تاریخ انتشاريکشنبه ۱۱ مهر ۱۳۸۹ ساعت ۱۳:۰۱
کد مطلب : ۵۰۳
۰
plusresetminus
...
Imam Mehdî (s) Di Nêrîna Yên Dî Da
xwe‌ştir ewe‌ ku srra dil be‌ran
bê gotin di peyva yên dî da
Be‌hsa Imam Mehdî (s) û rabîn û şûrişa wî ya cihanî ne‌ tinê di kitêbên şî’an da be‌lkî di fe‌rhe‌nga bawe‌rî ya frqên islamî yên dî da jî hatîye‌ û de‌rhe‌q wê da bi şiklek be‌rfireh axiftin hatîye‌ kirin, ew jî bawe‌r dikin ku Mehdî (s) heye û wê rabê û ji bine‌mala Pêxembere (s.a) û ewladên fatma zhera ye‌ (s) ji bona kifş bûna e‌vê me‌se‌lê kanê ehlê sunnet çiqas bawe‌rîya wan bi ‌Mehdî yê mew’ûd (s) heye‌ ge‌re‌ke‌ li e‌se‌rên zanayên me‌zin yên wan bê nêrîn, ge‌le‌k ji mufe‌srên suninî di kitêbên xwe yên te‌fsîrî d‌a gotine‌ ku hinek ji ayetên Qur’anê işare ‌dikin bal e‌şke‌re ‌bûna Hezretê Mehdî (s) di âxirê ze‌man d‌a; mufe‌srên we‌k fe‌xrê razî û qurte‌bî.
He‌r wiha zêde‌tirê muheddisên wan he‌dîsên de‌rhe‌q Imam Mehdî da (s) di kitêbên xwe‌ da ânîne, di nav va kitêba da mu’te‌be‌rtirîn kitêbên ehlê sunnet tên dîtin we‌k «shahê stte» - se‌hîha buxarî, she‌hîha muslm, sune‌na e‌buDawûd, sune‌na ibin mace, sune‌na nsaiî û cami’a tirmzî– û musne‌da e‌hme‌dê he‌nbe‌l pêşkarê me‌zhe‌bê he‌nbe‌lî.
Hinek dî ji zanayên ehlê sunnet vê gavê û di ze‌manên bûryî da ne‌ ku kitêbên se‌rbixwe û muste‌ql de‌rhe‌q Imam Mehdî da (s) nivîsîne, zanayên we‌k: E‌bune‌’îmê isifehanî di me‌cmu’a xwe‌ da bi navê «e‌rbe‌’în» û Sîyutî di kitêba «El- urf el- werdî fî exbar el- Mehdî (s)».
Nukteye‌k dî e‌ve ‌ku hinek ji ‘alimên ehlê sunnet be‌re‌vanî kirine ji bawe‌rî ya Mehdîtîyê û di re‌dda munkirên vê bawe‌rîyê da kitêb û me‌qale‌ nivîsîne‌ û pê beyane‌k ‘ilmî û de‌lîlên he‌dîs me‌se‌la Mehdîtîyê ji me‌se‌lên bê şubhe û qe‌t’î û neyê inkar kirin zanîne, zanayên we‌k «mhe‌me‌d sdîqê me‌xrbî» ku di re‌dda gotina «ibin xldûn» da kitêbe‌k nivîsîye‌ û bi dijwarî ew re‌d kirîye, eva he ‌nimuneye‌ke ji be‌rûkê ehlê sunnet di be‌rabe‌rê me‌se‌la Mehdîtîyê da,
Di xilase‌ka vê pişkê da e‌mê ji nav se‌dan riwayeta tinê du riwayeta ne‌ql bikîn ku di kitêbên me‌şewr û cihê bawe‌rîya ehlê sunnet da hatine ‌riwayet kirin:
Pêxember (s.a) ke‌re‌m kirîye: E‌ge‌r ji ‘emrê dinyayê tinê yêk roj ma bê, muhe‌qe‌q Xudê wê ewê rojî dirêj bikê he‌ta ze‌lame‌kî ji bine‌mala min di wê rojê da rakê ku hevinavê mine,
He‌r wiha Pêxember (s.a) ke‌re‌m kirîye: Wê ze‌lame‌k ji bine‌mala min rabê ku di nav û sîre‌ta xwe‌ da we‌k mine, wê ew (cihana) te‌jî zulm bûyî, te‌jî ‘e‌dale‌t bike.
Cihê gotinê ye‌ ku bawe‌rîya rabîna muslih û xilaske‌re‌kî di xilase‌ka dinyayê da ku cihanê te‌jî ‘e‌dale‌t bikê bawe‌rîye‌k cihanî û giştî ye‌ û peyrewên he‌qîqî yên he‌mî dînên âsimanî li se‌r e‌sasê zanînên kitêbên xwe yên dînî hêvîya rabûna ewî mew’ûdê me‌zinin, di kitêbên muqedde‌sên: ze‌bûr, tewrat, incîl û kitêbên endûan û ze‌rtuştîyan û be‌rhemeyî yan da işare‌ hatîye‌ kirin bal muncî yê me‌zinê cihanê ve, e‌lbe‌t he‌r millete‌kî le‌qe‌b û nazinave‌k me‌xsûs û taybe‌t jê ra bikar birine, ze‌rtuştî navê «suşîyans» yanî xilasî de‌rê cihanê jê ra bikar birine‌ û file‌h ewî bi navê: «me‌sîhê mew’ûd» û cuhî ewî bi navê «sirûrê mîkaîlî» nas dikin.
Qe‌te‌k ji me ‌tinê «hamasb name» yê ji kitêbên muqedde‌sên ze‌rtuştî yan wiha ye:
«Pêxemberê ‘e‌re‌b, âxirê Pêxembera ye ‌ku wê nav çîyayên me‌kehê da peyda bibê, , wê di ge‌l kûlên xwe ‌nan bixwê û we‌k wan rûnê , , wê se‌r he‌mî dîna bike‌vê û kitêba wî kitêbên dî he‌mî yay pûç bikê, , û ke‌se‌k ji ewladê ke‌çî yê Pêxember ku navbange‌ bi roja cihanê û şahê ze‌man, wê bi hukmê ye‌zdan (Xudê) di dinyayê da bibê paşa û ew axirîn xe‌lîfe ‌(cîgir) yê wî Pêxemberî ye … û dewle‌ta wî he‌ta qîyame‌tê wê be‌rdewam bê …
https://ayandehroshan.ir/vdcbufbsprhbg.iur.html
ارسال نظر
نام شما
آدرس ايميل شما