Piştî ku bîr û hizr vê derheqê da ronahî bûn, di cî da ye ev pirsîyar bê cewabdan ku digel hebûna Qur’an û sunneta Pêxember (s.a) çi ihtîyac bi imam û rehberê dînî heye -wek çewa şî’e bawer dikin-? Ji bona lazimî ya hebûna imam delîlên zehfî hene, lê emê tinê işare bikîn bal delîlek sade û rihet ve: Hema ew delîla ku ihtîyacî ya bi Pêxemberîyê nîşan didê evê jî nîşan didê ku xelk muhtacê imamin jî, çiko ji alîyekî ve Islam axirîn dîn û Pêxemberê Islamê Hezretê Muhemmed (s.a) axirîn Pêxember e ji alîyê Xuda ve, vê gorekê gereke Islam cewabderê hemî ihtîyacî yên beşer bê, heta roja qîyametê, ji alîyê dî ve jî Qur’an a pîroz esasên giştî yên hukmên ilahî gotine û beyan kirina wê û şîrove kirina wê hiştîye bi hêvîya Pêxember ve (s.a), lêbelê eşkere ye ku Pêxember (s.a) di zemanê xwe da gorekî ihtîyacî ya zemanê xwe bi navê rêberê Islamê ehkamên ilahî beyan kirîye û ji xelkê ra gotîye û lazime ji wî ra cîgirên layiq hebin ku wek wî bi behr a bê binî ya ‘ilmê Xudê ve girêdayî bin, da ku ewa Pêxember (s.a) beyan kirî ji xelkê ra bêjin û di her zemanî da ihtîyacî yên komela islamî ji halê rakin. Her wiha Imam (s) nûbedarê mîras a di cî da mayî ya Pêxemberan e (s.a) her wiha beyanker û mufessirên heqîqî yên Qur’an a pîrozin, da ku dîn ê Xudê ji tehrîf û guherînê bê paraztin û ev serkhenî ya zelal heta roja qîyametê pak û paqij bihêlê. Xêncî vê jî «Imam» bi navê mirovê kamil nimuneyek temame ji hemî alî yên insanî ve û beşer ihtîyacî heye bi nimuneyek wiha ra; ku pê dest ketin û rê rast kirina wî wek çewa layiqê kemala insanî, bê gehandin û terbîye kirin û li ber tîrojên Xudayî yên evî mirovê xudayî ji xwehrî û ji davên nefsa serkêşê û şeytanan bê parastin. Ji va gotinan kifş bû ku ihtîyacî ya mirovan bi Imam ji ihtîyacî yên muhim û girînge di jîyana wî da û hinek ji berpirsîyarî yên Imam bi âwayên jêrî ne: Rehberî û idare kirina kom û cam’iê (çêkirina hukmetê). Parastina dîn û ola Pêxember (s.a) ji xwehrîyê û tefsîr û beyan kirina Qur’anê. Tezkîye û temîz kirina nefsê û serast kirina me’newî ya xelkê.