik bûna Imamê dazdê da, xe‌be‌rdana ji xeybe‌ta wî û lazimîya wê ke‌t se‌r zimana û di civatên Imamên pak û yaranên wan d‌a jê hat axiftin, he‌r wiha âwayê irtbat û girêdana Imam Hadî û Imam ‘Eskerî se‌lamên Xudê li se‌r wa bin di qalibe‌k nû û bi şiklek sînûr kirî da di ge‌l peyrewên wa pêk hat, û peyrewên ehlê beytê pê he‌shan ku di ge‌le‌k ji ihtîyacî yên madî û me‌’newî da me‌cbûr nînin ku ‌biçin ce‌m Imamê hazir, be‌lkî dikarin pê çûna bal wa ke‌sên ku ji âlîyê Imama ve‌ bi navê we‌kîl hatîn nasandin û ewa bawe‌rî pê heyî bi we‌zîfa xwe‌ ‘e‌me‌l bikin, piştî şehîd bûna Imam He‌se‌nê ‘Eskerî (s) û de‌spê kirina dewrana xeybe‌ta Hezretê Hucce‌t (s) dîsa jî girêdana Imam û umme‌tê bi te‌mamî nehat birrîn û di vê dewrê da peyrewên wan hat û çûa be‌rfireh ‌li bal ‘alimên dînî ji xwe‌ re‌ kirin ‘e‌de‌t û zanîn ku di ze‌manê xeybe‌t û ve‌şartî bûna Imam da jî rêka nas kirina we‌zîfe û be‌r pirsîyarîya dînî li be‌r wan ne‌girtîye, vêca di vî ze‌manê munasb da bî ku xeybe‌ta dirêja Hezretê bqîة ‌alle (s) qewmî û ew rabte‌ û girêdana ku di ze‌manê pêşda di navbeyna Imam û peyrewên wa da heyîn hat birrîn,
Li vêde‌rê e‌mê hinekî de‌rhe‌q du dewrên kurt û bilindên xeybe‌tê da baxivîn:
Dewrana Xeybe‌ta Kurt
Bê vebir piştî şehîd bûna Imam He‌se‌nê ‘Eskerî (s) di sala 260 h,h, dewrana Imame‌ta Imamê dazdê (s) de‌spê kir û he‌ma hingê jî «xeybe‌ta kurt» ya wî ku bi «xeybe‌ta suxra» me‌şewr bîye‌ de‌spê bî û he‌ta sala 329 h,h, nêzîkê 70 sala dewam kir.
Muhimtirîn taybe‌tî ya dewrana xeybe‌ta kurt ewe‌ ku xe‌lkê bi rêka we‌kîlên Imam yên xas û taybe‌tve‌ girêdan û irtbat di ge‌l wî hezre‌tî he‌bîn û bi rêka wave ‌peyamên wî û cewaba pirsîyarên xwe‌ digirtan, carna jî bi rêka naibên Imamve‌ digihan xrû rawî.
Naibên xas yên Imam ku he‌mî jî ji ‘alim û me‌zinên peyrewê ehlê beytê û bijartî yên Imam ze‌man (s) bûne, çar kesin bi vê te‌rtîba jêrî, gorekî ze‌manê nîyabe‌tê:
1- ‘Usmanê korê Se‌’îdê ‘E‌mirî, di de‌spêka dewrana xeybe‌tê d‌a ew bî naibê Imam û di sala 265 h,h, d‌a we‌fat kir, ew he‌r wiha we‌kîlê Imam hadî û Imam ‘Eskerî (s) bî.
2- Muhe‌mme‌d bin ‘Usmanê ‘E‌mirî, ew korê naybê ewile‌ ku piştî we‌fata babê xwe‌ giha me‌rte‌ba nîyabe‌tê, û di sala 305 h.h. we‌fat kirîye.
3- Huseynê korê Nûhê Nûbe‌xtî, ewî piştî bîst û yêk sala ku nîyabe‌tî kirî di sala 326 h,h, d‌a we‌fat kir.
4- ‘Elî yê korê Muhe‌mme‌dê Se‌murî, ew di sala 329 h.h. d‌a ji dinyayê çû û pê we‌fata wî dewrana xeybe‌ta suxra xilas bî.
Nabên xas, he‌mî bi rêka Imam ‘Eskerî (s) û Imam Mehdî ve (s) hatine ‌me‌’lûm kirin û bijartin, şêxê tûsî di kitêba xwe‌ da bi navê «alxîbة» riwayet kirîye‌ ku: roje‌kî çil ke‌s ji şî’an dige‌l ‘Usmanê korê Se‌’îd (naibê ewil) çûn bal Imam ‘Eskerî (s), vêca Imam korê xwe‌ nîşa wan kir û got:
Piştî min, e‌v imam ê hewe ye, gohdarê wî bin … bizanin ku ji îrû pêve‌ hûn wî nabînin he‌ta te‌me‌nê wî (‘emrê wî) bighê ke‌malê, vêca (di ze‌manê xeybe‌tê da) ewa ‘usman (korê se‌’îd) dibêjê qe‌bûl bikin û gohê xwe‌ bidinê çiko ew cîgirê Imamê hewe ye‌ û kar û bar di de‌stê wî da ne.
Di riwayete‌k dî da Imam ‘Eskerî (s) e‌şke‌re‌ gotîye‌ ku muhe‌mme‌dê korê ‘usman (naibê duwê) naybê Imam Mehdî ye‌ (s):
şêxê tûsî wiha dinivîsê: ‘usmanê korê se‌’îd bi de‌stûra Imam ‘Eskerî (s) hinek mal ku şî’ên ye‌me‌nê ânî bîn ji wa girtin, kume‌kî ku wiha dîtin, gotin Imam: sûnd biXudê ‘usman ji baştirîn peyrewên teye, lê pê vî karê te‌ me‌rte‌ba wî li bal te ji me ‌ra ronahî tir bî.
Imam ‘Eskerî (s) ke‌re‌m kir: Be‌lê, şahid bin ku ‘usmanê korê se‌’îdê ‘e‌mirî we‌kîlê mine‌ û wê korê wî « muhe‌mme‌d» jî bibê we‌kîlê korê min Mehdî.
E‌v xe‌be‌rdanên pêşîya dewrana xeybe‌ta Imam Mehdî da ne (s) û di dirêjîya ze‌manê xeybe‌ta kurt da jî vêca he‌r yêk ji naiba pêşîya we‌fata xwe‌ da naibê piştî xwe‌ ku Imam Mehdî (s) ew dibijarta, ji xe‌lkê ra did‌an nasandin.
E‌va giranqe‌dira ji be‌r taybe‌tî û sife‌tên ku he‌bîn bûn layiqê nîyabe‌ta xas ya Imam ze‌man (s), e‌mane‌tdarî, pak dawî, ‘e‌dale‌ta dgotin kiryarê da, srvanî û xe‌f kirina e‌srarên ehlê beytê (s) di ze‌manê taybe‌tê dewrana Imam Mehdî da (s) ji taybe‌tî yên wan yên be‌rke‌tî bîne, ew cihê pê bawe‌rî ya Imam bûn û di me‌kte‌ba bine‌mala paka Pêxember da (s.a) gire‌bîn, hinek ji wan di te‌me‌nê 11 salîyê da ke‌tbîn bin te‌rbîye‌ta Imama da û ‘ilm û zanîn di kêle‌ka îmane‌k qewî da gihandibîn ke‌malê, navê wa yê qe‌nc li se‌r zimana bî, se‌br û xwe‌ragirî û ragirtina muşkl û ze‌hme‌tî yan û muqawime‌ta li be‌rabe‌rê te‌ngavî ya da ewqas te‌vlî rih û wucûda wan bîbî ku di dijwartirîn şe‌rt û me‌rca da jî gohdarê durist bîn ji Imamê xwe‌ ra, di ge‌l va sife‌tên hêjayî jî vêca qabilîyeta wan ya idare ‌kirinê jî bi şiklek baş he‌bî û pê fêhm û tê giheştine‌k baş û di ne‌ze‌r da girtina he‌sasîye‌tên ze‌manê xwe‌ û istifade‌ kirina ji imkanata koma peyrewên ehlê beytê rênimûn kirin bu rêka rasta ilahî û ew ji âste‌nga xeybe‌ta suxra bi se‌lame‌t de‌rbaz kirin.
Mutali’a hûr hûra dewrana xeybe‌ta suxra û muhimî ya be‌rpirsîyarî ya ewa çar naiban de‌rhe‌q girêdana Imam û umme‌tê bhe‌ve‌ bi başî muhimî ya e‌vê dewrê ji jîyana Hezretê Imam ze‌man (s) nşan didê, e‌vê pêve‌ girêdanê û he‌r wiha çûna hineka bal Imam di dirêjîya dewrana xeybe‌ta suxra da te‌isîre‌k zêde‌ he‌bîye ji bona te‌sbîta wiladeta Imamê dazdê; axirîn hucce‌tê ilahî, û e‌v de‌sthata be‌rke‌tî tam di ze‌mane‌kî da bî ku dujmin pir dixe‌btîya ku peyrewên ehlê beytê de‌rhe‌q ji dayk bûna Imam Mehdî da bêxin şik û dudilîyê,
Xêncî vê jî e‌v dewre ‌ze‌mîneye‌k ‌munasb bî ji bûna de‌spêka xeybe‌ta dirêj (kubra) ku di wê dewranê da xe‌lk ji he‌mî âwayên girêdanê di ge‌l Imamê xwe‌ bi rêka hinek ke‌sên kifş û me‌’lûm ve‌ me‌hrûm bîn, lêbe‌lê pê dile‌k rihet de‌rhe‌q he‌bûna Imam û hazir bûna wî û behre‌mdind bûna ji be‌re‌ke‌tên wî, ke‌tin nav vê dewrana xe‌f bûna kamil ya Imam re.
Xeybe‌ta Dirêj (kubra)
Dı axirîn rojên jîyana naibê çarê da nameye‌k ji Imam Mehdî (s) gihayê ku wiha nivîsî bî: Bismi Allah‌ Er-rahman Er-rhîm, ey ‘Elî yê korê muhe‌me‌dê se‌murî, Xudê di musîbe‌ta we‌fata te‌ da ke‌rame‌te‌k me‌zin bidê brade‌rên teyên dînî; çiko tu dê he‌ta şe‌ş roj dî balîyê âxire‌tê ve‌ biçî, ji be‌r vê yêkê kar û barê xwe‌ se‌r he‌vda bîne û de‌rhe‌q cîgirê piştî xwe‌ we‌sîye‌ta ke‌skî ne‌ke, çiko we‌xtê dewrana xe‌fîya kamil gihaye, ji niha pêve ‌êdî e‌şke‌re‌ bûn tine‌ he‌ta ku fe‌rmana ilahî bê, ew jî piştî ze‌mane‌k dirêje, hingê ku dil re‌q û eşk bibin û ‘e‌rd ‌te‌jî zulm û sitem bibê.
Vê gorekê piştî we‌fata axirîn naibê taybe‌tê Imamê dazdê di sal 329 h, heyvî da dewrana xeybe‌ta dirêj ku bi «xeybe‌ta kubra» me‌şeûre‌ de‌spê kir û he‌ta niha jî dewam dikê he‌ta roje‌kî ku bi xwe‌sta Xudayê te‌’ala ‘ewrê xeybê biçê paş û cihan ji ronahî û şewqa bê pe‌rdeya wê rojê (roja ulaye‌tê) behre‌me‌nd bibê.
Çewa me‌ gotî di dewrana xeybe‌ta suxra da (xe‌fîya kurt) peyrewên ehlê beytê bi rêka naibên xas ve‌ peywe‌nd û girêdan di ge‌l Imam he‌bîn û di ge‌l te‌klîfa xwe‌ ya ilahî nas dibîna, lêbe‌lê di dewrana xeybe‌ta kubra da (xe‌fîya dirêj) e‌v âwayê peywe‌nd û girêdanê hatîye‌ bڕîn û bawe‌rdar ji bona zanîna be‌rpirsîyarî yên xwe‌ yên dînî e‌v rêk tinê he‌ne‌ ku biçin bal naibên wî yên giştî –ku ‘alimên dînî û me‌rce‌’ên me‌zinên te‌qlîdê ne‌– û be‌rê xwe‌ bidin wan, eva he ew rêka ronahî ye‌ ku Imam Mehdî bi xwe (s) di nameye‌kî da ku ji bona yêk ji mirovên cihê bawe‌rîyê şandîye e‌v rêk daye‌ be‌r wan, di qisme‌k yê vê namê da –ku bi rêka naibê duwê yê xas ve‌ hatîye‌ ragehandin– wiha hatîye:
De‌rhe‌q wa qewmînên ku diqewmin da, be‌rê xwe‌ bidin wayên he‌dîsa me‌ ne‌ql dikin, çiko brastî ew de‌lîla minin li se‌r hewe û e‌z jî de‌lîla Xudame li se‌r wan.
E‌v rêka taze û nû ji bona cewabidana pirsîyarên dînî û ji wê muhimtir jî nasîna we‌zîfe û be‌rpirsîyarên fe‌rdî û kumî yên peyrewên ehlê beytê di dewrana xe‌fîya kamila Imam ze‌man (s) da e‌vê he‌qîqe‌tê nîşan didê ku sîstma pêşke‌tî ya Imame‌tê û rehberî yê di fe‌rhe‌nga şî’e‌tîyê da sîstme‌k pêşke‌tî û saxe‌ ku di he‌mî şe‌rt û me‌rca da me‌se‌la rê rast kirina xe‌lkê û rênimûnî kirina wan bi baştirîn û qewî tirîn şikl pêk ânîye û di çi dewra da peyrewên me‌kte‌bê ji se‌rkanî ya hidayetê niheştine, be‌lkî se‌rê be‌nkê kar û barê wan di şiklên muxtelifên jîyana fe‌rdî û kûmî da daye ‌de‌stê ‘alim û zanayên dîn nas û hêjayî û Xudan te‌qwa û e‌mane‌td‌arê dîn û dinya xe‌lkê, da ku e‌vê ge‌mîya komela islamî di vê be‌hra pir pêla cihanê da û sîyase‌tên hîle‌ke‌ran da ji nûqî bûnê biparêzin û sînûrên bawe‌rî yên peyrewên ehlê beytê xwey kin.
Imam hadî (s) de‌rhe‌q be‌rpirsîyarî ya ‘alimên dînî da di ze‌manê xeybe‌tê da wiha ke‌re‌m kirîye: E‌ge‌r ne, ew ‘alim bûna ku di ze‌manê xeybe‌tê da xe‌lkê bi âlîyê Imam Mehdî ve‌ (s) gazî dikin û ewa bi âlîyê Imamê wa ve ‌rêdikin û pê hucce‌t û de‌lîlên qewî yên ilahî be‌re‌vanîyê ji dînê wî dikin, e‌ge‌r ne, ‌bûna ew ‘alimên hişyar ku ‘e‌vdên Xudê ji davên şeytan û şeytan sife‌tan û [dujminî ya] dujminên ehlê beytê xilas dikin, ke‌s ne‌dema ku ji dînê Xudê de‌rine‌ke‌vê, lêbe‌lê, ewn ku dilê şî’an bi hêz bide‌s xwe‌ girtine‌ we‌k çewa ge‌mîvan sukkana ge‌mîyê bide‌s xwe‌ bigirê, ew ‘alim li bal Xudayê mute‌’al hêjayî tirîne‌.
Nukta li se‌r fikirînê ew şe‌rt û taybe‌tî ne‌ ku ge‌re‌ke di rehberê komelê da he‌bin, çiko spartina kar û barê xe‌lkê di dîn û dinya wa d‌a bu de‌stê ke‌se‌kî ku e‌vê be‌rpirsîyarî ya giring lxwe‌ digrê lazime bi hûr bînî û te‌şxîsa durist bê, ji be‌r vê yêkê ye‌ ku Imamên pak (s) taybe‌tî yên giring û pir bilind ji bona me‌rce‌’ê dînî û me‌qamê we‌laye‌ta emrê musulmana ku bi navê «we‌lî yê fe‌qîye» tê nas kirin danîne û gotine Imam Sadiq (s) ke‌re‌m kirîye: ji nav fe‌qîh û ‘alimên dînî da ewê xwe‌ragir (d be‌rabe‌rê gunehan da) û xweyke‌rê dîn bê û di ge‌l xwe‌st û vîyanên ne‌fsa xwe‌ muxalfe‌tê bikê û gohdarê de‌stûrên mewlayê xwe ‌bê, lazime‌ ku xe‌lk gwhê xwe ‌bidinê û pê wî biçin, û hinek ji zanayên şî’an wiha ne, nihee‌mî.


کد مطلب: 501

آدرس مطلب :
https://www.ayandehroshan.ir/article/501/qismên-xeybe-tê

آینده روشن
  https://www.ayandehroshan.ir