تاریخ انتشاريکشنبه ۱۱ مهر ۱۳۸۹ ساعت ۱۲:۵۷
کد مطلب : ۴۹۹
۰
plusresetminus
...
Liqa YA Yar
Dijwarî û te‌hlî yên dewrana xe‌fbûn û ve‌şartinê, dûrî ya peyrewên wî ye ji wî û he‌r wiha me‌hrûm bûna waye‌ ji dîtina ce‌mala wî yusufê bê e‌msal; pê de‌spê bûna dewrana xeybe‌tê be‌rhêvî yên e‌şke‌re‌ bûna wî illeh di he‌sre‌ta te‌maşa kirina ewî giranqe‌dirê pir fe‌zîle‌t da bûne‌ û âha fraqê ji kwîratî ya dilê xwe‌ kişandine, e‌lbe‌t di dewrana ve‌şartina kurt da peyrewên wî bi rêka naibên xas ve‌ girêdan di ge‌l wî he‌bîne‌ û ye‌k ji wan rê gihane‌ xizme‌ta wî, çewa ku vê de‌rhe‌qê da ge‌le‌k riwayet jî he‌ne, lêbe‌lê di ze‌manê xe‌fîya dirêj da ku we‌xtê ve‌şartî bûna kamil ya Imame‌, ew peywe‌nda hatî gotin hatîye‌ bڕîn û imkana gehana xizme‌ta wî hezre‌tî bi şiklê me‌’mûl û bi rêka hinek ke‌sên taybe‌t ve ji de‌st çû,
D‌i ge‌l vê yêkê jî ge‌le‌k ji ‘alima li se‌r vê bawe‌rîyê ne‌ ku di vî ze‌manî da jî lqaa ewê heyva mune‌ûe‌r imkan jê ra heye û ge‌le‌k cara jî çêbîye, hkaye‌ta lqaa me‌zinên we‌k ‘e‌llameyê be‌hrul ‘ulûm, muqedde‌sê e‌rde‌bîlî, seyîd bin taûs û yên we‌k wan me‌şeûre‌ ku dikitêbên ‘alimên me‌zin d‌a ne‌ql bûye, lêbe‌lê lazime‌ vê de‌rhe‌qê da nuktên jêrî be‌rçaf bên girtin; nukta ewil e‌ve‌ ku mulaqata di ge‌l Imam Mehdî (s) carna dhale‌tê me‌cburî û bêçare‌ bûna xe‌lkê da çê dibê û carna jî di wez’û hale‌k nûrmal da, bi beyane‌k ronahîtir: Mulaqat ji bona de‌stgêrî ya Imam me‌hd‌î (s) ji mirovên girftar û ke‌tîn te‌şqe‌le‌kî ku xwe‌ tinê û bê ke‌s dibînin, we‌k ce‌reyana mulaqata ge‌le‌k ke‌sa ku di cî yên muxtelif da we‌k se‌fe‌ra mala Xudê ku rêk wunda kirine‌ û Imam (s) ân yêk ji yaranên wî ew ji şaşî û heyrî manê xilas kirine‌ û zêde‌tirê mulaqata bi vî âwayî bûye,
lêbe‌lê carna mulaqat ne‌ di halê me‌cbûrîyê da bûye û ewê ew (s) mulaqat kirî ji be‌r he‌bûna me‌qamê me‌’newî yê taybe‌t, gihaye‌ xizme‌ta wî, pê di ne‌ze‌r da girtina vê nuktê de‌’wa mulaqatê û dîtina wî hezre‌tî (s) ji he‌mî ke‌sî nayê qe‌bûl kirin,
nukta duwê e‌ve‌ ku: Di dirêjîya ze‌manê xeybe‌ta ku brada û ne‌xasma di ze‌manê me‌ d‌a hinek ke‌s pê de‌’wa mulaqata di ge‌l Imamê ze‌man (s) li pey kûm kirina xe‌lkê ne li dûra xwe û li pey de‌stve‌ ânîna nav û nane‌kî‌ne‌ ji bu xwe û bi vê rêkî ve ‌ge‌le‌k ke‌s ji rê de‌ranîne‌ û bawe‌rî û ‘e‌me‌l ra ew xe‌le‌t kirine, pê te‌nbî kirina xwe‌ndina hinek di’a û kirina hinek ‘e‌me‌lan ku ge‌le‌k ji wa e‌sl û e‌sase‌k jê ra tinehin û pê gazî kirina hinek ji bona şrîkatî kirina di civatên bê muhtewa da we‌’da dîtina hucce‌tê Xuda didin û bi vî âwayî mulaqata di ge‌l Imam kare‌ke‌ sehl û hêsan ku imkana wê ji he‌mî yan ra he‌bê didin nîşan dan, halhale‌ ew hezre‌t bi irada Xudayê te‌’ala di xe‌fîya kamil d‌a ye‌‌ û xêncî ji bona hinek ke‌sên pir kêm ku rêka xilasî ya wan tinê bi wê rêkê ve ‌çê dibê pêk nayê,
nukta sisê jî e‌ve ‌ku mulaqat tinê bi şiklekî çê dibê ku Imamê ‘e‌sr (s) çêbûna wê me‌sle‌he‌t bizanê, nixwe‌ de‌ma xe‌bata ‘aşqe‌k pir bşewq û vîyan ne‌bê se‌be‌bê mulaqatê ge‌re‌ke‌ bê hêvî ne‌bê û pêk nehatina e‌vê lqayê ne‌kê nîşana lutf ne‌kirina Imam ji xwe‌ ra, û we‌k çewa ewê mulaqata e‌vî giranqe‌dirî jê ra bê ne‌ge‌re‌ke‌ he‌sab bikê ku te‌qwa û se‌ratî ya wî gihaye‌ ke‌malê,
we‌lhasil, ge‌rçe‌ dîtina ce‌mala nûranî ya Imamê ‘e‌srê û xe‌be‌rdana di ge‌l wî me‌hbûbê be‌xtewe‌rîye‌k me‌zine, lêbe‌lê Imamên pak û ne‌xasma Imamê ze‌man (s) ji peyrewên xwe ‌ne‌xwe‌stîye ‌ku bikevin pey dîtina Imam ze‌man û ji bona gihana vê me‌xse‌dê (çileyê) bigrin û ân bikevin de‌şt û çûla, be‌lkî di xe‌be‌rdanên wa d‌a (s) te‌nbî hatîye‌ kirin ku peyrewên wî illeh li bîra wî dabin û ji bona berfireheyê di’a bikin û ji bona razî kirina wî bi gotin û kiryar bixe‌btin û di rêka he‌de‌fên wî yên bilind da gava xwe‌ bavêjin da ku zûtir ze‌mîna e‌şke‌re‌ bûna wî çêbin û ‘ale‌m ji feyza raste‌rasta wî behrê bibin,
Imam Mehdî bi xwe ke‌re‌m dikê: aksr û aldi’a bt’cîl alfrc fan zalk frckm ـ ji bona zû çêbûna berfireheyê di’a bikin çiko ew berfirehey ye ji hewe‌ ra,
l vêde‌rê munasbe‌ ku e‌m ce‌reyana şîrîna mulaqata me‌rhûmê hac ‘Elî yê be‌xdadî ku ji qe‌ncên ze‌manê xwe ‌bîye ‌bênîn, lêbe‌lê ji be‌r dirêj ne‌bûnê e‌mê nuktên wê yên muhim tinê bênîn:
ew mirovê layiq û xwey te‌qwa illeh ji be‌xdayê dçûa kazimeynê û du Imamên giranqe‌dir, Hezretê kazim se‌lamên Xudê li wa bin zîyare‌t dikiran, ew dibêjê: Hinek xums û huquqê malî li stûê min da he‌bî û ji be‌r wê yêkê e‌z rabîm çûm ne‌ce‌fa e‌şre‌f û min 20 tuman ji wê dan ‘alimê zana û xwey te‌qwa şêxê e‌nsarî (re) û 20 tuman jî min dan ayetullah ‌şêx muhe‌mme‌d huseynê kazimî (re) û 20 tuman jî min dan ayetullah ‌şêx muhe‌mme‌d he‌se‌nê şe‌rûqî (re) û min qirar da ku 20 tumanê dî jî piştî zvrînê e‌z bidim ayetullah âlê yasîn (re), e‌z roja pêncşe‌mê ji qrîm çûm be‌xd‌ayê, ewil e‌z çûm kazimeynê û min du Imamên giranqe‌dir zîyare‌t kirin, piştî hingê e‌z çûm mala ayetullah âlê yasîn û min hinek ji wî deynê xweyê şe‌r’î dayê û min izin jê xwe‌st ku qasê mayî jî kêm kêm e‌z bidim wî ân jî bidim ke‌se‌kî ku muste‌he‌qî bê, ewî ji min xwe‌st ku e‌z li balê bmînim, lêbe‌lê ji be‌r hinek karan min ‘uzrê xwe‌ jê xwe‌st û min xane‌ xwe‌stin û e‌z balîyê be‌xdayê ve‌ ke‌tm rê û çûm, e‌z sisê nîvka rêkê çû bîm ku rast seyde‌k giranqe‌dir ke‌tm; şaşke‌k ke‌sk li se‌rê wî bê û nîşane‌k re‌ş jî li se‌r rwîyê wî he‌bî ku ji zîyare‌tê ra be‌rew kazimeynê dçûa, nêzîkê min bî û se‌lam kir û de‌ste‌k ge‌rm da de‌stê min û e‌z embêz kirm û bi sngê xwe‌ve ‌şdandm û xêr hatin bi min ra û got: Xêre, kûve‌ dçî?
min got: Min zîyare‌ta xwe‌ kir û e‌z wê dçm be‌xdayê, got: şe‌va iînê ye, bizivire ‌kazimeynê, min got: E‌z nikarim, got: tu dikarî, bizivire‌ da e‌z şhedeîyê bidim ku tu ji muhbibên ce‌ddê min mîrê bawe‌rdarayî û ji dûstên meyî û şêx jî şahidîyê didê, Xuda ke‌re‌m dikê: «u astşedwa şahidîn»,
hac ‘Elî yê be‌xdadî dibêjê: Pêşîya hingê da min ji ayetullah âlê yasîn xwe‌stbî ku se‌ne‌de‌kî ji min ra binivîsê û di wê da şahidîyê bidê ku e‌z ji peyrew û dûstên ehlê beyta Pêxemberm (s.a) , da ku e‌z ewê namê bêxim nav ke‌fe‌nê xwe‌ d‌a, min ji seyîd pirsî: te‌ çewa e‌z nas kirm û tu çewa e‌vê şahidîyê didî? ke‌re‌m kir çewa mirov he‌qê ke‌se‌kî kamil bidê û ew mirov nas ne‌kê? min got: kîjan he‌q? ke‌re‌m kir: Ew he‌qê te‌ dayî we‌kîlê min, min got: We‌kîlê te‌ kî ye? ke‌re‌m kir: şîx muhe‌mme‌d he‌se‌n, min got: Ma ew we‌kîlê teye? got: Be‌lê,
e‌z ji xe‌be‌rdana wî mam ‘e‌cêbigirtî û min guman kir ‌ku di navbeyna min û wî d‌a dûstînîye‌k kevin heye‌ ku min ji bîr kirîye, çiko de‌ma ewil rast min ke‌tî bi nav gazî min kir, û min ze‌n kir ku be‌rhêvîye‌ hinek ji wê xumsa li bal min heyî çiko ewlad re‌sûle‌ e‌z bidimê, vêca min gotê: ji he‌q huquqê ew ewlad re‌sûlan hinek li bal min heye‌‌ û min izin xwe‌stîye‌ ku e‌z ewê me‌sre‌f bikm, de‌vke‌n bî û got: Be‌lê, te‌ hinek ji he‌qê me‌ li ne‌ce‌fê d‌a ye‌‌ we‌kîlê me, min got: gelo e‌v karê min li bal Xudê qe‌bûl bûye? got: Be‌lê,
e‌z hinekî bi xweve‌ çûm, ku çewa e‌v seyîd me‌zintirîn ‘alimên ze‌man we‌kîlê xwe ‌dzanê, lêbe‌lê e‌z dîsa ke‌tm xe‌file‌tê û min jbîr kir,
min got: se‌rwe‌rê min! gelo raste‌ ku dibêjin, he‌çî ke‌sê şe‌va iînîyê Imam huseyn zîyare‌t bikê wê di e‌manê da bê? got: Be‌lê û çavên wî te‌jî rûndik bîn û girî, ze‌mane‌ke‌ pêve‌ ne‌çû ku min dît e‌m li he‌re‌ma kazimeynê ne, bê wê çe‌ndê ku e‌m bi wê rêkê ve‌ çûbîn ewên balîyê he‌re‌mê ve ‌diçin, e‌m li te‌nşta de‌rî da se‌kinîn û ewî got: zîyare‌tinamê bixûne, min got: Ey se‌rwe‌rê min! e‌z baş nikarm bixûnim, got: tu dixazî e‌z bixûnim û tu jî di ge‌l min zîyare‌t bikî? min got be‌lê,
ewî de‌spê kir û se‌lam da Pêxember (s.a) û yêk yêkê Imama piştî navê mubare‌kê Imam he‌se‌nê ‘Eskerî (s) be‌rê xwe‌ da min û got: gelo tu Imamê ze‌manê xwe‌ nas dikî? min got: E‌z çewa nas nakm? ke‌re‌m kir: nixwe‌ se‌lamê bidê min got: Esselamu ‘eleyke ya hucete‌llah‌ ya sahib ez Zeman yabnel hesen. Be‌şişî û got: ‘Eleyke es Selam we rehmetullah we berekatuh.
vêca e‌m çûn he‌re‌mê û me‌ ze‌rîh maçî kir‌, ke‌re‌m kir, zîyartinamê bixûne, min got: se‌rwe‌rê min! e‌z baş nzanim bixunim, ke‌re‌m kir: E‌z ji te‌ ra bixûnim? min got: Be‌lê, ewî zîyare‌ta e‌mînwalle‌ xwe‌nd û ke‌re‌m kir: gelo tu ce‌ddê min huseyn (s) zîyare‌t dikî? min got: Be‌lê, iîşe‌v şe‌va iînê ye‌ û şe‌va zîyare‌t kirina Imam huseyn (s) ewî zîyare‌ta me‌şeûra Imam huseyn xwe‌nd, bî we‌xtê nimêja me‌xre‌bê û got min e‌m bi ce‌ma’e‌t nimêj bikîn, piştî nimêjî ew ‘e‌zîz ji be‌r çavê min wundabî û e‌z çiqa ge‌rham min ew ne‌dît,
vêca hênûka e‌z bi xweve‌ hatm û min ânî bîra xwe‌ ku: seyîd bi nav gazî min kir û xwe‌st e‌z li kazimeynê bizivirm û he‌r çe‌nd min ne‌dixwe‌sta lê e‌z zvrîm, fe‌qîh û ‘alimên me‌zin we‌kîlê xwe‌ he‌sab kirin û paşîra jî ji nşkê ve ji be‌r çavan wunda bî, vêca piştî fikir kirinê e‌z pê he‌sham ku ew hezre‌t Imamê ze‌man bûye û pir heyf ku e‌z de‌re‌ng pê he‌sham,
https://ayandehroshan.ir/vdcfi1djaw6d1.giw.html
ارسال نظر
نام شما
آدرس ايميل شما