تاریخ انتشاريکشنبه ۱۱ مهر ۱۳۸۹ ساعت ۱۲:۴۹
کد مطلب : ۴۹۲
۰
plusresetminus
...
Bernamên Hukmetê
piştî nasîyarî ya di ge‌l he‌de‌fên hukmetê , lazime e‌m de‌rhe‌q bernamên hukmetê ji bona gihana bu he‌de‌fên hatîn gutin lêkolîne‌kî bikîn da di ge‌l wî qasî ku me‌sîra xe‌bat, di dewrana xwe‌şa zuhûrê da bê nas kirin ji bona dewrana pêşîya zuhûrê dajî rêk e‌şke‌re bibê û xeta wê bê kişandin û ewên hêvîya necatderê me‌zinê ‘ale‌mê jî di ge‌l bernamên Imamê ze‌man (s) nas bibin û xwe û komelê ji bona pêve çûna wê rêkê hazir bikin,
pê behre girtina ji riwayetên ze‌hfî ku de‌rhe‌q dewrana hukmeta Imam Mehdî dane (s) e‌m dikarin ji sê bernamên e‌sasî yên hukmeta wî baxivn ku pêk tên j: Bernama fe‌rhe‌ngî û bernama ictima’î (komelaye‌tê) û bernama iqtisadî (abûrî),
b beyane‌k dî, komela be‌şe‌rî ku ji be‌r dûrke‌tina ji te‌’alêmên Qur’anî û sîra pêşkêşên pak yên dînî ke‌tine di nav paş ke‌tina fe‌rhe‌ngî da, lazime li be‌r tîroja inqilabek me‌zin ya fe‌rhe‌ngî li Qur’an û ‘itretê bizivirin,
he‌r wiha lazimîya bernameye‌k he‌mî âlî ya komelaye‌tî ji be‌r wê çe‌ndê ye ku brînên cûr bi cûrên be‌de‌na komelê bên kewandin û bernameye‌k durist ku zaminê heyat û jîyana waqi’î ya komelê ye uhe‌mî ke‌sî ji he‌q hu qûqê wan behre‌me‌nd dikê di şûna rêçikîn zalimane da ku komelê bi âlîyê xirabîyê ve dibê û he‌qê ze‌’êfa ji nav dibê , bê deynan û icra bibê ,
ji bona çêkirina ze‌mînên pêş ke‌tin û bilind kirina fe‌rhe‌ngî û komelaye‌tî jî, bernama iqtisadî lazime, da ku pê wê jhe‌mî imkanên madidî bi şiklek ‘adilane istifade bê kirin, bi beyane‌k dîtir, bernama iqtisadî bu wê çe‌ndê ye ku ji ni’metên te‌bî’î istifade bê kirin û jîyane k xwe‌ş buhe‌mî te‌be‌qên xe‌lkê û li he‌mî cey mumkin bibê ,
vêca dvê pişkê da piştî beyane‌k giştî de‌rhe‌q bernamên hukmeta Imamê dazdê da (s) e‌mê bi şiklek be‌rfirehtir pê istifade kirina ji riwayeta de‌rhe‌q he‌r yêk ji wa me‌se‌la da baxivîn ,
A- Bernama Ferhengî
d hukmeta cihanî ya Imam Mehdî da _s) wê he‌mî xe‌batên fe‌rhe‌ngî di se‌mta pêş ke‌tin û bilind kirina ‘ilmî û ‘e‌me‌lî da bin ji bona xe‌lkê û wê di ge‌l cihel û nezanî yê bi he‌mî şiklên wêve muqabile û be‌rbe‌re‌kanî bê kirin,
muhimtirîn ruknên cihada fe‌rhe‌ngî di hukmeta he‌q da evin:
1- Saxve Kirina Qur’an Û Sunnetê
piştî ku di he‌mî ze‌mana d‌a Qur’an xe‌rîb û tinê maye û di haşîya jîyanê da maye û hatîye ji bîr kirin, di ze‌manê hukmeta axirîn huhce ta ilahî da wê zanînên jîyan duristke‌rên Qur’anê bikevin nav he‌mî âlîyên jîyana be‌şe‌rra û sunnet ku gotar û kiryarên pêşkarên dînî ne wê li he‌mî cey bi navê baştirîn nimûna jîyana insanî jê bê axiftin û kiryarên he‌mî yan wê pê pîve‌ka bê xe‌le‌ta Qur’an û ‘itretê bê pîvan,
Imam ‘Elî (s) di beyane‌k Qur’anî da bi vî âwayî be‌hsa hukmeta Qur’anî ya Imam Mehdî (s) dikê : Di ze‌mane‌kê da ku hewayê ne‌fsê hakime [ wê Imam Mehdî de‌rke‌vê u] hidayet û ne‌catê wê di şûna hewayê ne‌fsê da deynê û di ‘e‌sr û ze‌mane‌kê da ku bîr û hizra şe‌xsî pêşîya Qur’anê da tê girtin wê be‌rê bîr û enrr û fikra bidê Qur’anê û wê ewê li se‌r cam’ie û komelê bikê hakim,
Di gotinek dî da Imam ‘Elî (s) dewrana zivirîna Qur’anê û hazir bûna wê di nav jîyana be‌şe‌r da wiha mizgîn didê: tu dibêjî qey e‌z niha peyrewên xwe di mizgefta kûfayê da dibînim ku çadir vedane û Qur’anê we‌k çewa nazl bûyî ji xe‌lkê ra dibêjin û ewa hîn dikin.
Hîyn kirin û hîn bûna Qur’anê nuqta de‌spê bûnê ye ji bona te‌rwîca fe‌rhe‌nga Qur’anî ra û ji bona hakim kirina Qur’anê û hukmên wê di he‌mî meydanên fe‌rdî û ictima’î da,
2- Be‌rfireh Bûna Me‌’rîfe‌t Û E‌xlaq
Qur’ana pîroz û hîn kirinên ehlê beytê (s) brtir ji he‌r tiştî ji pêş ke‌tina e‌xlaq û li xwe zêde kirina me‌’newîyetê xe‌be‌rdane, çiko muhimtirîn se‌be‌bê ruşd û bilind bûna mirov bu âlîyê he‌de‌fa bilinda xilqetê ve e‌xlaqê qe‌nc û başe, Pêxember (s.a) he‌de‌fa Pêxemberî ya xwe ‌kamil kirina e‌xlaqên hêjayî he‌sab dikê û Qur’an jî ewî hezre‌tî baştirîn nimûne he‌sab dikê ji he‌mî mirovan ra, lêbelê me’el esef ji ber dûr ke‌tina be‌şe‌r ji rênimûnî yên Qur’an û ehlê beytê (s) pa şke‌tina e‌xlaqî jhe‌mî âlîyave di nav komela be‌şe‌rî da nexasma komela musulmana da e‌şke‌re bûye û hema e‌v xwehrî ya e‌xlaqî ji se‌be‌bên muhimme bu wêran kirina jîyana fe‌rdî û ictima’î ya insana,
Hukmeta Imam Mehdî (s) ku hukmeta Xudayî û bihade‌rên ilahî ye di cihanê da wê cê bcê kirina e‌xlaqên bi qedir di serê bername û piroje yên xwe da deynê ,
Imam Baqir (s) ke‌re‌m kirîye: aza qam qaimina uz’ yde ‘lî rؤus al’bad fcm’ be‌ ‘qulem û akmil be axlaqem – de‌ma qaimê me rabê wê de‌stê xwe deynê se‌r serê xe‌lkê û wê ‘eqlê wan kûm bikê se‌rhe‌v ue‌xlaqê wan bighênê ke‌malê ,
Ji vê te‌’bîra spe‌hî û kinaya kwîr tê fêhmê ku li be‌r tîroja hukmeta Mehdî (s) ku hukmeta e‌xlaq û me‌’newîye‌tê ye wê ‘e‌rdek munasb ji ke‌mala ‘e‌qlî û e‌xlaqî ya be‌şe‌r r açêbê , çiko he‌r we‌ku e‌xlaqê pîs û pa şketî ji kêmasî ya ‘e‌qlê mirove, ke‌mala ‘e‌ql jî dibê se‌be‌bê çêbûna e‌xlaqê hêjayî û qe‌nc di insan da,
Ji âlîyê dîve jî vêca ew cihê te‌jî ji hidayetên Qur’anê û sunnetên ilahî, mirova bi âlîyê başîyave taju, vê gorekê ji navde ‌ve û ji derve ve he‌mî tişt mirov bi âlîyê qe‌ncî û spe‌hîtahîya ve radikêşin û bi vî âwayî ye ku bihade‌rên ilahî û insanî he‌mî cihên ‘ale‌mê li be‌r xwe digirin.
3- Hilperîna ‘Ilmî Û Zanînê
Yêk ji bernamên fe‌rhe‌ngî ya hukmeta Imam Mehdî (s) ku ew bi xwe serkanî ya ‘ilmê û serpêşê he‌mî ‘alimên ze‌manê xwe‌ ye‌, hilperîna ‘ilm û zanîna be‌şe‌re ku bi şiklek be‌rfireh û bê sabqe wê pêk bê ,
De‌ma Pêxember (s.a) mizgînî ya hatina Imam Mehdî (s) dayî , hingê bal e‌vê me‌se‌lê ve jî işare kirîye: Imamê nehê ( ji ewladîn Imam huseyn (s) qaimê waye ku Xudê wê li se‌r de‌stê wî ‘e‌rdê he‌mî yê ji ronahî yê te‌jî bikê piştî ku te‌jî tarîtî bûyî û piştî te‌jî bûna ‘e‌rdê ji zulmê wê ewê te‌jî ‘e‌dale‌t bikê , wê se‌rase‌rê ‘ale‌mê ji ‘ilm û zanînê behre‌me‌nd bikê piştî hingê ku te‌jî cihel û nezanîn bwyî , ,
Ev hilperîna ‘ilmî û fikrî ji he‌mî tebeqên xe‌lkê û he‌mî kûmên cam’iê ra ye û dvê pişkvîna ‘ilmî da fe‌rq di navbeyna jin û mêran d‌a tine‌hn, belkê jin jî wê bighên me‌rte‌be û de‌re‌cên bilindîn ‘ilm û zanînê ,
Imam Baqir (s) ke‌re‌m kirîye: Di ze‌manê Imam Mehdî da wê hikmet (tê gehiştin) ji hewe ra bê dayîn, heta bi wê de‌re‌cê ku jin di mala xwe da wê gorekê (mutabiqê) kitêba Xudê û sunneta Pêxember (s.a) hukum bikê.
Eva he‌ jî nîşan didê ku ew âgahîyek hûr û kwîr de‌rhe‌q ayetên Qur’anê û riwayetên ehlê beytê (s) peyda dikin, çiko hukum dan û qezawet, karek dijwar û girane,
4- Be‌rbe‌re‌kanî Ya Dige‌l Bid’e‌tan
Bid’e‌t di be‌rabe‌rê «sunne‌t» ê d‌a ye‌ bi m’ena êxistina tiştên nu û bîr û hizrên şe‌xsî di nav dîn û dîndarî yê ra,
Imam ‘Elî (s) di bara nasandina ehlê bid’ê da wiha ke‌re‌m kirîye: Bid’e‌ke‌r ew kesin ku di ge‌l fe‌rman û emrê Xuda û kitêba wê û Pêxemberê wî muxalfe‌tê dikin û li se‌r e‌sasê fikr û hewayê ne‌fsa xwe ‘e‌me‌l dikin, he‌r çend ku ze‌hf bin,
nixwe vê gorekê bid’e bi m’ena muxalfe‌ta di ge‌l Xuda û kitêba wî û Pêxemberê wîye û he‌r wiha hakim kirina hewayê ne‌fsê û ‘e‌me‌l kirina li se‌r e‌sasê meylên şe‌xsî ye û eva he‌ xêncî wê ye ku pê ilham girtina ji kitêb û sunnetê û li se‌r e‌sasê pîve‌kên ilahî lêkolîn û te‌hlîlek nû û taze bê ânîn, bid’e‌t kareke ku sunnet û rêçika Xudê û Pêxember (s.a) ji nav dibê û qe çi âfe‌t ji dîn ra we‌k vê, ne ji navbe‌r û elweşandinkere,
Imam ‘Elî (s) ke‌re‌m kirîye: Ma edm aldîn msl albid’ - qe çi tiştî we‌k bidi’an dîn he‌dm ne kirîye û elneweşand‌îye,
U he‌ma ji be‌r vê ye ku ge‌re‌ke peyrewên sunnetê di muqabilê bid’e‌ke‌ran da rabin û pe‌rdê ji se‌r hîlebazî ya wan elênin û rêka wa ya xe‌le‌t jxe‌lkê ra e‌şke‌re bikin û bi vî âwayî pêşîyê ji xe‌le‌t bûna xe‌lkê bigrin,
Pêxemberê ekrem (s.a) ke‌re‌m kirîye: De‌ma bid’e di nav umme‌ta min da e‌şke‌re bûn lazime ku ‘alim ‘ilm û zanîna xwe e‌şke‌re bikê , he‌çî ke‌sê ewê ne‌kê ji re‌hme‌ta Xudê dûr bibê (xe‌ze‌ba Xudê lê bê).
Me’el esef ge‌re‌ke bê gotin ku paş Pêxember (s.a) û rêka wî ya ronahî, çiqa bid’e heyîn êxistin nav dîn ra û ge‌le‌k xwehrî di rêka dîndarî yê da deynan û ge‌le‌k li rê wunda bûn li be‌r xe‌lkê ve‌kirin û bi vî âwayî dîme‌nê dîn be‌rvajî kirin û rwîyê nuranî yê iûlê , pê pe‌rde û hcabên hewayê ne‌fsê nxumandin û çiqas ku Imamên pak û li pey wan jî ‘alim û zana xe‌btîn lêbe‌lê he‌r dîsa bid’e‌ke‌r û sunnet sûj man û di dewrana xeybe‌tê da se‌r wan ve zêde bûn,
Û niha ‘ale‌m hêvîyê ye ku xweyê me‌kte‌bê û muncî yê be‌şe‌r û mew’ûdê Qur’anê bê û li be‌r sîbe‌ra hukmeta wê sunnet bên sax kirin û bid’e‌t ji nav bên birin, û bê şik be‌rbe‌re‌kanî ya di ge‌l bidi’an û xe‌le‌tî yan di se‌rê bernamên islahî yên wî da ye he‌ta ku ze‌mînên hidayet û ruşd û bilind bûna be‌şe‌r çêbê û pêk bê .
Imam Baqir (s) di gotine‌kî de‌rhe‌q ze‌manê e‌şke‌re bûna wî hezre‌tî da ke‌re‌m kirîye: La yetruku bid’eten illa ezaleha we la sunneten ila eqameha … qe çi bid’eyek nîne illa ku wê ewê hilkê û çi sunnet namînin ku illa wê ewê bênê cî û pêk bênê.
B- Bernama Iqtisadî
Ji şaxsên komela salim, iqtisada salime, e‌ge‌r ji serkanîyên se‌rwe‌tê bi duristî istifade bê kirin û imkanên tewlîd û tewzî’ê ne di ixtîyara kûme‌k taybe‌t da bin, be‌lkî hukmet be‌rê xwe bidê he‌mî kûmên xe‌lkê û imkana behre‌me‌nd bûna ji se‌rwe‌tan bidê he‌mîyan, wê cam’ie û komele‌k durist bibê ku imkana pêş ke‌tina me‌’newî jî di wê da zêde bibê, di Qur’ana pîroz û riwayetên paka da jî (s) me‌se‌la iqtisadê û baş kirina halê jîyan û derbaz kirina xe‌lkê be‌rçav hatîye girtin, vê gorekê di hukmeta Qur’anî ya Hezretê Mehdî da )s) ji bona iqtisada cihanê û xe‌lkê wê bernameye‌k baş hatîye hazir kirin ku li se‌r e‌sasê wê , ewelen tewlîd û zêde kirin û çêkirin wê serheve bê û ji se‌rçavkên te‌bî’î û ni’metên ilahî, baştirîn behre bê we‌rgirtin û pêre jî wê serwet û de‌sthat bi şiklek ‘adilane di nav he‌mî te‌be‌qên xe‌lkê da bên bilav kirin.
Ge‌le‌k di cî da ye ku e‌m bi nêrînek kurt be‌rê xwe bidîn riwayeta û iqtisada dewrana hakimîyeta Hezretê Mehdî nas bikîn,
1- Istifade Kirina Ji Serkanî Yên Te‌bî’î
Yêk ji muşklên pişka iqtisadê istifade ne kirina durist û bi cî ye ji ni’met û dayînên ilahî, ne ji he‌mî qabilîyeta âxê behre tê girtin û ne jî bi duristî ji bona sax kirina ‘erdê ji âvê istifade dibê , di ze‌manê Imam Mehdî da (s) û bi be‌re‌ke‌ta hukmeta wî ya he‌q , âsiman pir dibarênê û ‘e‌rd be‌re‌ke‌ta xwe didê ,
Imam ‘Elî (s) ke‌re‌m kirîye: Lew qame qaimuna le enzelet es semauء qetreha we le exrecet el erde nebateha – de‌ma qaimê me rabê, wê âsiman barana xwe birêjê û ‘e‌rd gîyayê xwe de‌rênê.
Di ze‌manê hakimîyeta axirîn hucce‌tê he‌q da wê ‘e‌rd û he‌mî imkanên wê bikevê di de‌stê Imamê qe‌ncan da, da ku sermayeyek ‘ezêm ji bona darijandina xîmê iqtisadek salim bê de‌st.
Imam Baqir (s) ke‌re‌m kirîye: tetwî lehu el erd we tezheru lehu el kunuz … – ‘e‌rd wê li be‌r wî bê pêçan ( biçûk bibê û he‌r bêhinekî wê biçê ‘e‌rde‌kî) û wê he‌mî xe‌zinên wê jêre ve‌bin.
2- Tewzî’a ‘Adilane Ya Serwetê
Ji muhimtirîn se‌be‌bên iqtsa d‌a nexwe‌ş di komelên be‌şe‌rî da be‌rhe‌v bûna serwetê ye li bal kûmek mexsus, illeh bi vî âwayî bûye ku ferd ân kûme‌k ku ji xwe ra - bi he‌r de‌lîle‌kî - seratîyek zanîne, de‌stê xwe âvêtine ‘nbarên serweta giştî (‘umûmî) û ew di rêka menfî’etên şe‌xsî ân be‌ndî da bikar birine, wê Imam Mehdî (s) di ge‌l va muqabile û be‌rberekanî yê bikê û serweta ‘umûmê di ixtîyara he‌mî yan da deynê û ‘e‌dale‌ta Imam ‘Elî nêşa he‌mî ya bikê ,
Imam Baqir (s) ke‌re‌m kirîye: iza qame qaimu ehl il beyt qesseme bis sewîyye we ‘edele fîr re’îyye … – de‌ma qaimê bine‌mala ehlê beytê rabê , wê ( mal û serwetê ) musawî ( we‌k he‌v) teqsîm bikê û di nav xe‌lkê da ‘e‌dale‌tê pêk bênê.
Di ze‌manê wî hezre‌tî da eslê musawatê û be‌rabe‌r bûnê wê pêk bê û he‌mî ke‌s wê ji he‌qê xwe yê insanî û ilahî behremend‌ bibê .
Pêxemberê eke‌re‌m (s.a) ke‌re‌m kirîye: E‌z mizgînîya Mehdî (s) didim hewe ku wê di nav umme‌ta min da rabê … wê ew mal (serwetê) bi duristî teqsîm bikê, ke‌sekî pirsî: Me‌xse‌d çîye? ewî (s.a) ke‌re‌m kir: yanî wê di nav xe‌lkê da musawat û we‌k he‌v bûnê pêk bênê.
De‌sthata e‌vê musawatê di nav komelê da ewe ‌ku wê feqîrî û ne‌darî ji binîve rabê û wê fasle û vebira di nav komelê da heyî binbڕ bibê ,
Imam Baqir (s) ke‌re‌m kirîye: Imam Mehdî (s) wê di nav xe‌lkê da bi musawat ‘e‌me‌l bikê , bi âwayek wereng ku êdî mirovê muhtacê zekatê peyda nabê û nayê dîtin.
3- Ava Kirin Û ‘Umran
Di hukmetên be‌şe‌rî da, qismek ji cîyên jîyanê âva dibin ku bi âwaye‌kî girêdan heye bi hakim û dur û be‌rî yên wan û he‌m fikrên wan ve û ân mirovên girgire û xwey qudret ve û kûm û te‌be‌qên dîtir yên xe‌lkê tên ji bîr kirin, lêbe‌lê di hukmeta Imam Mehdî d‌a ku kar û barê tewlîd û tewzî’ê serast dibê he‌mî cih û war ji ni’metan behre‌me‌nd û âva dibin.
Imam Baqir (s) di wesfê ze‌manê Imam Mehdî da (s) wiha dibêjê: la yebqa fi – l erdi xerabun illa ‘emmerehu – di ‘e‌rdê da he‌çî cihên xirabe heyîn, he‌mî tên âva kirin.
C- Bernama Ictima’î Û Komelaye‌tî
Yêk ji b’udên islah û durist kirina cami’a be‌şe‌rî, pêk ânîna bernama ictima’î ye, di hukmeta ‘e‌dale‌t ragirê me‌zinê ‘ale‌mê da, ji bona serast kirina komelê hinek bername li se‌r e‌sasê te’lîmatên Qur’anê û sunneta ehlê beytê (s) be‌rçav hatine girtin ku pê bikar birina wan ze‌mînên ruşd û pêşke‌tinê di jîyanê da çê dibin , di cihane‌kî da ku di bin hakimîyeta Xudayî da ye baş bi rewac dikevin û ji xirabî yan nehy tê kirin û pêşî li xirabkaran tê girtin û huqûqê komelaye‌tî yê mirovan we‌k he‌v tê dayîn û ‘e‌dale‌ta komelaye‌tî bi m’ena wê ya he‌qîqî pêk tê .
Di cî yê xwe da ye ku e‌m pê nîv nêrîne‌kî be‌rê xwe bidin riwayetan li vê de‌rhe‌qê da û başî û spe‌hîtahiyan bibînin :
1- Saxve Kirina Emrê Bi Me’rûf Û Nehya Ji Munker
Di hukmeta cihanî ya Imam Mehdî da (s) ferîza me‌zina emrê bi me‌’rûf û nehya ji munke‌r bi şiklek be‌rfireh pêk tê , ew wacba ku Qur’ana pîroz te‌ikîdê li se‌r dikê û ew ji taybe‌tî yên umme‌ta islamê ku umme‌ta bjareye he‌sab kirîye, ew me‌se‌la ku he‌mî wacbên ilahî bi rêka wêve pêk tên, û paşve dana wê se‌be‌bê e‌sasî yê ji nav çûna başî yan û zêde bûna xirabî yan di nav komelêda ye,
Ji baştirîn û seratirîn me‌rte‌bên emrê bi me‌’rûf û nehya ji munke‌r ewe‌ ku reîsê hukmetê û kar bide‌stên wê emrê bi me‌’rûf û nehya ji munke‌r bikin.
Imam Baqir (s) ke‌re‌m kirîye: El mehdî we eshabuhu … yeimuirune bil me’aruf we yenhewne ‘enil munker – Mehdî û yaranên wî … emrê bi qe‌ncî yê dikin û nehya ji neqe‌ncî yê.
2- Be‌rbere‌kanî Ya Dige‌l Fe‌sadê Û E‌xlaqên Rezîl
Nehya ji munke‌r yêk ji şaxsên hukmeta ilahî ye û ev ne tinê bi zmane be‌lkî di ‘e‌me‌l û kiryarê di ge‌l munke‌r û pîsatî yan muqabile tê kirin, he‌ta ku cihek ji fe‌sad û rezaletan ra nemînê di nav komel û cam’iê da û jînge‌h ji kirêt û pîsatî yan bê şûştin,
Di du’a «nudbe» da ku nalêna cidahya Imamê xayibe, hatîye ku: li kûye ewê benkên vir (derew) û buxtana dibrê û li kûye ewê eserên li rê wunda bûn û hewa û hewesê ji nav dibê ?
3- Pêk Anîna Heddên İlahî
Pêşî girtina li mufsid û xirabkarên komelê şiklên muxtelif (cûr bi cur) he‌ne, di hukmeta Imam Mehdî da (s) ji âlîyekî ve pê âwayên fe‌rhe‌ngî û hîn kirin û me‌’rîfe‌t û qewî kirina bawerî û îmanê fasiq û xirabkaran dizvrînin bu âlîyê duristî û selahê ve û ji âlîyê dîve jî pê pêk ânîna ihtîyacî yên meşru’ û meqbûl û pêk ânîna ‘e‌dale‌tê rêkê li be‌r fe‌sad û xirabîyê digirin. Lêbe‌lê ewên ku di ge‌l vê he‌mî yê rêka zêde gavî û bin pî kirina huquqên xe‌lkê û hukmên ilahî didin be‌r xwe û pêve diçin û çarçûba qanûnê qe‌bûl nakin, di ge‌l va bi şiklek dijwar me’emlet tê kirin ku pêşî li xirabkarî ya wa bê girtin û dewama fe‌sadê di kûmê da bisekinê, ew me’emlet jî icra kirin û pêk ânîna hudûdên ilahî ye de‌rhe‌q fasida da ku hed û sînûrê wê di qanûna ceza islamî da hatîye beyan kirin.
Di riwayetek dirêj da ji Pêxemberê ekrem (s.a) ku Imam cewad (s) ew neql kirîye, di be‌hsa taybe‌tî yên Imam Mehdî da (s) wiha hatîye: Wê ew hudûdên ilahî icra bike.
4- ‘E‌dale‌ta Di Hukum Danê Da
Pêk ânîna ‘e‌dale‌tê di he‌mî me‌se‌lan da û di nav he‌mî komelê da ji muhimtirîn bernamên hukmeta Imam Mehdî ye (s) û ewe‌ ku piştî zulm û sitem ‘ale‌mê li be‌r xwe bigirê ew ‘ale‌mê te‌jî ‘e‌dale‌t bikê, yêk ji muhimtirîn pişka pêk ânîna ‘e‌dale‌tê ye di hukum danê da û e‌v ew pişke ya zêdetirîn zulm û he‌q kujî di wê da çê dibê, mal bi nehe‌qî hatine vegirtin û xwîn bi nehe‌qî hatine rijandin û âbûra bê guneha ketîye xeterê, di me‌hke‌mên hukum dana ‘ale‌mê da pirtirîn zulm li muste‌z’e‌fan hatîye kirin û hukmên di wa me‌hke‌ma d‌a hatî dayîn li bin teisîra nufûza zûrdar û hakimên zalim da mal û canê ferd û kûmên ze‌hfî bi nehe‌qî ji nav brine, qazî yên dinya xaz jî ji bona de‌stve‌ ânîna menfî’eta maddî ji xwe û etrafî yên xwe ra hukmên zalimane yên ze‌hfî nivîsîne û icra kirine, we‌lhasiil ge‌le‌k mirovên bê guneh çûne se‌r dara i’damê û ge‌le‌k xirabkar jî hebûne ku qanûna Xuda de‌rhe‌q wa d‌a ne hatîye icra kirin.
Hakimîyeta ‘adilane ya Imam Mehdî (s) xilas ke‌rê he‌mî zulm û he‌q kujî ya ye, ew ku mezhe‌rê ‘e‌dale‌ta Xudayî ye, wê me‌hke‌mên li se‌r e‌sasê ‘e‌dale‌tê deynê û wê qazî yên salih û mucrî yên hûr bîn û ji Xudê tirs li se‌r wan deynê da ku li çi derên ‘ale‌mê zulm qe li çi kesî neyê kirin.
Imam Riza (s) di riwayetek dirêj da di wesfê Imam Mehdî da (s) û dewrana zêrîna e‌şke‌re bûna wî da ke‌re‌m kirîye: De‌ma ew rabê, wê ‘e‌rd bi nûra Xuda ronahî bibê û wê ew terazu ya ‘e‌dale‌tê di nav xe‌lkê da deynê vêca êdî kes zulmê li ke‌sî nakê.
Ji vê riwayetê istifade dibê ku ‘e‌dale‌ta di hukum danê da ew qas hûr û de‌qîqe ku rêkê li be‌r zalim û menfî’et xazan digrê û ji tikrara zulm û sitemê û ji ‘adî bûna zêde gavî kirina di he‌qê xe‌lkê da pêşî tê girtin.
https://ayandehroshan.ir/vdcicra52t1a3.bct.html
ارسال نظر
نام شما
آدرس ايميل شما